Kelt: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: xmf:კელტეფი |
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî) B r2.7.1) (robot zêdekirin:arz:كيلت |
||
Rêz 30: | Rêz 30: | ||
[[an:Celtas]] |
[[an:Celtas]] |
||
[[ar:كلت]] |
[[ar:كلت]] |
||
[[arz:كيلت]] |
|||
[[ast:Celta]] |
[[ast:Celta]] |
||
[[bar:Köitn]] |
[[bar:Köitn]] |
Guhartoya 17:32, 20 gulan 2012
Kelt (latînî: celtae an galli, yewnanî: keltoi an galatai) gelekî di demên antîk de li Ewropa û Anatoliyayê dijîbûn. Di edebiyata kevin ya gelên Ewropayi de, navê >>kelt<< bo kesên ku li başur rojavayê Ewropayê an jî hin eşîrên Nîvgirava Îber û Gaulan dijiyan dihat bikaranîn. Zimanê gelên keltî jî yek ji şitlên zimanên hind-ewropî ye.
Aviriyek
Gelek gel û eşîran peyva kelt jibo niyasandina xwe bikaraniye. Lê heta berî sedsala 18'ê jibo tevaya gelên ku bi zimanek ji zimanên keltî diaxivin nedihat bikaranîn. Di demên kevnar da, Yewnanî û Romanan peyva kelt an jî selt jibo tevaya neteweyên bakurî ku xwediyê ferheng û kultureke cuda bûn dihat bikaranîn.
Belavbûn
Çiqas niha xelkên ku bi zimanê keltî diaxivin tenê li beravên Okyanûsa Atlantîk dijîn jî, demekê zimanê wan zimanê baladest yê piraniya Ewropayê, ji Îrlandayê heta Nîvgizirta Îberiyayê li rojhilat, û ji bakurê Îtalyayê heta Serbiyayê li rojava, belav bûbû. Destkevtên şûnwarniyasî an arkeolojî nîşandidin ku li pîtka (kopîtka) desthilatdariya xwe li sedsala 3ê berî zayîna Îsayî, selt heta Ewropaya Rojhilatî û Asyaya Biçûk jî belav bûbûn.
Kelt di dema xweya herî belav bûyîn de li rojava Îrlanda, Îngîltere, Spanya û Fransa, li rojhelat jî heta Macaristan, li başûr heta Îtalya, û Anatoliya belav bû bûn.
Ziman
- Gotara bingehîn: Zimanên keltî
Ji aliya zimannasan zimanê keltî di malbata zimanên hind-ewropî yên rojava de ye. Zimanên keltî îroj jî li Wales (walesî, gallî an kimrî), Îrlanda (îrlandî), li wir di 1922'an vir de bi îngîlîzî ve zimanê fermî ye, Skotland (skotlandî-gallî in û li Bretagne (bretonî (ew ji aliya koçerên ji Brîtanya de Sedsala 5'an de hat anî bû) tên axaftin. Manx an manks li girava Man di 1970'an de mir, kornî li Cornwall di sedsala 18'an de mir. Li nîvgirava Îber keltîberî hat axaftin.
Zimanên keltî gorî şuna tê axaftin di bin bandora zimanên li wir sereke (domînanat), wek li Brîtanya îngîlîzî, de mane.
Dîrok
Biwêjê Keltan di çavkaniyên yewnanî de 6. sedsala BZ de wek Keltoi derbaz dibe.