Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 44: Rêz 44:


== Girêdanên derve ==
== Girêdanên derve ==
{{Commons|South Korea}}
{{Commonscat-b|South Korea}}





Guhartoya 22:48, 25 çiriya paşîn 2012

대한민국 / 大韓民國
Daehan Minguk
Komara Korêyê
Ala Korêya Başûr Arma Korêya Başûr
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Aegukga
Zimanên fermî Korêyî


Paytext Sêûl
37°35′Bk 127°0′Rh / 37.583°Bk 127.000°Rh / 37.583; 127.000
Bajarê mezin Sêûl
Sîstema siyasî Komarî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Lee Myung-bak
Han Seung-soo
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

99.274 km2
0,3
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

49.232.844 kes
495,9 kes/km2
Serxwebûn 11'ê reşemiyê 1945
Dirav Won (KRW)
Dem UTC+9
Nîşana înternetê .kr
Koda telefonê +82

Komara Korêya Başûr (bi korêyî:대한민국; Hanja:大韓民國, bi inglîzî: Republic of Korea) welatekê Asyaya Rojhilat e û li nîvî ya başûrî ya nîvgizirta Korêyê hilkevtîye. Li bakur hevsî ya Korêya Bakur (Komara Gelêrî ya Demokratîk a Korêyê) ye. Li rojhilatê Deryaya Japonê ye ko dikevit navbera vî welatî û Japonê û li rojava jî Deryaya Zer dikevit navbera wê û Çînê. Nêzî nîvî ya hêşeta Korêya Başûr li an li derdora paytexta we Sêûlê dijîn. Sêûl bajerê duyemîn mezintirîn ê cîhanê ye.

Ev komar piştî Şerê Cîhanê yê Duyem û nemana dagîrkarî ya 35 salî ya Japonê, li sala 1948'ê hat damezrandin. Serkevtî yên Şerî nîvgizirta Korêyê dinavbera xwe da vebeşî. Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê piştî şerekê ko bi Şerê Korêyê hatîye niyasîn, ev par ji xwe ra misoger kir. Para bakurî ya nîvgizirtê ji Yekîtiya Komar ên Sosyalîst ên Şêwirdar ra ma.

Aborîya Korêyê yek ji aborî yên herî lezgîn bûye di warê pêşkevtinê da. Li dema damezrandina Komarê da, Korêya Başur yek ji hejartirîn û xizantirîn welatên cîhanê bû û niha aborî ya 10ê ye. Ev welat di warê teknolocî û bikaranîna teknolociyê jî da yek ji welatên herî li pêş e. Korê ya Başur bi hebûna karxane yên mîna Samsung, Hyundai, Kia, Daewo û LGyê li seranserî cîhanê bi karsaziya kompyoter, gemî û têlefonên gerok navdar e.

Korêya Başûr yek ji wan welatan e ko li paş Şerê Azadî ya Îraqê li sala 2003'ê pişikdarî ya hêzên pirnejad li Îraqê kirîye. Niha tîpeka leşkirî Komara Korêyê binavê Tîpa Zeytûnê li derveyî Hevlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê li başurê Kurdistanê ye. Ev hêz piranî bi karên civakî ve mijûl e. Nexweşxane ya vê tîpê çaresera nesaxên Kurdistanî dikit. Pişkên dî yên Tîpê arîkarî ya avakirina dibistanan û bingehên saxlemiyê û rahînan karmendan didin.

Girêdanên derve


Şablon:Link FA