Ziya Gökalp: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B Guherandina Takabeg hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Ghybu
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (Bot: az:Ziya Göyalp az:Ziya Gökalp olarak değiştiriliyor; kozmetik değişiklikler
Rêz 19: Rêz 19:
== Gökalp di [[Komkujiya Ermeniyan]] de ==
== Gökalp di [[Komkujiya Ermeniyan]] de ==


Ji roja ku tevlî nava rêxistina [[İttihat ve Terakki Cemiyeti]] dibe rojberoj dikeve bîreke kûr a tewanbarî û krîmînalîteya sazûmaniya nîjadperest. Di sala [[1919]]'î de li ser giliyên dîasporaya Ermeniyan bi tewanbariya "Tevlîbûna genosîda Ermeniyan" ji aliyê Îngîlîzan ve tê girtin. Li dijî wan doza "Rûreşiya komkujiyê" tê vekirin. Lê ji ber berjewendiyên dewleta Brîtanya doz nadome û Gökalp bi tevî [[Dr. M. Reşit Bey]] (waliyê Amedê yê dewleta Tirk bi xwe [[Çerkez]] bû), [[Fevzi Pirinççi]], [[Zülfi Tigrel]] hwd sirgûnê girava [[Malta]] dikin. Gökalp û hevalên xwe herwekî bi dizîna dewlemendiyên Ermeniyên hatine qirkirin jî tên tewanbarkirin.
Ji roja ku tevlî nava rêxistina [[İttihat ve Terakki Cemiyeti]] dibe rojberoj dikeve bîreke kûr a tewanbarî û krîmînalîteya sazûmaniya nîjadperest. Di sala [[1919]]'î de li ser giliyên dîasporaya Ermeniyan bi tewanbariya "Tevlîbûna genosîda Ermeniyan" ji aliyê Îngîlîzan ve tê girtin. Li dijî wan doza "Rûreşiya komkujiyê" tê vekirin. Lê ji ber berjewendiyên dewleta Brîtanya doz nadome û Gökalp bi tevî [[Dr. M. Reşit Bey]] (waliyê Amedê yê dewleta Tirk bi xwe [[Çerkez]] bû), [[Fevzi Pirinççi]], [[Zülfi Tigrel]] hwd sirgûnê girava [[Malta]] dikin. Gökalp û hevalên xwe herwekî bi dizîna dewlemendiyên Ermeniyên hatine qirkirin jî tên tewanbarkirin.


== Berhemên Gökalp ==
== Berhemên Gökalp ==


*Kızıl Elma (Sêva sor, 1914)
* Kızıl Elma (Sêva sor, 1914)
*Türkleşmek, İslamlaşmak, Muasırlaşmak (Tirkbûn, Îslambûn û Şarezabûn; 1918)
* Türkleşmek, İslamlaşmak, Muasırlaşmak (Tirkbûn, Îslambûn û Şarezabûn; 1918)
*Yeni Hayat (Jiyana nû, 1918)
* Yeni Hayat (Jiyana nû, 1918)
*Altın Işık (Tîrêja zêrîn, 1923)
* Altın Işık (Tîrêja zêrîn, 1923)
*Türk Töresi (Dab û nêrîtên Tirk, 1923)
* Türk Töresi (Dab û nêrîtên Tirk, 1923)
*Türkçülüğün Esasları (Hîmên Tirkperweriyê, 1923)
* Türkçülüğün Esasları (Hîmên Tirkperweriyê, 1923)
*Türk Medeniyet Tarihi (Dîroka Şarezayiya Tirk, 1926)
* Türk Medeniyet Tarihi (Dîroka Şarezayiya Tirk, 1926)


[[Kategorî:Amed]|Gökalp, Ziya]
[[Kategorî:Amed]|Gökalp, Ziya]
Rêz 37: Rêz 37:


[[ar:ضياء كوك ألب]]
[[ar:ضياء كوك ألب]]
[[az:Ziya Göyalp]]
[[az:Ziya Gökalp]]
[[de:Ziya Gökalp]]
[[de:Ziya Gökalp]]
[[en:Ziya Gökalp]]
[[en:Ziya Gökalp]]

Guhartoya 18:18, 7 çiriya pêşîn 2012

Goristana Ziya Gokalp, li Stenbolê

Ziya Gokalp (bi tirkî: Ziya Gökalp), bi navê xwe yê dirêj Mehmet Ziya (* 23'ê adarê 1876 li Amedê, † 25'ê kewçêrê 1924 li Stenbolê), damezrênerê ramyariya neteweyî ya Tirk, întelektûelê dawiya Osmanî û destpêka damezrandina Komara Tirkiyê de ye.

Kurtejînenîgarî

Bavê wî li Amedê di rojnameyekî herêmî de wekî karmend dixebitî. Di sala 1895'î de diçe Stenbolê. Di ciwaniya xwe de fikrên wî yên Kurdewariyê hene ku ew di pirtûkên xwe de jî ravedike. Li Stenbolê dest bi karê Kurdewariyê dike û bi rewşenbîrên Kurd re têkiliyan datîne. Hevnasîna wî bi endamekê Jön Türk re, jiyana wê diguherîne û wî dixe tevlîheviyan. Di nava ramanên Kurdewarî û Tirkewarî de diçe û tê. Heya bigire xwekuştinê jî diceribîne. Biryara xwe dide û dikeve nafa refên İttihat ve Terakki Cemiyeti û dest bi afirandina îdeolojiya Tûrkîzm (Turancilik) dike.

Di sala 1898'î de ji ber çalakiyên li dijî rewşenbîrên Balkanan tê girtin û salekê li girtîgehê dimîne. Sala 1900'î de wî dûrdixînin Amedê. Heya sala 1908'î karmendiyê dike. Li Amedê bi navê Peyman rojnameyekê dertîne û di nava eşîrên Kurdan de dest bi xebata birêxistina "bêwatexsitina fikrên Kurdewariyê" dike. Rêxistina wî İttihat ve Terakki Cemiyeti wî wekî berpirsiyarê Kurdistanê destnîşan dike. Bi navê "Türk ocağı - Hozên Tirk" li bajarên Kurdistanê komeleyan dadimezirîne û propagandaya Tûrkîzmê dike. Destdide ser hemî dokûmanterên Osmaniyan li Amedê û dokûmentên behs û pesna Kurdan dide winda dike. Wekî kadro yan tîmên taybetî bingeha pişavtina Kurdan dimeşîne. Bi alîkariya Atatürk li Enqereyê di zanîngehan dersê dide û bingeha gelek komele, kovar û rojnameyên înkara neteweyan dikin û pesnê Tûrkîzmê didin diavêje.

Rewşa ku Gökalp tê de bû

Bi eslê xwe Kurd bû û bi mantalîteya neteweperweriya Ewropa li afirandina neteweya Tirk digeriya. Împaratoriya Osmanî jidestçûbû û bi Cenga cîhanî ya I. welatên mezin ketibûn Kurdistan û Anatoliyayê. Diviyabû cihên di dest de mane biba "welat". Lê ti îdeolojî, amadekarî nebû. Kesên digotin "Tirk" di dema Osmaniyan de wekî "Kesên bêhiş - Etrakî bî îdraq" dihatin binavkirin û zimaneke wan î têra jiyanê bike jî nebû. Hemî ji aliyê bingehê ve ne Tirk bûn û êdî Osmanî jî nebû ku behsa "Biratiya Îslamê" were kirin. Serhildanên Kurdan destpêdikirin û Gökalp jî bi rewabûna wan bawer dikir. Lê ji aliyekê ve zû de bû têkiliya wî bi Mustafa Kemal Atatürk re hebû û Atatürk digot "Min fikrê xwe ji Gökalp girtiye". Ango hevalbendiya wî hebû. Modelên neteweperweriya Ewropiyan, bi taybetî ya fransî û Almanan pirr bala wî dikişand û dikarîbû li cografyayên ku de dest de mane "neteweyek were çêkirin".

Neteweya çêkirî, stûyê xar ê Gökalp û gola xwînê

Wî biryar dabû ku li ser navê "Tirk" neteweyek bête çêkirin û hemî yên din werin înkarkirin. Atatürk bi lez du sazî avakir; Saziya dîroka Tirk û Saziya zimanê Tirkî. Li seranserê Tirkiyê ji jor bere jêr, dest bi karê "çêkirina neteweya Tirk" hate kirin. Bi damezrandina Komara Tirkiyê ve nêrînên Gökalp dibin nêrînên fermî yên dewletê û hebûna hemî neteweyan tên înkarkirin û zimanên wan tên qedexekirin.

Gökalp di Komkujiya Ermeniyan de

Ji roja ku tevlî nava rêxistina İttihat ve Terakki Cemiyeti dibe rojberoj dikeve bîreke kûr a tewanbarî û krîmînalîteya sazûmaniya nîjadperest. Di sala 1919'î de li ser giliyên dîasporaya Ermeniyan bi tewanbariya "Tevlîbûna genosîda Ermeniyan" ji aliyê Îngîlîzan ve tê girtin. Li dijî wan doza "Rûreşiya komkujiyê" tê vekirin. Lê ji ber berjewendiyên dewleta Brîtanya doz nadome û Gökalp bi tevî Dr. M. Reşit Bey (waliyê Amedê yê dewleta Tirk bi xwe Çerkez bû), Fevzi Pirinççi, Zülfi Tigrel hwd sirgûnê girava Malta dikin. Gökalp û hevalên xwe herwekî bi dizîna dewlemendiyên Ermeniyên hatine qirkirin jî tên tewanbarkirin.

Berhemên Gökalp

  • Kızıl Elma (Sêva sor, 1914)
  • Türkleşmek, İslamlaşmak, Muasırlaşmak (Tirkbûn, Îslambûn û Şarezabûn; 1918)
  • Yeni Hayat (Jiyana nû, 1918)
  • Altın Işık (Tîrêja zêrîn, 1923)
  • Türk Töresi (Dab û nêrîtên Tirk, 1923)
  • Türkçülüğün Esasları (Hîmên Tirkperweriyê, 1923)
  • Türk Medeniyet Tarihi (Dîroka Şarezayiya Tirk, 1926)

[[Kategorî:Amed]|Gökalp, Ziya]