Konfusyus: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B r2.7.1) (robot guhêrandin: hu:Konfuciusz
B r2.7.2) (robot zêdekirin:lb:Konfuzius
Rêz 108: Rêz 108:
[[la:Confucius]]
[[la:Confucius]]
[[lad:Konfusio]]
[[lad:Konfusio]]
[[lb:Konfuzius]]
[[li:Confucius]]
[[li:Confucius]]
[[lij:Confucio]]
[[lij:Confucio]]

Guhartoya 20:47, 27 nîsan 2012

Konfiçyûs
Peykelekî Konfuçe

Konfuçe an Konfiçûs fîlozofê çînî di salên 551- 479 B.Z. de li Shandongê hatiyê dinê û li wir miriye. Navê wî yê rast Kongfûzî (孔夫子, anku Mamoste Kong; bi inglîzî: Confucius ye. Ew weke mirovekî oldar tê naskirin, lê ya rastî ew zêde li ser ol neaxiviye.

Ramanên konfiçyûs bi sedsalan bandorek mezin li Asya rojhilat kirine. Ew di dema şerên mîrekên Çînde, di dema ku mirektiyên bi navên bihar û payîzê şer dikirin de jiyaye. Wî dixwest dinyayê sererast bike, lê belê ew ne giha armanca xwe. Ji bona ku vê ramana xwe bi cî bêne ew yek bi yek li cem hikûmdarên Çînê geriya. Di dawiyê de wî zanebûna xwe xûrttir kur û bi diravan ders dan. wateya gotina "tzû" ku li dawiya navê wî ye tê wateya "hosta" û ev yek jî ji mamostetiya wî tê. Ji vê hostayiya xwe ya mîstîk, ji baweriya ku bixwe dianî û ji xwesgotina xwe, ew bûye yek ji mamosteyên herî navdar yê dîrokê.

Fêrmendiya wî bi giranî li ser birêvebirinê ye û di nav gel de berpirsyariyek giran derpêş dike. bingiha felsefa wî li ser çar linga ye; Rewişt(ahlak), Têkiliyên civakî, polîtîka û Dad. Wî felsefeya xwe bi van ramanan aniye ziman ; "Tişta ku ji kurekî tê xwestin, bide bav, tista ku ji mamur tê xwestin bide hikûmdar, tişta ku ji birayê piçûk tê xwestin, bide bêra yê mezin û tişta ku tu ji bo xwe dixwazî bide hevalê xwe. Di van ramanan de hiyerarşiyek xwurt xwuya dike.

Ev felsefe ji nava felsefeyen wek Taoizmê, û hin felsefeyên din cuda dibe, li herêma Asiya bi gûr bela dibê û heta ku dibê ol. Ev bawerî jî bi "Konfisûs-tî" yê hate bi nav kirin. Hetanî sedsala 20 an jî, ji aliyê dewletên Çînê ve wek ola resmî hate pejirandin.

Konfüçyüs, ji aliyê E.T.C. Werner ve di pirtuka " Myths & Legends of China" (1922) de hatiye neqişandin û hemî ramanên wî hatinê berhevkirin. Piştî mirina Werner, ev hemû di pirtika bi navê "Bijartinên ji Konfiçyûs " de hatine berhev kirin. Di van berheman de cî dane hin axaftinên di navbera wî û xwendekarên wî de jî. Di vê berhemêde wiha diyar e ku gelek ji van nivîsan, ne yên Konfiçyûs in, lê belê bi wextre ev wek ramanên wî hatine pejirandin. Di van berheman de "Zanebûna Mezin" û "Doktirîna navberê" bi zimanekî zelal hatiye dân.

Girêdanên derve

Konfusyus