Gurên Boz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
ZéroBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot zêdekirin:pt:Lobos Cinzentos
Rêz 51: Rêz 51:
[[nl:Grijze Wolven]]
[[nl:Grijze Wolven]]
[[pl:Szare Wilki]]
[[pl:Szare Wilki]]
[[pt:Lobos Cinzentos]]
[[ru:Бозкурт]]
[[ru:Бозкурт]]
[[sl:Sivi volkovi]]
[[sl:Sivi volkovi]]

Guhartoya 20:12, 29 hezîran 2012

Gurên Boz (bi romî: Bozkurtlar, ji aligiran re Bozkurtçular) endamên partiya rastradîkal MHPê û ji komeleya bi heman navê re dibêjin. MHP („Milliyetçi Hareket Partisi - Partiya bizava neteweperwer“), sala 1961'ê ji aliyê Alparslan Türkeş ve tê damezirandin.

Endamên vê bizavê xwe wekî Ülkücüler - Mengîweran/Îdealîstan binav dikin. Rêxistina vê tevgerê ya ciwanan Ülkücü Gençlik („ciwanên îdealîst“) e.

Bingeha Gurên Boz

Gorî efsaneya Romayiyan bi navê Romulus, Paulus du şervanan bingeha Romayê avêtine û romayî ji wan herdu zilaman in. Van herdu zilam sêwî mane, bê dê û bav jiyane. Guran ew xwedîkirine. Şîrê dêleguran xwarine, wisa li jiyanê mane.

Efsaneyeke Çeçenan gurê dişibîne gelê Çeçen. Li ser ala Çeçenistanê ya neteweyî jî gur heye. Heger gur rûniştî be, xelkê çeçen di aramî û aşitiyê de ye. Heger gur li ser piyan be û bizûre roja şer e, divê gelê çeçen cîhanê bihecînin. Hin îdia hene ku Alparslan Türkeş ev sîmbola gurê ji çeçenan girtiye, lewra malbata wî de bingeheke qefqazî heye. Ango dibêjin Türkeş di malbatê ev efsane bihîstiye, dema MHPê dadimezirîne jî vê sîmbolê werdigire.

"Kök böri"

MHPyî bi xwe van îdîayan napejirînin, bingeha gurên boz li Asyaya Navîn di zimanên altayî de digerin. Dibêjin di zimanê altayî de Kök Böri heye, di wateya „gurên şînboz an esmanî“ de ye. Di dîroka tirkên asyayî de cihê gur heye lê ya îro tê bikaranîn ji aliyê Türkeş ve hatiye vedîtin.

Bîrdozî

Armanca vê bizavê yekîtiya gelên tirk, avakirina dewleta yekgirtî ye. Ji deryaya Adriyatîk, Balkan heya Çînê welatê tirkan binav dikin ku ev herwiha bi navê pantirkîzm tê zanîn. Divê tirkên Anatoliyayê pêşengiyê bikin, Tirkiye piştgiriyê bide tirkên navenda Asyayê.

Gurên boz wekî dijmin an dijber cihû, xrîstiyan, PKK, ermenî, yewnan, komûnîzm, siyonîzm, Vatîkanê dibînin.

Li Tirkiye, Azerbaycan, başûrê Kurdistanê (di nava tirkomanan de), Îraq, Kîpros, Bulgaristan, Bosna û Herzegovîna û welatên rojavayê Ewropayê komele, weqf, rojname, kovarên wan hene.

Silava Gurên Boz

Destên xwe yên rastê didin jor û bêçiya gustîlê û ya navîn didin ser a serî. Ango bi destên xwe serê gurê çêdikin. Ev silava han giregirê MHPê Necdet Sevinç derxistiye.

Yekîneyên çekdarî û paramîlîtar

Bi texmînî heya niha zêdetirî 100.000 salar (komando) perwerde kirine. Ev yekîne ji sala 1968'ê ve li dijî kurd, elewî û çepgiran hatine bikaranîn. Bi îdiaya Faruk Şen a di pirtûka bi navê Türkei. Land und Leute. (München 1986, r. 110) de, komandoyên Gurên Boz kujeriyên profesyonel kirine, siyasetmedar, ronakbîr kujtine.

Sonda Ülkücüyan

„Son bi Xwedê, Quran, welat, alê be. Şehîd û xaziyê min bawer bin. Wekî ciwanên tirkê Ülkücü (îdealîst), dê têkoşîna me ya dijî kapîtalîzm, faşîzm û bi her awayê emperyalîzmê bidome. Têkoşîna me heya neferê, bêhna, dilopa xwînê ya dawî be. Têkoşîna me heya Tirkiyeya neteweperwer, Tûranê ye. Wekî ciwanên tirkên Ülkücü, bêzar nabin, nakevin (nahedimin, têk naçin), dê biserkevin, biserkevin, biserkevin. Xwedê tirk biparêzê, berz bike. Amîn.“

Çavkanî

  • Emre Arslan: Der Mythos der Nation im transnationalen Raum. Türkische Graue Wölfe in Deutschland - Di herêma neteweyên tevlîhev de efsane. Gurên Boz ên tirk li Almanyayê. Wiesbaden 2009, ISBN 3-531168-66-5.
  • Fikret Aslan, Kemal Bozay: Graue Wölfe heulen wieder. Türkische Faschisten und ihre Vernetzung in der BRD - Gurên boz dîsa dizûrin. Faşîstên tirk û rêxistinên/hêlînên wan li Almanyayê. Münster 2000, ISBN 3-897710-04-8.
  • Barbara Hoffmann, Michael Opperskalski, Erden Solmaz: Graue Wölfe. Koranschulen. Idealistenvereine. Türkische Faschisten in der Bundesrepublik.. Köln 1981, ISBN 3-760906-48-6.
  • Jean-Christophe Grangé: Das Imperium der Wölfe. Bergisch Gladbach 2005, ISBN 3-404-15411-8.

Girêdan