Sunîtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:arz:أهل السنة و الجماعة
Rêz 13: Rêz 13:
[[ace:Ahlussunah Wal-jama'ah]]
[[ace:Ahlussunah Wal-jama'ah]]
[[ar:أهل السنة والجماعة]]
[[ar:أهل السنة والجماعة]]
[[arz:أهل السنة و الجماعة]]
[[ast:Sunismu]]
[[ast:Sunismu]]
[[az:Sünni]]
[[az:Sünni]]

Guhartoya 02:36, 14 hezîran 2012

Sunîtî (rengê kesk); şiîtî (rengê heşîn) li cîhanê.

Sunîtî an jî sunî ((erebî) tê wateya "tevgera wekî Hz. Mihemed" an jî "di kevneşopa Hz. Mihemed de". Piştî wefata peyxember Hz. Mihemed, ola îslamê dikeve nav siyasetê. Li ser textê xelîfetiyê pevçûn derdikevin. Herwekî di tevgera rojane, ibadet û tixûbên feylesofiya îslamê de nakokî destpêdikin. Çendîn şax û dibistanên ku gorî xwe ola îslamê şîrove dikin derdikevin. Hêdî hêdî ev dibistan xwe birêxistin dikin û di navbera hev de şerên têr bi xwîn lidardixin.

Gorî suniyan di ola îslamê de çar dibistan yan mezhebên rast hene: yê Henîfî (an jî Henefî), yê Şafiî, yê Malikî û yê Henbelî. Sunî, mezhebê şia yê ku Ceferê Sadiq bingeha wê daniye, napejirînin.

Di dîroka Kurdistanê de bi navê "Şêrê 100 salî" hatina artêşên ereb-îslaman tê binavkirin. Kurdan berê bi pirranî ola zerdeştî dihebûne. Hatina îslamê bi xwîn, komkujî û azaran bûye. Di nava kurdan û ereb-îslaman de 100 salî şer domiye. Kurd bi pirranî mezhebê Şafiî dihebînin. Herwekî yên Henîfî û şia jî hene. Hinek kurdan wê gavê bi nîvanîv îslam pejirandine û bi navê elewî formeke îslamê pêk hatiye.