Cihûtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot zêdekirin:wa:Djudayisse
ZéroBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot zêdekirin:tg:Дини яҳудӣ
Rêz 181: Rêz 181:
[[ta:யூதம்]]
[[ta:யூதம்]]
[[te:జుడాయిజం]]
[[te:జుడాయిజం]]
[[tg:Дини яҳудӣ]]
[[th:ศาสนายูดาห์]]
[[th:ศาสนายูดาห์]]
[[tl:Hudaismo]]
[[tl:Hudaismo]]

Guhartoya 01:38, 1 tîrmeh 2012

Sembola herî kevn a cihûtiyê findanka bi heftşax a bi navê Menore ye
Dîmenek ji kinîşta Mela Yaqûb li Îsfehanê (Îran)
Stêrka Dawid semboleke cihûtiyê ye
Sê jinikên cihû li bajarê Riwandizê (Kurdistan) di sala 1905-an de
Dîwarê Rojava li Orşelîmê bingeha perestgeheke kevnar a cihûyî ye

Cihûtî, cihûdîtî, mûsewîtî an jî yahûdîtî, ola cihûyan e. Cihûtî oleke kevn e, berî zêdeyî 3000 salan destpêkiriye. Cihûtî li ser bingehên Peymana Kevin tê avakirin, bi taybetî, Kitêbên Mûsa, yên ku ji pênc kitêbên pêşîn pêk tên: kitêba Destpêkirinê (Genesîs), kitêba Derketina Îsraêl ji Misrê (Eksodus), kitêba Lêwiyan (Levîtîkus), kitêba Hijmartinê (Numerî) û kitêba Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom). Pirtûka pîroz a cihûyan Tewrat e. Zebûr an Zebûrên Dawid jî wek pirtûkeke pîroz tê qabûlkirin. Di cihûtiyê de Talmûd û şirovekirinên maliman jî giring in.

Cihê ayîna cihûyan kinîşt e.

Cihûyên Kurdistanê

 Gotara bingehîn: Cihûyên Kurdistanê

Li Kurdistanê heta salên 1950-1951-ê gelek cihû hebûn. Dibêjin ku cihûyên pêşîn di sedsala 8-em de b.z. gihiştine Kurdistanê, piştî ku asuriyan Îsraêlê dagîr kiribû. Mala keyên Adiabeneyê, ya ku serbajarê wê Hewlêr bû, cihûyî bû.

Elbak û Amêdî

Li gorî Vital Cuinet di sala 1891-ê de hijmara rûniştvanên Elbakê (Başqelayê) 7.000 kes bû, ji wan 1.600 cihû bûn. Li bajarê Amêdiyê jî, hijmara akinciyan 5.000 kes bû û ji wan 1.900 cihû bûn. Kinîşta Amêdiyê yek ji kevintirîn kinîştên Kurdistanê bû, di sala 1228-an de hatibû avakirin.

Alliance Israélite Universelle

Rêxistina Alliance Israélite Universelle di salên 1900 û 1906-an de li Mûsilê dibistan vekirin, pişt re di sala 1912-an de li Kerkûkê jî xwendegehek sazbû.

Cihûyên bajarî

Li gorî Encyclopaedia Judaica, di sala 1947-an de hijmara cihûyên ku li bajarên mezin dijiya wisa bû:

Cihûyên gundî

Li gelek bajarên biçûk jî rûniştvanên cihûyî hebûn, bi taybetî li van bajaran: Sindur, Riwandiz, Til-Kabar, Barazan (Barzan), Dihok, Akrê, Şanduxa, Bitanura, Elbak, Koye, Mirawa, Karada, Girzengal û li gelekî cihên din.

Cihûyên Kurdistanê yên îroyîn

Îro li Îsraelê, qederê 100.000-150.000 cihû hene, yên ku bi eslê xwe kurd in.

Cihû li cîhanê

Li cîhanê di sala 1939-an de hijmara cihûyan li derûdora 17 milyon bû; di 1951-ê de piştî kuştara bi destê rejîma Hitler, 10 milyon cihû diman. Di sala 2007-an de hijmara cihûyan 13,2 milyon e, ji wan 41% li dewleta Îsraelê dijîn.

Çavkanî

Girêdanên derve

Şablon:Link FA