Celal Talebanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Zorrobot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot guhêrandin: arz:جلال طالبانى
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:bg:Джалал Талабани; kozmetik değişiklikler
Rêz 39: Rêz 39:
== Girêdanên derve ==
== Girêdanên derve ==
{{Commonscat-b|Jalal Talabani|Celal Talebanî}}
{{Commonscat-b|Jalal Talabani|Celal Talebanî}}



[[Kategorî:Siyasetmedarên Iraqê]]
[[Kategorî:Siyasetmedarên Iraqê]]
Rêz 52: Rêz 51:
[[be:Джалал Талабані]]
[[be:Джалал Талабані]]
[[be-x-old:Джалал Талабані]]
[[be-x-old:Джалал Талабані]]
[[bg:Джалал Талабани]]
[[ca:Jalal Talabani]]
[[ca:Jalal Talabani]]
[[ckb:جەلال تاڵەبانی]]
[[ckb:جەلال تاڵەبانی]]

Guhartoya 19:31, 25 îlon 2012

Celal Talebanî
PîşePêşmerge, siyasetmedar, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê'ê û Komara Îraqê
DînÎslam (sunî)
HevjînHero Îbrahîm Ehmed
ZarokQubad Tallebanî, Pavêll Tallebanî
biguhêreBelge

Celal Talebanî (bi soranî: Celal Tallebanî, جەلال تاڵەبانی, bi erebî: جلال طالباني‎, Jalāl Tālabānī) siyasetvanek kurd û serokkomarê Îraqê ye.

Talebanî di sala 1933'an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand.

Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bû ye, ew di sala 1951'ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDK'ê hate hilbijartin. Di 1953'an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi awayekî dizî Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956'an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Sala 1961'ê ligel Mele Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de di 1964'an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.

Di sala 1970'î de piştî peymana 11'ê Adarê careke din li Mele Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11'ê Adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975'an de, Talebanî sala 1975'an Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ava kir.

Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî ye.

Talebanî bi hunera xwe ya dîplomasiyê nasdar e.

Di 6'ê avrêla 2005'an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Îraqê.

Girêdanên derve