Patrick Blackett: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B wêneyekî din |
B robot zêdekirin:sa:पेट्रिक एम एस ब्लाकेट |
||
Rêz 65: | Rêz 65: | ||
[[ro:Patrick Maynard Stuart Blackett]] |
[[ro:Patrick Maynard Stuart Blackett]] |
||
[[ru:Блэкетт, Патрик Мейнард Стюарт]] |
[[ru:Блэкетт, Патрик Мейнард Стюарт]] |
||
[[sa:पेट्रिक एम एस ब्लाकेट]] |
|||
[[sk:Patrick Maynard Stuart Blackett]] |
[[sk:Patrick Maynard Stuart Blackett]] |
||
[[sl:Patrick Maynard Stuart Blackett]] |
[[sl:Patrick Maynard Stuart Blackett]] |
Guhartoya 18:02, 25 tîrmeh 2012
Patrick Maynard Stuart Blackett, Baron Blackett, OM, CH (* 18'ê sermawezê 1897 li London, Brîtanya; † 13'ê tîrmehê 1974 li London) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1948'î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî
Li dibistana Royal Naval College a Dartmouth û Osborne dixwîne û tevlî artêşê dibe. Li Cambridge, Göttingen perwerdeya fîzîkê dibîne. Sala 1933'î dibe profesor.
Bi destpêkirina şerê cîhanê yê duyemîn, dîsa vedigere artêşê û wekî gerînendeyê zanyarî yê hêzên hewayî dixebite. Li ser U-Boot û Antî U-Bootan lêkolînan dike. Ji bo artêşa Brîtanî li çekên nû digere.
Sala 1953'î Blackett dibe dekanê fakûlteya fîzîkê ya Imperial College of Science and Technology a Londonê. Îro ev dibistan bi navê wî tê binavkirin. Di nava salên 1965 heya 1970 Blackett, serokê Royal Society bû.
Sala 1969 ew payeya Baron werdigire. Sala 1924'î dizewice.
Xebat û girîngiya wî
Bingeha lêkolînên wî pirranî bipêşxistina çekên nûjen bo artêşê bû. Sala 1933'î elektronan ji hev cuda dike. Elektronên pozîtîv û yên negatîv li hev kom dike. Li ser fîzîka parçeyan û dijî parçeyan lêkolînan dike. Herwiha ew jî li ser fîzîka dendikî radiwestiyabûye.
Piştî şerê duyemîn bala xwe berdide tîrêjên kozmîk. Sala 1948'î li ser spekûlasyonên îzotropîya tîrêjên kozmîk û manyetîka wan radiweste.
Blackett di ciwaniya xwe de bi polîtîkayê re jî bilîbûye. Di nava komên çepgir û paşê jî di nava refên Partiya Karkeran de cihgirtiye. Berevaniya sosyalîzmê kiriye.
Xelat û paye
- Royal Medal a Royal Society, 1940
- American Medal for Merit (ji bo xebatên birêvebirina şerê U-Bootan), 1946
- Xelata Nobel a fîzîkê, 1948