Colemêrg: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
RedBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2) (robot zêdekirin:zh:哈卡里
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:nn:Hakkâri
Rêz 350: Rêz 350:
[[mrj:Хаккяри]]
[[mrj:Хаккяри]]
[[nl:Hakkâri (stad)]]
[[nl:Hakkâri (stad)]]
[[nn:Hakkâri]]
[[pl:Hakkari]]
[[pl:Hakkari]]
[[pnb:حکاری]]
[[pnb:حکاری]]

Guhartoya 03:59, 26 tebax 2012

Navçeya Colemêrgê
Hakkari
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Hekarî
Serbajar Colemêrg

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 33 gund

Gelhe (2008) 83.423[1] kes
Rûerd 2.237[2] km2
Berbelavî 37,3 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 60.891 kes
Koordînat 37°34′38″Bk 43°44′12″Rh / 37.57722°Bk 43.73667°Rh / 37.57722; 43.73667
Bilindayî 1.750 m
Koda postayê 30000
Koda telefonê (+90) 438
Colemêrg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Colemêrg
Colemêrg
Colemêrg (Tirkiye)

Colemêrg (bi tirkî: Hakkari) navê navçe û bajarekî Botanê, di parêzgeha Hekariyê de ye. Colemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye.

Bi Colemêrgê gelek cara Çolemêrg jî yêt gotin. Hem Çolemêrg û hem jî Hekarî navêt gelek dîrokî ne. Çolemêrg navê bajar û navenda Hekarî yê bûye, lê belê Hekarî navê mîrgehê bûye ku li gelek herêma diçêbît. Herêm û bajarêt girêdayê bi wê mîrgehê ra ewene: Şikeftan, Şîwelan, Masero, Siwartan, Kemerburc, Şîno (Colemêrg), Çal, Ertoşî, Teyara Jêr û Teyara Jor, Hemîdiye (Xoşab), Gever (Bajêrgeh-Duz), Oramar, Şemsdînan, Elkê (Beytuşebab), Şatax, Mikis, Wan, Karçîkan, Norduz, Ebaxa, Mehmûdiye (Saray), Xavasor, Arçak, Tîmar û Esporkan Erdîş, Bergîrî, Duzespî, Eleşgirt, Menapert, Selmas (Selemast) û Surmelî. Sînorêt Hekariyê carcar li wan herêmêt bas lê hatîye kirî kêmtir bûn.

Nav

Navê Hekkarî yê ji gotina " hekkar" ku di sedsala dehan de navê eshîrek bû ku li herêmê dijiyan tê. Navê Colemêrg navê bajarê herêma Hekkarî yê ye û di dema Memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê Ermeniyan "Ilmar" û bi zimanê Suryaniyan jî "Gularmak" e.

Dîrok

Şerefname dibêjît damezrêner û bav û bapirê mîrên Hekariyê Şemsedîn bûye. Hekarî li bin destê mîrê mezinê Kurda Selahedîn Eyubî da bûye. Paşi Melik Kamilê Eyubî, li sala 1218-a zayînî, Hekarîy yê ketiye bin destê Melik Adili.

Yêkmîn Mîrê wê binemalê ku Şerfname bas lê diket Yezdan Şêre (ku bi ’Erebî Izedîn Şêr yêt gotin), ku kelata Wanê li hember Teymuri Lengî li sala 1387-ê zayînî yê girtin.

Di nawbenda sala 1460 û 1465-ê zayînî da Qere Qoyûnliya Hekarî dagêr kirin û Mîrêt Hekariyê li hukum êxistên û mîretî dane malbata Kurdêt Donbulî. Bigotina Ensîklopediya îslamê, Dombuliya, bi harîkariya Aqqoyûnlîya, kelata Bayê li Şemsdîna li gel beşek Hekariyê girtine bin destê xwe.

Hinek têcirêt Asuriyêt Hekariyê ciwab dane yek li zelamêt binemala mîrêt Hekariyê binavê Mîr Esededînê Çengzêrîn, ku hêzek ji Kurdan berhev kiribû û çubû xizmeta hakimê Misrê. Mîr Esededîn vegeriya Hekarîye û mîretî bi şer li Donbuliya wergirt û carek dî mîretiya bav û bapîra bidestîna . Ewê binemalê paşi hingî navê Şembo girte xwe.

Li dewrê Têymur Lengi Diyarbekir girti, ewi kesek bi navê Qere Osman kire mîrê Hekariyê. Nikitine li wê baveriyê ye ku ewi Qere Osmanî li gel kiçe Kurdekê li binamala mîrêt Hekariyê dawet kir û bû sebeba serkewta wê binemalê.

Li dewrê Şah Ismaîlê I (yêkê), serokêt Şembo (Mîrê Hekarîyê) li kelata Bayê li Şemsdînan, dijîn û hukum dikirin.

Ewê binemalê heta nîva sedsalêt 19:a zayînî li Hekarî û Elbakê hukum yê kirî. Mîrê herê dawiyê wê binemalê Nûrula Beg bûye, ku paşî zortir basa wi dêhête kirin. Nûrula Beg paşi birayê xwe dibîte Mîrê Hekariyê û paytextê xwe li Colemêrgê diguherîte Elbakê.

Nûrula Beg yêk li bihêztirîn hevkar û yêkgirtîyêt Mîr Bedirxan Begê Botanê bûye. Bigotina misiyonerêt Emrîkî, li wi dewri, pêşî Mîr Bedirxan Begê Botanê mîrêt Hekariyê gelek li mîrêt Botanê bi hêztir bûne.

Kronolojiya bajêr

BZ (Berî zayînê)

PZ (Piştî zayînê)

Erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şernex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Wirmê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê 9.521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.

Avhewa

Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Reşko (Geliyê Şîn 4.135 m), Durek (4.060 m), Maunsel (3.850 m), Gelyano (3.650 m), Garê (3.460 m, Geverokê (3.356 m), Termo (3.275 m), Barêdalo (3.250 m) û Çiyayê Reş (3.630 m).

Deşt û zozan

Wêne:Zap River1.JPG
Çemê Zêyê Mezin (Zab)

Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye (175 km²), deşt 1.900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zabê li dora çemê Zabê ye.rexê çelê ve gelekî zomêt heyî.ew zomada êk jî zomêt li ser gûndê dizê kanîkil û şivîşk in..Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Zozana Kanimahan'e li dora gunde Çarqela ye.

Çem û gol

Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2.950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.

Ji çemên Avarobaşîn, Şemzdînan û Hacibegê Çemê Zêyê Mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye. Small textSmall text

Babetên heywanan

Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek bizin û miyên çiya, hirç (li hêla Şemizdîna û Çelê), rûvî, gur, keroşk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.

Nifus û navçeyên bajêr (1997)

Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212.486 (1997)e.

Tevahiya gelhê herêmê 246.469 (2007)

Aborî

Serwetên bin erdê

Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.

Li heremê îsal madene çînko,sifir hatin dîtin.Li gorî gotinan ev madenen madenen heri mezinin nav Tırkiyê da.

Ciyên turîstîk û gerê

Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.

Çand û huner

Ol û civak

Nifûsa herêmê piranî misliman in, ji mezhebên şafî ne. Kêm xiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin jî hene. Wek Tirba Gulareş, Ibedullah Nehrî (li Şemizdînan)

Xwarênên herêmê

  • Gulûl: Ji mast, birinc, savar yan jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe.
  • Kêpayî (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.
  • Mertoxe: Şêraniyek, ji tuxavk, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. Tuxavk û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê şerbet jî dikeve navê.
  • Doxave: Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlîkirin. Goştê qîmeyê weke kofteyên piçuk tê çêkirin û tê tevlîkirin.
  • Qirîs: Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin.

Kincên herêmê

Zilamên herêmê şal û şapik li xwe dikin. Du babetên şal û şapikan li herêmê hene (diyaryane yan jî şirnexyane). Bi ser û şal şapik de kefiyek li piştê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin kerik bi ser de tê li xwe kirin. Di bin şal de derpiyek dirêj kiras derpê tê li xwe kirin. Milên îşlikan bi nexşe û jê re dibêjin lewendî. Li serî bi kefî re desmalekê ku ji re dibêjin cemedanî (çefî) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengîn û pêlavên ku jê re dibêjin reşik hene.

Jinên colemêrgî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek (bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên qutik li xwe dikin. Di serî de şarpeyek hewreşim yan jî kefiyên reş tê pêçandin. Carna çarşefek ku jê re dibêjin xîzar jî ji aliyê jinan ve tê lixwekirin.

Gundên navçeya Colemêrgê (lîste ne temam e)

Navê fermî (1928)
Qeza: Çolemerk
Nahiye: Çolemerk (navend)
Navê kurdî yê îro Navê tirkî yê îro
Eqwanîsê
Bajêrê bin Qesirê
Baxa Jêr
Bayê Jêr
Pakan
Pîrûdan
Pîrê
Pîlan
Derîse
Dindirkan
Dîze Dize Üzümcü
Dizkurmanc
Xenanisa Jêr Xenanisa Jêr Otluca
Xorîzan
Hacî Ulyan
Sedînan
Şimûnis Şimûnis Kaymakli
Sûrman
Daxgul
Qiran
Qoçanis Qoçanis Konak
Qotranis Qotranis Ördekli
Merzana Jêr
Merzana Jor
Mendan
Marunis
Kutos
Anitos
Kehê
Harê

Navdarên bajêr

Eşîr

Çavkanî

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220

Girêdanên derve