Yûsif: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot guhêrandin: tr:Yusuf
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 59: Rêz 59:
[[sr:Пророк Јосиф]]
[[sr:Пророк Јосиф]]
[[sv:Josef, Jakobs son]]
[[sv:Josef, Jakobs son]]
[[th:โยเซฟ (พระธรรมปฐมกาล)]]
[[th:โยเซฟ (บุตรยาโคบ)]]
[[tr:Yusuf]]
[[tr:Yusuf]]
[[uk:Йосип (син Якова)]]
[[uk:Йосип (син Якова)]]

Guhartoya 17:52, 29 tebax 2012

Li gora Quran ê Hz. Yûsif (bi erebî: يُوسُف Yûsuf ) yek ji pêxamberên Benî-Israîl e. (Bi kurdî wek Ûsif yan Ûsip jî tê bilêvkirin.) Yekek ji pêxamberên ku di Quran ê da navê wî derbaz dibe. Hz. Yûsif lawê pêxamber Yaqûb e û rîçika wî hettanî pêxamberê mezin Hz. Ibrahîm tere. Di Qur'anê de navê sûreta 10emîn jî Yûsuf e. Va sûreta ji 111 ayetan pêda dibe û ji van 98 ayet qala Hz. Yûsif dikin.

Di gora Quran a Pîroz 11 hew birayên Hz. Yûsif hebûn. Hz. Yûsif zarokekî pirr rind û baqil bû. Bavê wan Hz. Yaqûb ji wan yê herî pirr lawê xwe yî Yûsif hez dikir. Ji bona vî hez kirina birayên wî yî mezin hesûdî dikirin. Şevekî Yûsif li xewna xwe da dît ku 11 stêrk, roj û hîv ji wî ra secde dikin. Gava ku Yûsif ji bavê xwe ra qala xewna xwe kir, Hz. Yaqûb fam kir ku va nîsanek ji Xwedê ye û li Yûsif ra teme kir ku vî xewna xwe ji kesekî ra nebêje. Lê birayên Yûsif va xewna bîhistin û xwestin ku Yûsif bikujin. Rojekî ji bavê xwe destûr girtin û hemû bi hevra çûn gerê. Êdî Yûsif avitin li nav birekî kûr, fîstanê wî jî bi xwîna heywanekî sor kirin û ji bavê xwe ra derew kirin gotin ku “Yûsif gur xwerîye”.

Di nav bîrê da mirovên koçber Yûsif dîtin û ew xilas kirin, ji bona ku wî wekî xulam li welatê Misir ê bifrosin mirovên dewlemend. Dûra wan Yûsif firotin wezîrê Misir ê. Yûsif li mala wezîr mezin bû û bû xortek delal. Ji bona rindiya Yûsif dilê jina wezîr ket wî. Lê wî rû neda daxwezên jinê û ji ber vî yekê jinikê bi derew û îftiran Yûsif avit zindanê. Hz. Yûsif bi salan li zindanê da ma. Li wê derê du mirov nas kirin û ji wan ra xewnên wan yên ecêb şîrove kirin. Bi rastî jî rewsa wan herdû mirovan wekî gotina Yûsif bû. Yêkek demekî şunda hat berdan û yêdin jî hat îdam kirin.

Mîrê Misir ê şevekî di xewna xwe da dît ku heft mangên lawaz heft mangên xurt dixwin û heft simbêlên hêşin heft simbêlên ziha dixwin. Mîr li ban hemû şîrovedarên welatê xwe kir, lê qet yekî nezaniya. Dûra mîr ji berjewendiya Yûsif ji hevalê wî yê zindanê bihîst û ew ji zindanê derxist. Yûsif ji mîr ra got ku gerê di pistî heft salên piranî da heft salên birçî li ser welatê Misir ê da werin. Ji bona baqiltiya Yûsif, mîr ew kir wezîrê xwe û Yûsif jî di heft salên piranî da hemû embarên welêt bi genim û xwerin tujî kir û di salên tunetiyê da ew xwerin ji mirovan ra bela kir.

Birayên Yûsif jî ji bo ku gênim bikirin ji welatê xwe hatin Mîsir ê. Di dawiyê da Yûsif xwe ji wan da nasîn û ew hemû borandin. Hz. Yûsif bav, dê û birayên xwe anî Misir ê li ba xwe.Gava endamê malbata wî hatin Misir ê bav, dê û 11 birayên wî xwe ji ber wî xar kirin û sipasiya xwe nisan dan. Bi vî avayî xewna Usiv yê zarokatiyê jî hatî bû şundê.

Remezan Derbaz

Girêdanên derve