Rojda: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Şêr (gotûbêj | beşdarî)
B clean up, replaced: undeke → undekî AWB
PixelBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot jêbirin: tr:Rojda Aykoç
Rêz 46: Rêz 46:
[[de:Rojda Aykoç]]
[[de:Rojda Aykoç]]
[[en:Rojda Aykoç]]
[[en:Rojda Aykoç]]
[[tr:Rojda Aykoç]]

Guhartoya 09:52, 10 tîrmeh 2012

Rojda (z. 1978 li Misircê, wek Kadriye Şenses) stranbêjeke kurd e.

Kurtejiyan

Rojda di sala 1978'an de li Tutun, gundekî navceya Misircê ya Sêrtê, jidayikbû. Di 12 saliya xwe de dest bi xebatên muzîkê kir. Sê salan di nava komên di bin sîwanên HEP û DEP'ê de stran got.

Rojda digel koma Gulên Xerzan

Piştî qedandina dibistana xwe, ew di sala 1991'an de ji bo xwendina beşa muzîkê diçe Stenbolê, li wir tevlî xebatên (Navenda Çanda Mezopotamyayê) NÇM'ê dibe û û dibe yek ji solîstên Koma Gulên Xerzan, ya ku ji aliyê birayê wê hatibû damezrandin. Kom di çarçoveya Navenda çanda Mezopotamya xebatên xwe dimeşand. Kom di sala 1994'an de albûma xwe ya ewil ya bi navê 'Ji bîr nabin' dikişîne. Duyemîn albûma wan a bi navê 'Sonda Me' di sala 1997'an de hate weşandin. Rojda bi taybetî bi strana 'Helîmcan' xwe da nasîn û dengê wê êdî ji aliyê guhdarvanan ve gelek hate ecibandin. Di heman salê de ew tevlî koma Asmîn bû, ya ku ji keçên kurd pêk dihat, lê dmeke dirêj di komê de nema. Sêyemîn albûma komê 'Rukena min' di sala 2005'an de hat weşandin. Klîbên 'Memed kanî' û 'Ello dîno' di Festîvala Klîpan a Zaxoyê wek baştirîn klîpên salê hatin hilbijartin.

Kariyera wê ya solo

Rojda salekê bi şunde ji Koma Gulên Xerzan vediqete û bi awayeke serkeftî dest bi kariyera xwe ya solo dike. Yekemîn albûma wê ya solo di sala 2006'an de tê weşandin û bi stîla xwe ya nûjên û cûda gelek tê ecibandin.[1]

Dozvekirin

Rojda di 25'ê adara 2010'an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Amedê ve ji ber 'propagandakirina bo rêxistineke îllegal' hat mehkûm kirin û du sal cezaya zîndanê xwar. Berî cezaxwarinê jî serokwezîrê tirk Recep Tayyip erdoxan wê û gelek hunermendên kurd dawetî xwarinekê kiribû, ji bo danasîna 'Pateka Demokrasiyê' (taktîka nû ya AKP ji bo 'çareserkirina pirsgirêka kurd'), lê Rojda dawetê qebûl nekiribû û got ewê tevlî xwarinê nebe.[2]

Stîla Rojda

Endama koma muzîkê ya Gulên Xerzan Rojda bi şirovekirina stranên klasîk mîna strana "Wer Helîmê" dengê xwe gihand mîlyonan. Rojda ku dikare li tenbûr, dahol û erbanê bixe di heman demê de solîstiya Koma Asmîn a ji jinan pêk tê jî kir.

Dîskografî

Digel koma Gulên Xerzan:

  • Ji Bîr Nabin (1994)
  • Sonda me (1997)
  • Rûkena Min (2005)

Albûmên wê yên solo:

  • Sebra Min (2006)
  • Hat (2011)

Xebatên din:

  • Mem û Zîn
  • Şahiya Stranan
  • Şevbuhêrka Dengbêja

Çavkanî

Girêdanên derve