Sêrt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
YFdyh-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:zh:錫爾特
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:nn:Siirt
Rêz 180: Rêz 180:
[[mrj:Сиирт]]
[[mrj:Сиирт]]
[[nl:Siirt (stad)]]
[[nl:Siirt (stad)]]
[[nn:Siirt]]
[[pl:Siirt]]
[[pl:Siirt]]
[[pnb:سیرت]]
[[pnb:سیرت]]

Guhartoya 06:05, 24 tebax 2012

Navçeya Sêrtê
Siirt
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Sêrt (parêzgeh)
Serbajar Sêrt

Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 31 gund

Gelhe (2008) 132.789[1] kes
Rûerd 284 km2
Berbelavî 467,6 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 122.463 kes
Koordînat 37°55′27″Bk 41°56′45″Rh / 37.92417°Bk 41.94583°Rh / 37.92417; 41.94583
Bilindayî 930 m
Koda postayê 56000
Koda telefonê (+90) 484
Sêrt li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sêrt
Sêrt
Sêrt (Tirkiye)

Sêrt (bi tirkî, Siirt) parêzgeh, navçe û bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.

Nav

Navê bajar yê kevn "keert" e ( bi zimanê keldanî). Di çavkaniyên îslamê de nav wek "Esard", "Saîrd" û " Siirt" derbas dibe. Bi kurdî jîre "Sêrt" tê gotin.

Dîrok

Sêrt beriya zayînê ji bo demeke kurt di bin serweriya Hitîtan de ma. Piştre beriya zayinê di salên 2000’ê de Samiyan, Babîliyan û Asuriyan serwerî lê kiriye. ji bo demekê jî qralên Hurî-Mîtaniyan jî serwerî lê kiriye. Piştî Hurî-Mîtaniyan qralên Urartuyan lê serwer bûne paşê careke din Sêrt ketiye bin destê Asuran. Beriya zayînê di sedsala 7’emîn de Medan, di sedsala 6’emîn de Persan serwerî lê kiriye. Beriya zayînê di sedsala 4’emîn de qralê Makedonyayê Îskender persî têk birin û piştî împaratoriya Îskender di nava fermandarên wî de parve bû Sêrt di nav sînorên dewleta Selevkosan de ma.

Partên ku wekî dewama persan têne zanîn Sêrt careke din ji destê selevkosan girtiye. Derebegên ermenî yên ku girêdayî Îranê bûn car caran hatine heta vir û ev herêm jî girtiye bin serweriya xwe.

Piştî zayînê di sedsala 1’emîn û 2’yemîn de di navbera Împaratoriya Romayê û Partan de li herêmê şer pêk hatine, lê dîsa jî partan serweriya xwe ya herêmê domandiye. Di sedsala 3’yan de Sasanî hatine herêmê. Di sala 395’ê de piştî ku Împaratoriya Romayê bûye du parçe bakurê Kurdistanê di bin serweriya Bîzansan de ma. Ji sedsala 11’emîn û pêve ji bo demekê Bîzansiyan careke din herêm zept û rept kiriye lê vê yekê zêde dem negirtiye. Sêrt di dema Osmaniyan de ji bo demekê bi ser derebegên Amedê bûye. Wê demê li bakurê Kurdistanê 24 derebeg hebûne û li gorî daneyên dîrokzan didin ev derebeg di karên navxweyî de serbixwe wekî din girêdayî Împaratoriya Osmaniyan bûne.

Kronolojiya bajêr

Berî Îsa(zayîn)

  • 3000- 1300 dema Huriyan
  • 1300 - 800 dema Naîriyan
  • 800 - 612 dema Asûriyan
  • 612 - 550 Imparatoriya Med

Pishtî Îsa (Zayîn)

  • 641- 700 dema Ereban
  • 927 dema Bîzansiyan
  • 1107 dema Selçukiyan
  • 1231 dema Moxolan
  • 1514 dema Osmaniyan

Erdnîgarî

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr

Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat te ye. Bilindahî ya Sêrtê ji deryayê 930m ye. Li rojhilat bi Çolemêrg û Wanê ve, li bakûr bi Wan, Bîdlîsê ve, li bashûr bi Mêrdînê ve û li rojava jî bi Batmanê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Erda herêmê % 75,7 wî ji çiyan pêk tê, pîvana zozan û deshtan jî % 24,3 e. Ji vî erdî % 91,7 wî ji bo zîreetê bikar tê. li herêmê tene, nîsk, tutûn,fisteq,bitim, û hinar tên çandin.

Avûhewa

Li herêmê îklîmek reşayî hukum dike. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û bi şilî û şilopî derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Herekol (2838), Cûdî (2114m), Xerzan (1530), Mirgomar (1807m),Çirav (2280m),

Deşt, gelî û zozan

Li herêmê desht û zozan ji ber çiyabûna heremê kêmin, wek; zozanên Berwarî, Şêrvan, Meleto, bilindbuna wan digêhêjin heta 2000 m yî. Lê ji bela kû li herêmê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî geliya Dîcle, geliya Xerza, geliya Botan û hwd.

Çem û Gol

Botan, Xerzan, Dîcle ,Kézer , Başur , Behranca çemên herî girîng in ku li herêmê diherikin. Gol li herêmê tunene.

Babetên heywanan

Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijên pirin; qertel, baz, qajik hinek ji wanin. Kew û kewroshk jî li heremê peyde dibin.

Serjimarî û navçeyên bajêr (1997)

Tevayiya serjimariya herêmê (tevî gundan) 262.371 e.

Aborî

Sêrt di dema komarê de bûye bajar. Heta Êlih ji Sêrtê hatiye veqetandin petrola çiyayê Ramanê bandoreke erênî li ser jiyana aborî ya bajêr dikir.

Wekî din ji bo aboriya bajar mirov dikare bêje çandinî, ajalkarî û hunerên destan û demên dawî hindik jî be senayiya biçûk derdikevin pêş. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Dewletê (DÎE) yên sala 2001’ê serê kesî hezar 111 dolar dahatuya salî heye û Sêrt di nav bajarên Tirkiyeyê de di rêza 61’emîn de bûye. Lê li gorî daneyên îroyîn ev rewş hê xirabtir bûye. Nifûsa bêkariyê di îstatîstîkên fermî de wekî ji sedî 10.7 derbas dibe. Lê li gorî daneyên ku neketine fermiyetê ev rêje ji sedî 20’an zêdetir e.

Serwetên bin erdê

Li herêmê sifir, krom, asfalt, rijiya kevir û malzemên ji bo tuxla û kiremîdan ji bin erdê derdikevin.

Çand û huner

Ol û Civak

Nifûsa herêmê ji alî dîn û civakê ve parwekirî ye. Musluman piranî ya nifûsê teshkîl dikin. xiristiyan û êzidî ji li herêmê hene. Civak ji kurd, ereb, suryanî û ji ermeniyan ve pêk tê. Tarîkata Nakshîbendiyan ya xurtir e li herêmê. Tirba "Weysel Qaranî" ku li Hewêlê li gundê "Yeshilçevre" yê ye, ne tenê ji alî gelê musluman yên herêmê, ji pir deverên Kurdistanê jî tê ziyaret kirin.

Xwarênên herêmê

Keshkek û penêrê Sîrîk xwarênên naskirî yên herêmê ne. Li herêmê li ber her xwarênê dew û shorbe tê xwarin û wexwarin. SHiranî ya "Rayosh Meketip" li herêmê di nav gel de pir tê xwarin. Xwarênên din parîv,kutilk,girara perde,aside,imçerket.

Kincên herêmê

SHal û shapik cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên li xwe kirin. Bi ser de jî îshligek ku milê vî dirêj û nexsh kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibijin "reshik" tê li xwe kirin.

Jinên herêmê fîstanên hevrishim yê bi rengîn ku dibiriqînên li xwe dikin. SHalwarek fireh û gorên hirî li xwe dikin. Kefî yan jî pushî jî didin serê xwe.Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigê xwe dikin.

Li heremê cilên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tê li xwe kirin.

Lîstikên Cîwarî

Lİ heremê Şeyxani ,Govent û Reşkıştani tên dilîzîn.Ev lîstikên herêmê ji nava xwe de bilav dibin.(Mirani-Şeyhani, Girani, Botani, Garzani, Çaçani, Hırpani û Roşki)

Ferzendeyên Bajêr

İsmaîl Faqîrullah, Îbrahim Heqqî, Weysel Qaranî, Şêx Mûsa, Şêx Ebu-l Wefa, Şêx-ût Türki, Şêx Halef, Şêx-ul Horani, Şêx İlyas, Şêx-ul Sibre, Şêx-ul Hazin, Şêx Saad, Şêx Cerrah, Şêx Muhammed Tarmilî, Şêx Micahîd, Şêx Hemza,Xevs-ul memduh, Şêx Şerafettin, Molla Xelîl, Şêx Hattap,Şeyh Celaleddin,

Ciyên turîstîk, tarixî û gerê

Turba Weysel Qaranî, kela Derzîn (Hewêl), Mizgefta Mezin, Asakir, pira Nasredîn,germava Bilolis,germava Xista,germava Lîf ciyên herî naskirîne ku ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çavkanî

Girêdanên Derve