Herêma Otonom a Tîbetê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:br:Rannvro Emren Tibet; kozmetik değişiklikler
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot zêdekirin:vec:Tibet (rejon autonoma)
Rêz 102: Rêz 102:
[[ug:شىزاڭ ئاپتونوم رايونى]]
[[ug:شىزاڭ ئاپتونوم رايونى]]
[[uk:Тибетський автономний район]]
[[uk:Тибетський автономний район]]
[[vec:Tibet (rejon autonoma)]]
[[vi:Khu tự trị Tây Tạng]]
[[vi:Khu tự trị Tây Tạng]]
[[war:Naglulugaring nga Rehiyon han Tibet]]
[[war:Naglulugaring nga Rehiyon han Tibet]]

Guhartoya 02:35, 12 çiriya pêşîn 2012

Nexşeya Tîbetê (bi rengê sor) û Çînê

Tîbet an Herêma Serbixwe ya Tîbetê erda pîroza Budîstan e li Asyaya Navînê de.

Gotina Tîbet him ji bo hemû erdnigarê tîbetî, him jî ji bo Herêma Serbixwe ya Tîbetê tê bikaranîn, ya ku piştî dagirkirina herêmê ji aliyê Komara Gel a Çînê ve di sala 1965an de wek îdariyeke siyasî hatibû avakirin. Herêma Serbixwe ya Tîbetê ji niviya herêma çandî ya tîbetan pêk tê û di nava başûrê Tîbetê disekine. Herêmên bakûr û rojhilata erdnigarê tîbetî di nava eyaletên Qinghai, Gansu, Sichuaan û Yunnan de hatine parvekirin. Wextê ku di zimanê çînî de behsa Tîbetê (bi çînî 西藏, Xīzàng, bi tîbetî: བོད་ལྗོངས, །bod ljongs) tê kirin, gotina 'Tîbet' hertim weke şûna Herêma Serbixwe ya Tîbetê tê bikaranîn. Di zimanê tîbetî de jî ev gotin tenê ji bo herêma serbixwe (bêyî herêmên rojhilat ên tîbetî Amdo û Kham) tê bikaranîn. Heger qala hemû erdnigariya tîbetî tê kirin, divê gotina bod çen (Tîbeta Mezin) bê bikaranîn. Derheqê dagirketî û serxwebûna Tîbetê gelek gengeşiyên mezin têne kirin. Lê heta neha ti dewlet tune ye ku bi awayeke dîplomatîk an jî siyasî guhertineke erênî pêk bîne.

Erdnigarî

Beşeke mezin a şÇiyayên Hîmalayê dikevin nava başûrê Tîbetê. Navinciya bilindahiya wê ji asta deryayê nêzî 4900m e, lewra jê re 'Banê Cîhanê' jî tê gotin ji ber ku ev herêm weke bilindtirîn herêma cîhanê tê qebûlkirin. Platoya bilind a Tîbetê bi gelemperî ji deştan pêk tê: cihê herî hişk rojavayê herêmê ye û weke 'çangtang' (deşta bakûr) tê bi nav kirin. Ev der ji deştên alpîn pêk tê. Sedema hişkayiya herêmê ji ber hebûna çiyayên Hîmalayayê pêk tê: Ewrên Monsûnê wextê ku ji Hîndistanê ve nêzik dibin, li başûrê çiyayên Hîmalayayê radiwestin. Bi vî rengî hemû baran li beşa başûr a çiyan dibare û bi tenê hewayên hişk derbasî bakûrê (Tîbetê) dibin, li cihê ku îqlima kontinental peyda ye.

Zincîre Çiyayên Hîmalayayê jî di Tîbetê de hilkevtiye. Paytexta wê bajarê Lhasa ye.

Civak

Pirraniya gelheya herêmê ji gelê tîbetî pêk tê. Ji bilî wan, gelên din ên etnîk jî li Tîbetê dijîn, weke ku li herêmên başûr-rojava û yên bakûr-rojava tîbetî dijîn.

Dîrok

Statuya Tîbetê

Hêjayî gotinê ye ku niha ev herêm ji aliyê dewletê Çînê ve hatiye dagîrkirin.

Çand

Aborî

Gotarên girêdayî

Girêdanên deranî