Helbest: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: as:কবিতা |
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî) B r2.7.1) (robot zêdekirin:li:Poëzie |
||
Rêz 91: | Rêz 91: | ||
[[ky:Поэзия (ыр)]] |
[[ky:Поэзия (ыр)]] |
||
[[la:Poësis]] |
[[la:Poësis]] |
||
[[li:Poëzie]] |
|||
[[lmo:Puesia]] |
[[lmo:Puesia]] |
||
[[lo:ກາບກອນ]] |
[[lo:ກາບກອນ]] |
Guhartoya 18:48, 24 adar 2012
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye.
Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin.
Curên Helbestê
Helbesta Epîk
Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta Epîk. Mînaka helbesta Epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e. der birina hesta xwe bi ziman an ku bi nivis je re dibejin helbest. her neteweiyek ji xwe xwediye helbestane. helbesten 3 xishte an ku 3 qade yen xasmaniu u taybei ye kurdanin.
Helbesta Lîrîk
Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên Lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê Lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk.
Helbesta Dîdaktîk
Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî , an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta Dîdaktîk hînker e.
Helbesta Felsefî
Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin.
Helbesta Dramatîk
Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê Helbestên dramatîk tên bi navkirin.
Lîsteya pirtûkên helbestan
Çavkanî
Jîr DILOVAN