Ker: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B r2.7.2) (robot zêdekirin:szl:Yjzel |
B r2.7.2+) (robot zêdekirin:si:බූරුවා (සත්ත්වයා) |
||
Rêz 114: | Rêz 114: | ||
[[sco:Cuddie]] |
[[sco:Cuddie]] |
||
[[sh:Magarac]] |
[[sh:Magarac]] |
||
[[si:බූරුවා (සත්ත්වයා)]] |
|||
[[simple:Donkey]] |
[[simple:Donkey]] |
||
[[sk:Somár domáci]] |
[[sk:Somár domáci]] |
Guhartoya 10:55, 22 tîrmeh 2012
Ker | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Perissodactyla |
Famîle: | Equidae |
Cins: | Equus |
Binecins: | Asinus |
Cure: | E. asinus |
Navê zanistî yê latînî | |
Equus asinus Linnaeus, 1758 |
Ker an her (Equus asinus) ajalek ji malbata hespan e.
Li hin deverên Kurdistanê jê re çarpê jî dibêjin. Yek ji ajalên alîkarê mirovan e. Ji kerên mêr re maker an maher tê gotin. Ji pehîna kerê re zîtok tê gotin. Carinan dema mirovek jî pehîneke paşpaşokî bavêje, jê re zîtok dibêjin. Herwekî ji kerên çêlik re kurrîk tê gotin. Li hin deveran ji keran re, çarpê û guhdirêj jî dibêjin lê evana di axavtinên civakî de bo rêzgirtinê tên bikaranîn.
Cara pêşîn li Mezopotamya hatiye kedîkirin. Kerên îro pirranî ji Efrîqayê belav bûne. Cureyên kerên Asyayê jî hene lê evana bi hesp an hêştirmeyan ve hatine gandin.
Ker herçendî ajaleke bikêr e, ewçendî jî di çanda devkî ya kurdan de cihdigire. Yek ji elementên bingehîn ên zargotina kurdî ye. Ker di şîretkirina zarokan de sîmbola bêhiştî, derenmayînî, mafdaxwarin û kêm agahdariyê ye. Dîsa di kurdî de bi navê kerê çêr/dijûn jî tên kirin.