Xelat: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Rêz 36: | Rêz 36: | ||
Di qeydên dîrokî de navê [[Xelat]]ê wekî Xelat, Xalads, [[Axlat]], Şaleat (Ermenî), Kelath (Aşûrî), Xîlat (Erebî) derbasdibe. Piştî avabûna Komara Tirkiyê di sala [[1924]] ´î de dibe navçe. |
Di qeydên dîrokî de navê [[Xelat]]ê wekî Xelat, Xalads, [[Axlat]], Şaleat (Ermenî), Kelath (Aşûrî), Xîlat (Erebî) derbasdibe. Piştî avabûna Komara Tirkiyê di sala [[1924]] ´î de dibe navçe. |
||
== |
== Navdarên Xelatê == |
||
* [[Seyyid Ahmed Axlati]] |
* [[Seyyid Ahmed Axlati]] |
||
Ev zat kurrê [[Seyyid Alî|Seyyid Alî'yê]] Xorasanî ye. Leqeba wî Lur baba ye.Di 682'ê Hicrî da li Axlat'ê vêfat kirîye. Şêxê terîqeta Suhreverdî bûye. |
Ev zat kurrê [[Seyyid Alî|Seyyid Alî'yê]] Xorasanî ye. Leqeba wî Lur baba ye.Di 682'ê Hicrî da li Axlat'ê vêfat kirîye. Şêxê terîqeta Suhreverdî bûye. |
Guhartoya 22:14, 15 tîrmeh 2012
Navçeya Xelatê Ahlat | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Bidlîs (parêzgeh) |
Serbajar | Xelat |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 26 gund |
Hejmara mezran | 2 mezre |
Gelhe (2008) | 35.236[1] kes |
Rûerd | 1.044 km2 |
Berbelavî | 33,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 19.551 kes |
Koordînat | 38°45′1″Bk 42°28′34″Rh / 38.75028°Bk 42.47611°Rh |
Bilindayî | 1.720 m |
Koda postayê | 13400 |
Koda telefonê | (+90) 434 |
Xelat (tr. Ahlat) yek ji navçeyên Bedlîsê ye. Rûber 1.044km² ye. Hejmara niştecihên navendê 23.000 û bi giştî jî nêzîkî 45.000 e. 26 gund û 2 mezreyê wê hene. Gel ji Kurdan pêk tê. Di salên 60´î de dewleta Tirk navên cografîk ên Kurdî qedexe kiriye û navên bi Tirkî pêve daniye. Seyyid Mahmud Bırifkani dı pırtuka xwe bi navé "Bırifkan Seyyidleri"da weha goti: "Çar hêzar sal berê dema huriya ev bajar ava kır.Herdu tıştêku jê hez dıkırın ku axu çiyabu bi heve zelıqandın u gotın Axlat yani (ax) u (lat).Her wek tê zaninê aliki Axlatê çiyayê sipanı u aliki wiji axı.Axlatê navê xwe gırtiye.Her wek tê zaninê huri bapirê kurdane. Di qeydên dîrokî de navê Xelatê wekî Xelat, Xalads, Axlat, Şaleat (Ermenî), Kelath (Aşûrî), Xîlat (Erebî) derbasdibe. Piştî avabûna Komara Tirkiyê di sala 1924 ´î de dibe navçe.
Ev zat kurrê Seyyid Alî'yê Xorasanî ye. Leqeba wî Lur baba ye.Di 682'ê Hicrî da li Axlat'ê vêfat kirîye. Şêxê terîqeta Suhreverdî bûye.
Navê wîyê aslî Seyyid Muhammed e. Leqeba wî Hacî Nizamiddîn e.Kurrê Seyyîd Ahmed Axlatî ye. Di sala 751'ê Hicrî da wefat kirîye.Turba wî li Taxa dere e ye.(Wadi)Lê nixabin di bubelerzada eftax xera bûye. Niha bi ve nave taxaki weha nîne. Dibe ku eftax Xerabe şehir an ji taxa Qale e be. Şêxê terîqeta suhreverdi ye.
Kurrê Haci Nîzamiddîn Axlatî ye.Şêxê terîqeta suhreverdi ye. Di 781'ê Hicri da li Axlat'ê vefat kirîye.
Ev zat di ilmê zahir û batin da mahir bû. Di terîqeta suhreverdi da bi kutub bû di zanistîyê da feylesof bû. Giştıbû sırr û esrarê Imam'ên Ehlebeytê. Ji ber vê yekê jêra dihat gotin Imam Huseyin Axlatî. Di sala 808'ê Hicrî da li Misrê li Qahîreyê wefat kirîye. Turba wî li menteqe ya İmamêyn e. Çar kurrê wî hene, Seyyid Baba Mensur û Seyyid Baba Maksud û Seyyid Mir Hesen û Seyyid Muhammed. Malbata Birîfkaniya ji Seyyid Baba Mensur tê. Navê kurrê Seyyid Baba Mensur, Seyyid İshak Axlatî bûye. (890 H.) Navê kurrê wî Seyyid Ebdulgani Axlatî (926 H.) Navê kurrê wî Seyyid Suleyman Axlatî bûye (961 H.) Navê kurrê wi Seyyid Mûsa Axlati ye.(995 H.) Navê kurrê wî Seyyid Abdulkerim Axlatî ye .(1027 H.) Navê kurrê wî Seyyid Şemseddin qutbê Axlati Birîfkanî ye.Hemû Birîfkanî ji zurryeta Seyyid Şemseddin e. Nêha Birîfkanî li Iraq'ê û Turkiyeyê (Axlat-Diyarbekir-Erzurom u Wanê) û Sûrî (Hama) dijîn.
- Îzed Beg , Serhildana Kurdan di bin serokatiya Îzed Beg
Wargehên dîrokî û tûrîstîk ên Xelatê
- Pireya Xerabşarê
- Kela Romayî
- Kela Xerabşarê
- Mizgefta Babacan (tr. Bayindir Cami)
- Mizgefta Îskender
- Mizgefta Qazî Mehmûd
- Mizgefta Lezgîn Beg (tr. Ulu Cami)
- Goristana Med (tr. Türk Büyükleri Mezarligi)
- Goristana Şêxê Reş
- Goristana Çilbira
- Goristana Erkîzan
- Hemama Emirxan Îskender (tr. Iskenderpasa Hamami)
- Kumbeta Erkîzan Xatûn (tr. Erzen Hatun)
- Kumbeta Keşîş
- Kumbeta Filehan (tr. Hasan Paşa Kümbeti)
- Kumbeta Lezgîn Beg (tr. Emir Bayindir Kümbeti)
- Kumbeta Xosrov û Kinarê (tr. Esen ve Tekin Kümbeti)
- Tirba Şêx Necmedîn
- Tirba Emirulereb (tr. Ali Tübesi, Arapemiri Türbesi)
Çavkanî
2.Seyyid Mahmut Bırifkani-"Bırifkan Seyyidleri"