Apartheid: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot guhêrandin: lez:Апартгьейд
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 122: Rêz 122:
[[sw:Apartheid]]
[[sw:Apartheid]]
[[ta:தென்னாபிரிக்காவின் இனவொதுக்கல்]]
[[ta:தென்னாபிரிக்காவின் இனவொதுக்கல்]]
[[th:นโยบายแยกคนต่างผิวในแอฟริกาใต้]]
[[th:การถือผิวในประเทศแอฟริกาใต้]]
[[tk:Aparteid]]
[[tk:Aparteid]]
[[tl:Timog Aprika sa ilalim ng apartheid]]
[[tl:Timog Aprika sa ilalim ng apartheid]]

Guhartoya 16:10, 14 hezîran 2012

Ji bo spiyan – Ji bo ne spiyan qedexe ye!, Peravên deryayê li Muizenberg a nêzîkî Kapstadt 1985

Apartheid navê sazûmaniya kolonyalîstan a berê ya li Afrîkaya Başûr li ser desthilatiyê bû ye. Bêje ji zimanê afrîkaanî tê û wateya wê "Bi taybetî veqetandin" e. Îro ji bo tevgerên dijmirovane û cudaxwaz ên nîjadperestiyê tê bikaranîn.

Tê zanîn ku beriya ku Nelson Mandela û ANC a ku hevyekiya nîjadan diparastin bibe desthilatdar bi dehan salan li vî welatî mirovên çermereş ji dagirkerên çermespî yên bermahiyên kolonyalîstan bûn, dihatin veqetandin.

Kesên çermereş nedikarîn sûdê ji cihên ku çermespî bikardîanîn werbigirin. Bo mînak aşxane, nexweşxane, dibistan, mal, kolan hwd ên herdu nîjadan diviyabû ji hev cuda bin. Rejîma nîjadperest kiryarên dijmirovane li çermereşan dikir û herçendî çermereş 85 % ji gelheya vî welatî bûn jî, ti mafekî wan î heman-jiyanê nebû.

Bingeha vê rejîmê kana xwe ji dagirkeriyê digirt. Brîtanî, Holandî û berên din Ewropayî wekî kolonyalîst çûbûn wir û dixwastin heya heyiyê ev yeka han bidome. Ji bo parastina vê sazûmaniya ne-dadî ji êşkence û kuştinê, heya ceribandina komkujiyan her tişt bikardianî.

Ji aliyekî ve jî nerazîbûnên hundurîn û derveyî jî xwe birêxistin dikirin. Serî de ANC û tevgerên aştîxwaz ên çermesoran, li seranser cîhanê tevgerekî xurt li dijî rejîmê derket holê. Sala 1961'î de Afrîkaya Başûr ji Civata Îngîlîz a neteweyan (Commonwealth of Nations) hate derxistin.

Sala 1986'î rejîm mecbûr ma ku hin gavan bavêje. Lê ev gav ên piçûk bûn û serokê efsaneyî yê ANC hêj zîndanî bû.

NY gelek ambargo ji bo vî welatî danîn. Van ambargoyan û têkoşîna aştîxwazên cîhanê biserdikeve û di avrêla 1990'î de Nelson Mandela tê azadkirin.

Di hilbijartinên 27'ê avrêlê 1994'î de ANC û çermereş serkeftinê bidestdixin û Nelson Mandela jî dibe serokkomar.

Herwekî binêrin

Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA