IBM: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot guhêrandin: ckb:ئای بی ئێم
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:or:ଆଇ.ବି.ଏମ.
Rêz 60: Rêz 60:
[[nn:IBM]]
[[nn:IBM]]
[[no:International Business Machines]]
[[no:International Business Machines]]
[[or:ଆଇ.ବି.ଏମ.]]
[[pa:ਆਈ:ਬੀ:ਏਮ:]]
[[pa:ਆਈ:ਬੀ:ਏਮ:]]
[[pl:IBM]]
[[pl:IBM]]

Guhartoya 02:48, 29 tebax 2012

Logoya IBM

IBM kurtnav jibo International Business Machines Corporation anko Şerîkeya Navneteweyî ya Makîneyên Karweriyê, şerîkeyeka pirneteweyî ya teknolojî ya kompiyoter û rabêjiyê ye ko binkeyê wê yê serekî li bajarê Armonk li welatê Nû Yorkê li Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê ye. Ev şerîke yek ji wan şerîkeyên tekolojiya pêzanînan e ko ji sedsala 19ê were berdewam kardikit. IBM hişkalav û nermalavên kompiyoterê difiroşit û xizmetkariyên rabêjiyê û mêhvandarîtiyê pêşkêşdikit.

Di dîroka hevçerix da, IBM wekî mezintirîn şerîkeya kompiyoterê li cîhanê dihêt niyasîn. Şerîkeyê zêdetir ji 350,000 karmendan li seranserî cîhanê hene. IBMê zêdetir ji her şerîkeyeka dî ya Emrîkayî mafên pawankirî yên berheman anko patent hene. Wê li zêdetir ji 170 welatên cîhanê endezyar û rabêj hene. Karmendên IBMê 3 Nobel Xelat, 4 Turîng Xelat, 5 Nîşanên Neteweyî yên Teknolojiyê û 5 Nîşanên Neteweyî yên Zanistî wergirtine.

Li 1ê Gulana 2005ê şerîkeya Çînî ya Lenovo pişka Kompiyoterên Kesokî (PC) ya IBMê kirî.

Dîrok

Şerîkeya IBMê li sala 1888ê wekî Herman Hollerith and the Tabulating Machine Company anko Şerîkeya Herman Hollerith û Makîneyên Xişteyandinê hat damezirandin. Şerîke li sala 1911ê bû Computing Tabulating Recording Corporation (CTR) Şerîkeya Tomarkirina Xiştandin a berisandinê. Li sala 1916ê ew çû lîsteya Sûka Pişkan ya Nû Yorkê û dema li sala 1924ê bûye yek ji şerîkeyên Fortune 500, navê IBMê ji xwe ra hilbijart.