Sergey Yesenîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TjBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2) (robot zêdekirin:af:Sergei Jesenin
Rêz 56: Rêz 56:
[[mhr:Есенин, Сергей Александрович]]
[[mhr:Есенин, Сергей Александрович]]
[[mk:Сергеј Александрович Есенин]]
[[mk:Сергеј Александрович Есенин]]
[[mrj:Есенин, Сергей Александрович]]
[[nl:Sergej Jesenin]]
[[nl:Sergej Jesenin]]
[[pl:Siergiej Jesienin]]
[[pl:Siergiej Jesienin]]

Guhartoya 15:53, 7 tîrmeh 2012

Sergey Yesenîn

Sergey Aleksandrovîç Yesenîn an bi kurtî Sergey Yesenîn, carinan Sergey Esenîn jî tê nivîsandin, bi rûsî: Серге́й Алекса́ндрович Есе́нин (3ê cotmeha 1895, Konstantinovo - 27ê berfanbara 1925, Lenîngrad), helbestvanê lîrîkrûs e.

Yesenîn ku jê re "Pûşkînê Nû" dihate gotin, kurê malbatek gundî bû ye. Zarokahiya xwe li mala kalikê xwe li gund derbaskiriye. Di neh saliya xwe de helbesta xwe ya yekem nivîsandiye. Di Heftdeh saliyên xwe de di sala 1912an de ji gundê xwe vediqete û diçê Moskovayê, paşî jî berê xwe dide Lenîngradê. Li herdu bajaran jî bi gelek helbestvan, nivîskar, hunermend û şoreşvanan yên wek Aleksandr Blok, Sergey Gorodetskî, Nîkolay Klyuyev û Andrey Belî re dostanî pêk dihêne.

Di sala 1916an de Yesenîn pirtûka xwe ya helbestan ya yekem bi navê Rîtûela Mirinê weşand. Pirtûka wî ji aliyê gel ve pirr bi xweşî dihê pêşwazî kirin û ew dibe helbestvanekî gelek navdar.

Pênc caran zewiciye. Zewaca xwe ya yekem bi Anna Îzryadnova re dike û ji wê kurekî bi navê Yûrî çêdibe. Zewaca xwe ya duwem bi Zinaida Reich re dike û ji vê zewacê jî keç û kurekî wî yên navên wan Tatyana û Kostantîn çêdibin. Di sala 1922an de cara sêwem bi Isadora Duncan ku reqqaseyek DYA'yî bû re kir. Bi saya vê zewacê li Ewrûpa û DYA'ye digere. Lê ji ber ku Yesenîn zêde bi araqê ve hatiye grêdan vê zewaca wî pirr kin dom kiriye û di sala 1923an de jî vegeriyaye Moskovayê. Heman salê dihê gotin ku zewaca xwe ya çaremîn bi haweyekî ne fermî bi aktrîs Augusta Miklaşevskaya re kiriye. Zewaca xwe ya pêncemîn bi neviya Tolstoy ya ku navê wê Sofia Tolstoy bû ye re kiriye.

Yesenîn dawiya jiyana xwe bi araqxwurî û bi bêpergalî derbasdike. Di 1924an de vedigere gundê xwe.

Di sala 1925an de li Lenîngradê di odeyek otêlekê de piştî ku bi xwîna xwe li dîwar helbesta "bi xatirê te hevalê min" dinivîsîne xwe daldiqîne.

Helbestên wî piştî xwekuştina wî pirtir navdar bûn û ji aliyê gelek muzîkvanan ve hatin bestekirin

Çavkanî