Tûşêmî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot zêdekirin:ja:ヨーロッパキイチゴ
Rêz 26: Rêz 26:
Wêne:Raspberry (black).jpg|Tûşêmiya reş - boyaxa avî, 1893
Wêne:Raspberry (black).jpg|Tûşêmiya reş - boyaxa avî, 1893
Wêne:Raspberries_Yellowjacket.jpg|Tûşêmî û mozeqirtik
Wêne:Raspberries_Yellowjacket.jpg|Tûşêmî û mozeqirtik
Wêne:Wild raspberries.JPG|Kızıl, mor, siyah ve albino ahududu
Wêne:Leaf_Underside.jpg|Rubus occidentalis Wêne:Blackberries_Leaf_Underside.jpg| [[Tûreşk]]
Wêne:Red_Raspberry_5_leaves.JPG| Tûşêmiya sor a pêncpelî
Wêne:Red_Raspberry_5_leaves.JPG| Tûşêmiya sor a pêncpelî
Wêne:Purple_Raspberries.JPG| Tûşêmiya bejî ya mor
Wêne:Albino_Raspberries.JPG| Tûşêmiya bejî ya albîno
Wêne:Purple_Flowering_Raspberry.JPG| Cureyek din
Wêne:Raspberry_Plants.JPG| Sala pêşîn şitil ber nadin
Wêne:Raspberry_Leaves.JPG| Cureyên pelên wê
</gallery>
</gallery>



Guhartoya 17:51, 28 adar 2012

Tûşêmî gelek dişibe tûreşkê

Tûşêmî (Rubus idaeus) riwekek ji malbata rosaceae ye. Bi kurtî jê re şêmî jî dibêjin. Li perên daristanan, di axa ne pirr avî, ne jî hişk de digihê. Moza yan mêşa hingivê hez ji kulîlkên wê dike. Heger neyê birrîn, her sal li ser rehê xwe aj dide. Gelek kes viya û tûreşkê tevlîhev dikin. Bi rastî jî dijwar e mirov ji hev veqetîne.

Pêlên wê wekî çayê tê bikaranîn. Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de sûd ji tûşêmiyê tê girtin. Tûşêmî li Kurdistanê tê berhevkirin. Ji ber şer, qedexe, şewitandina gundan û xizaniyê, kurdan derfetê çandina tûşêmiyê nedîtine.

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de

Di fêkiya wê de glîkoz, frûktoz, pentoz, salîsîl, pektîn heye. Vîtamîna C, B û karotînê dihewîne. Fêkiyên wê bi teze werin xwarin baştir e. Çaya fêkiya wê wekî derman bo hin cureyên sermagirtinê tê bikaranîn. Herwiha didin jinên duxeskan (distan).

Çandina wê

Ajên wê bi zivistanê tên ajotin. Divê di nava ajan de bi qasî 1 m navber hebe û axa wê bikêr be. Zibil bê bikaranîn baş dibe. Sala pêşîn kulîlkên wê tên berhevkirin, rûçikandin ku ajên wê hinekê mezin bibin. Bihar û havînê pirr tê avdan lê payîzê divê kêm bê avdan. Zivistanê şitilên wê di tanga axê de tên birrîn. Şitilên hûr û bêkêr ji rehê ve tên derxistin ku yên din baş bigihên. Pirraniya şitilan bi singan ve tên girêdan. Fêkiyên wên tên qerisandin jî. Ji fêkiyên zêde rîçalê çêdikin.

Cureyên sereke

  • Tûşêmiya bakurî yan a amerîkayî (Rubus arcticus)
  • Tûşêmiya bibêhn (Rubus odoratus)
  • Tûşêmiya şerabê (Rubus phoenicolasius)
  • Tûşêmiya qalikspî (Rubus leucodermis)

Pêşangeha tûşêmiyê

Çavkanî

  • W. Scherer: Schäden an Himbeeren und Brombeeren erkennen, bestimmen – richtig handeln. Scherer, Augsburg 1989.