Teyr (stêr): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûpela nû: "thumb|right|Qiyaskirina Teyr(li çepê) û rojê ve '''Teyr'''(et Teyr) (Alfaya Qertel, α Qertel) geştirîn stêra di komstêra [[Qertel (..."
 
B Cyrus the virus navê Teyr (stêrk) weke Teyr (stêr) guherand
(Cudahî nîne)

Guhartoya 21:14, 31 tîrmeh 2012

Qiyaskirina Teyr(li çepê) û rojê ve

Teyr(et Teyr) (Alfaya Qertel, α Qertel) geştirîn stêra di komstêra Qertelê de ye û ew 12'emîn geştirîn stêra ezmana şev e. Qedra wê ya zahîrî 0.77 ye ew sergoşeyê sêgoşeya havînê ye û bi Deneb û Vega ve vê asterîzmê pêk tîne.

Teyr 16.7 salên roniyê (5.13 parsecan) dûra dinê ye û yek ji stêrên herî nêzika dinê ya ku bi çavên rût tên dîtin e. Giraniya teyr 1.8 carî, û geşiyê wê jî 11 carî ya rojê ye. Ew pirr bi lez di dor xwe re dizivire û leza wê ya li ekwator nêzî 286 km/s û ew zivirîna xwe ya di dor xwe re 9 seatan careke temam dike. Bona qiyasê: Roj di dor xwe re encax 25 rojan de dizivire. Bona leziya vê zivirînê ew ji qutban de pehn e.

Navê el Teyr ji serdema navîn virve tê bikaranîn. Navê wê ji kurtkirina navê erebî النسر الطائر en-nesr eṭ-ṭayr (Qertela difire) de tê.