Semsûr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:no:Adıyaman
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:nn:Adıyaman
Rêz 224: Rêz 224:
[[ms:Adıyaman]]
[[ms:Adıyaman]]
[[nl:Adıyaman (stad)]]
[[nl:Adıyaman (stad)]]
[[nn:Adıyaman]]
[[no:Adıyaman]]
[[no:Adıyaman]]
[[pl:Adıyaman]]
[[pl:Adıyaman]]

Guhartoya 10:15, 23 tebax 2012

Bajarê Semsûrê
Adıyaman
Bajarê Semsûrê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Adiyeman
Serbajar Semsûr

Hejmara nahiyan 5 nahiye
Hejmara bajarokan 5 bajarok
Hejmara gundan 124 gund

Gelhe (2009) 259.497[1] kes
Rûerd 1.679 km2
Berbelavî 154,55 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 198.433 kes
Koordînat 37°45′49″Bk 38°16′32″Rh / 37.76361°Bk 38.27556°Rh / 37.76361; 38.27556
Bilindayî 680 m
Koda postayê 02 xxx
Koda telefonê (+90) 416
Semsûr li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Semsûr
Semsûr
Semsûr (Tirkiye)

Semsûr (bi tirkî: Adıyaman) navçe û serbajarê parêzgeha Adiyemanê ye ku dikeve Bakurê Kurdistanê. Semsûr di nav sinorên komara Tirkiyê de ye. Çaxa osmaniyan navê xwe Hisnê Mensûr (tr: Hısn-ı Mansur Sancağı) bû.

Nav

Hisn Mensûr (Kela Mensûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyê navê bajar bû Adiyaman. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr. Wekî din çend navê wê yên ku pir nayên zanîn hene weke: Kor Semsûr, Wadî leman, Yadîyeman. Ji gor balekê jî di mehna welatê dayîkê de tê gotin ku "Ya-dê-ya-min".

Dîrok

Dîroka Semsûrê li gorî lêkolînên ku li Şikefta Palaniyê hatine kirin heya berî zayînê(BZ) 40.000’an dihere. Li gorî dîroka nivîskî, tê diyarkirin ku gelê yekemîn ku li derdora Semsûrê cîwar bûye, yek ji gelên qewmên Hînd-Ewropî gelê Hîtîtî ye. Piştî Hîtîtiyan jî li herêma Semsûrê gelek şaristanî bûne desthilatdar û bajar di tesîra van şaristaniyên hatî û çûyî de maye.

Dema Hîtîtiyan (BZ 1650-1340):

Di dema Qral Telepinusê yekem de Şaristaniya Hîtîtî desthilatdariya xwe li Anatoliyê bi hêz kiribû. Li gorî nivîskên Bogazkoyê, Semsûr jî di vê demê de diket nava sînorên Şaristaniya Hîtîtiyan. Piştî Telepinus serweriya Hîtîtîyan li herêmê qels bû.

Dema Hûrrî û Mîtanniyan: (BZ 1340-1000) Hûrriyan BZ sedsala XIV’an de Hûrriyan desthilatdariya herêma Semsûrê bi dest xistin. Tê îdîakirin ku şikeftên li Çiyayê Nemrûd bermayiyên Hûrriyan in. Mîttaniyan desthilatiya Hûrriyan têk bir û serweriya herêmê bi dest xist. Tê zanîn ku BZ di navîna sedsala 15’emîn de, Mîttanî li herêma Meletiyê desthilatdar bûn.

Qraltiya Kummuh: (BZ 1000-708)

Piştî hilweşîna Hîtîtiyan, li Mezopotamyaya Jorîn ji aliyê sîyasî ve gelek guherîn pêk hatin. Li cihên di bin desthilatdariya Mîtanniyan de dewletên nû derketin holê. Di BZ 1000’an de li herêma Semsûrê Qraltiya Kummuh hate damezrandin.

Qraltiya Asûran: (BZ 708-605)

Di BZ 708’an de di navbera Qraltiya Kummuh û Asûriyan de şerê rû da û Qraltiya Kummuh têk çû. Qralê Asûran Sargonê II. herêm bi dest xist û piraniya niştecihan sirgûnî Mezopotamya Başûr kir.


Dema Persan: (BZ 553-333) BZ 553’an de hikumdarê Îranê Keyxusrew sînorên Anatoliyê yên heya Qizilirmakê bi dest xistin.
Bi vê yekê re Semsûr jî tevî sînorên Persan bû.

Dema Helenîstîk: (BZ 333-323)

BZ 333’yan de Îskenderê Mezin hikumdarê Persan Dariusê III. têk bir û axa Persan a li Anatoliyê tevî ya Împaratoriya Îskender bû.

Qraltiya Selokîd: (BZ 305- BZ 69)

Piştî mirina Îskenderê Mezin, di navbera kurên wî de pevçûna desthilatdariyê derket. Ji kurên wî Selevkosê I. BZ 305’an de bi tevahî bû desthiladarê dewletê û li herêma ku Semsûr jî tê de Qraltiya Selokîd damezrand.

Qraltiya Kommagene: (BZ 69-PZ 72)

Dîroka Kommagene bi serhildanekê dest pê dike. Piştî ku serhildan hate serkutkirin jî Kommagenî ji bo serfiraziya xwe ketin nava hewldanan. Mithradatesê I. bi keça qralê Selokîd, Laodikê re zewîcî û kurê Mithradates Antiochosê I. BZ 69’an de derket ser text û ew dem weke dîroka damezrandina Qraltiya Kommagene hate qebûlkirin. Lê di dema Antiochosê IV. de navbera Împaratoriya Roma û Qraltiya Kommagene xera bû û Roma, Antiochosê IV. ji desthilatdariyê xist û di PZ 72’an de Kommagene weke parêzgehekê bi Sûriyê ve girêda.

Dema Împaratoriya Romayiyan: (72- 395)

Piştî ku desthilatdariya Kommagene qediya, Împaratoriya Roma li Semsûrê li hemberî Persan gelek lejyon( yekîneyên leşkerî) bi cih kirin. Di vê demê de Samsat jî kirin baregeheke leşkerî.

Dema Bîzansiyan: (395-636)

Di 395’an de Împaratoriya Roma weke Romaya Rojhilat û Romaya Rojava bû du perçeyan. Romaya Rojhilat navê Bîzans wergirt û bû desthilatdarê herêmê.

Dema Emewiyan: (670-758)

Artêşa Emewiyan di sala 670’an de kete herêma ku Semsûr jî tê de ye û cihên sereke yên weke Semsûr û Samsatê hatin bidestxistin. Piştî ku Emewiyan Semsûr bi dest xistin îcar bêgav man ku bi Abbasiyan re mijûl bibin.

Dema Abbasiyan: (758-958)

Piştî ku Abbasiyan Emewî têk birin, Semsûr kete bin desthilatiya Abbasiyan. Lê di sedsala X. de desthilatdariya Abbasiyan hilweşiya û bandora Selçûkiyan dest pê kir.


Dema Selçûkiyan:

Di 1066 de serfermandarê Selçûkiyan Derdora Semsûrê bi dest xist lê ji ber geremolên derketî neçar ma ku bi şûnde vegere. Piştî Şera Melezgirt Selçûkî bi hêztir bûn û di 1082’an de Semsûr bi dest xistin. Di 1239’an de Baba Îshak li hemberî Selçûkiyan li Semsatê serhildanek li dar xist û Selçûkiyan serhildan bi zorê serkut kirin.

Dema Memlûk û Dulqediriyan:

Di 1243’yan de Selçûkî li hember artêşa Moxolan têk çûn û bi vê yekê re Moxolan gelek der bi dest xistin. Di 1250’an de herêma Semsûrê kete bin desthilatdariya Moxolan. Memlûkan piştre bi alikariyê, herêma Semsurê dîsa bi dest xistin. Dulqediriyan di bin desthilatiya Memlûkan de serweriya xwe li derdora Semsûrê îlan kir.

Dema Împaratoriya Osmaniyan:

Têkiliya Semsurê bi Împaratoriya Osmaniyan re yekem car di 1398’an de bi êrîşa Beyazidê I. dest pê kir û di 1516’an de dema Yavuz Selîm Amed zeft kir Semsûr bi tevahî ket bin destê Împaratoriya Osmaniyan. Di bin desthilatdariya Împaratoriya Osmaniyan de Semsûr piştî 1516’an weke sencaxekê bi parêzgeha Mereşê ve hate girêdan. Di 1531’an de weke qezayekê bi sencaxa Elbîstanê ve hate girêdan û piştre jî di 1563’an de dîsa bi Mereşê ve hate girêdan. Piştî Tenzîmatê di 1849’an de weke sencaxekê bi vîlayeta Amedê ve hate girêdan. Di 1859’an de bi sencaxa Meletiyê û di 1883’an de bi vîlayeta Elezîzê ve hate girêdan.

Dema Komara Tirkiye: Semsûr di 1’ê Berfanbarê 1954’an de ligel navçeyên Besnî, Gerger û Kolikê ji bajarê Meletiyê veqetî û bû bajar.


Kronolojiya bajêr

Berî Îsa(zayîn)

  • 1650-1340 Dema Hîtîtiyan
  • 1340-1000 Dema Mitanî û Hûriyan
  • 1000-708b Hukumdariya Kummuh
  • 708- 605 Hukumdariya Asûriyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 72-395 Împaratoriya Romayiyan
  • 395- 636 Dema Bîzansiyan
  • 670- 758 Dema Emewiyan
  • 1226 Dema Selçûkiyan
  • 1517 Dema Osmaniyan

Erdnîgarî

Sînorên Bajêr

Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakur û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Melediyê, li rojava bi Meraşê, li başûr bi Ruhayê, li rojhilat bi Amedê u rojavayê başûr ji Eyntawê ra tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda bajêr 7.614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye: deşt ji % 10,7, zozan ji % 3, plato ji % 34,1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê genim, fistiqên şamî, tirî û titûn herî pirtir tên çandin.

Avhewa

Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Çiyayê Bezar (1.050 m) Çiyayê Reş (1.115 m), Çiyayê Boz (1.200 m), Çiyayê Borik (2.110 m), Çiyayê Nemrûd (2.150 m), Gordik (2.206 m), Dîbek (2.549 m), Çiyayê Spî (2.551 m)

Deştên Herêmê

Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.

Çem û gol

Ferat, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de mehsî jî tên girtin. Golbaşî an Sergol (5 km²), Azaplî (4 km²), Îneklî (3 km²), Abdulherap (2,5 km²).

Babetên heywanan

Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.

Aborî

Serwetên bin erdê

Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin.

Ciyên turîstîk û gerê

Ji alî tarîxê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in. Wekî din; Girê Qereqûş, kelha Kolikê, Arsemiya, Perre (bajarekî antîk ku di demê Komeganyan de mayî ye, 5 km dûrî bajêr li aliyê bakûr ve), Dêrik (kelheyek li Gergerê) Şikefta Palaniyê, Goristana Turişê (di demê Roma yê de maye, goristan hemû li berên qewirî pêkhatine.) Kelha Hisni mansûr ê, Pira Cender ê, Kaniya zerban ê, ava sipî û hwd.

Çand û huner

Ol û civak

Piraniya nifûsê misilman e , pir kêm xiristiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.

Bi taybetî gelê Semsûr ê nûfûsa wê sedî re 15 Elewî ne, siniyên wan jî henefî ne.

Xwarinên herêmê

Kutilkên dagirtî, Çîgê goşt(çiğ köfte), nahna kifte, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê.

Parsûyên dagirtî, parsûyên vale, Şorbe meyr, dew li ser, tevlihev,hewrişk,şilikî, hesîde, Cemêlî, ardemot, kuncemot, tophelwa,mencik, bostanî,Cacixa pirparê(Ew gelek meşûre û teybetî Semsûrê ye, dançîgî nîskan, gêrmiya mirîkê, tirşikê balcana,Qulotik,pehnkî,tirşikê kulindira, cacixê qişikan, qatmê siwaran, qatmê sîrîm, qatmê pincêr.sîre mast, tirşikê qalikan, qêyxane.

Kincên herêmê

Çavkanî

  • Rojnameya Semsûr(Gazete Semsur)www.rojnameisemsur.com (dîrok)
  • www.adîyaman.bel.tr (dîrok)
  • www.kahta.gen.tr (dîrok)