Rizyane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot zêdekirin:zh:小茴香
B r2.7.2) (robot zêdekirin:ne:सुप
Rêz 62: Rêz 62:
[[my:စမုန်စပါး]]
[[my:စမုန်စပါး]]
[[nds-nl:Veankel]]
[[nds-nl:Veankel]]
[[ne:सुप]]
[[nl:Venkel]]
[[nl:Venkel]]
[[no:Fennikel]]
[[no:Fennikel]]

Guhartoya 13:38, 17 nîsan 2012

Rizyane

Rizyane, cehcehik (foeniculum vulgare) riwekek ji malbata apiaceae ye. Di hin devokan de jê re rizyang, rizyanik jî dibêjin. Bêjeya kurdî/îranî derbasê romî jî bûye û tirkan bi hinekê guhertinê navê wê kirine rezene (di ferhengên berê de rezyane bû). Bejna vê riwekê heya 2 m dirêj dibe. Riwekek dusalane ye. Welatê wê rojavayê Asya û peravên Deryaya Navîn e.

Pelên wê bêpirtik û bizax in (qemçik, şimêl). Darikên wê gundorkî, nava wan vala, tîkane (çikane) ne. Fêkiyên wê kesketarî ne û ji cihên ziwayî, sixre û kevirî hez dikin. Bizirên wê ji aliyê proteînê ve dewlemend in. Ji bizirên wê biharbêhn tên çêkirin, di selete, şîranî û gelek xwarekan de tên bikaranîn.

Bijîşkiya gelêrî ya kurd de

Li Kurdistanê berê didan zarokên zeîf mane ku madê wan vebe. Dîsa tê gotin şîrê dê zêde dike, serêşa tûreyî der dibe, kilmûçê (belxem) pakij dike. Lê dikare xewê bibe, hin kes dema pirr biharatên wê bikarbînin, nikarin bixewin.

Çavkanî