Şablon:GH/2012/17: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomarkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 10:16, 21 nîsan 2012

Kurdistana Sor
Kurdistana Sor

Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diyasporayên kurdên li Qefqasyayê ye.

Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihêje heta 9emîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd ên koçer di sedsala 9em de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji împeratoriya îranî koçî xanişîna Qerebaxê dikin. Herwiha, komeke din a kurd di sala 1885'an de ji Împeratoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine. Îhtîmal e ku ev kom bi awayeke fireh li herêmê belaw bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qubadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan pêk tê.

Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şiî ne. Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya sedsala 19. de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886'an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşêr zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyeta sala 1926'an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn (bêhtir…)