Kulîlk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B r2.7.1) (robot guhêrandin: ne:फूल
ZéroBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot zêdekirin:arc:ܗܒܒܐ
Rêz 22: Rêz 22:
[[an:Flor]]
[[an:Flor]]
[[ar:زهرة (نبات)]]
[[ar:زهرة (نبات)]]
[[arc:ܗܒܒܐ]]
[[ast:Flor]]
[[ast:Flor]]
[[ay:Panqara]]
[[ay:Panqara]]

Guhartoya 23:15, 24 hezîran 2012

Kulîlk erdxanê (dinya) dixemilînin

Kulîlk an çîçek formeke riwekê ye. Kulîlk organên nûvejîna, hilberîna riwekan dihewînin. Ango di kûlîlkekê de organên ji bo gihan û hilberînê hene. Kulîlk bi pel (belg), histrî (dirî), qalik ûêd organên hilberînê diparêze, nahêle ziyan li wan bikeve daku riwek bê hilberîn, ûrtê, eslê wê kor nebe, ji holê ranebe.

Çawa ku mirov an ajal dizên (tên jiyanê), mezin dibin û ji bo eslê xwe berdewam bikin bi riya organên zayendî cot dibin, riwek jî wisa ne. Dê û bav pitik û zarokan diparêzin, xwedî dikin, nahêlin ziyan bigihê wan. Ev behremendiya xwezayî bi riwekan re jî heye.

Organên zayendî yên kulîlkê

Parînekên kulîlkê yên din

  • Gupik
  • Qemçik, pedîsel
  • Pel (belg)
  • Reh

Cotbûna kulîlkê

Di kulîlkê de erka gupikê (ango serê kulîlkê) cotbûn e ku viya bi xwe, bi alîkariya bayê û ajalên firende, bi taybetî mêş û mozan dike. Hin kulîlk vî karî bi xwe dikin. Polenên ji organê nêrtiyê diqetin, xwe digihînên organên mêtiyê yên kulîlkên din. Heger ba têr bike bi bayê dibe, heger têr neke mêş û moz vê karî dikin. Li cihên ku kêm ba hebe û mêş-moz nikarin jiyana xwe bidomînin, jiyana kûlîlkan dikeve xetereyê. Jixwe, kulîlk forma xwe gorî avhewayê digirin, her kulîlk li her derê najî.