Kâzım Koyuncu: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TjBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2) (Bot: de:Kazım Koyuncu de:Kâzım Koyuncu olarak değiştiriliyor
Rêz 1: Rêz 1:
Kâzım Koyuncu (* 7'ê sermawezê 1971 li [[Hopa]], [[Artvîn]]; 25'ê tîrmehê 2005 li Stenbol) hunermendekî laz bû û weke damezrînerê [[rocka lazî]] tê qebûlkirin.
'''Kâzım Koyuncu''' (m. 7'ê sermawezê 1971 li [[Hopa]], [[Artvîn]] − m. 25'ê tîrmehê 2005 li Stenbol) hunermendekî [[laz]] bû û weke damezrînerê [[rocka lazî]] tê qebûlkirin.


== Kurtejiyan ==
== Kurtejiyan ==
Rêz 20: Rêz 20:


== Dîskografî ==
== Dîskografî ==
''digel Zuxaşî Berepe''
''Digel Zuxaşî Berepe''
:* 1995 Va Mişkunan
* 1995 Va Mişkunan
:* 1998 İgzas
* 1998 İgzas
:* 1998 Bruxel Live
* 1998 Bruxel Live


''Digel Grup Dinmeyenq''
''Digel Grup Dinmeyenq''
:* 1996 Sisler Bulvarı
* 1996 Sisler Bulvarı


''Albumên wî yên solo''
''Albumên wî yên solo''
:* 2001 Viya
* 2001 Viya
:* 2004 Hayde
* 2004 Hayde
:* 2006 Dünyada Bir Yerdeyim (piştî mirina wî hate weşandin)
* 2006 Dünyada Bir Yerdeyim (piştî mirina wî hate weşandin)


[[Kategorî:Jidayîkbûn 1971]]
[[Kategorî:Mirin 2005]]
[[Kategorî:Hunermendên laz]]


[[az:Kazım Koyuncu]]
[[az:Kazım Koyuncu]]

Guhartoya 00:38, 6 kanûna pêşîn 2012

Kâzım Koyuncu (m. 7'ê sermawezê 1971 li Hopa, Artvîn − m. 25'ê tîrmehê 2005 li Stenbol) hunermendekî laz bû û weke damezrînerê rocka lazî tê qebûlkirin.

Kurtejiyan

Di sala 1992'an de wî bi hevalên xwe Cafer Gürsoy Tanc, Ugurcan Sezen, Zulfîkar Murat Dilek, Mahmut Turan, Metin Kalac û Mehmed Ali Baris Besli yekemîn koma rocka lazî Zuxaşî Berepe (bi kurdî: Zarokên behrê) avakir. Yekemîn albuma komê ya bi navê Va Mîşkunan (bi kurdî: Em nizanin) di sala 1995'an de, dûwemîn album Îgzaz (Diçe) jî di sala 1998'an de hatin weşandin. Albuma wan a dûwem di heman demê de albuma dawî ya komê bû.

Piştî belavbûna komê Kâzim Koyuncu di sala 2001'an de dest bi kariyera xwe ya solo kir. Hê nu dest bi serkeftinên muzîkî dikir ku di sala 2004'an de bijîşkan li canê wî yê ciwan kanser tespît kirin.

Kâzim Koyuncu di roja 25'ê pûşperê 2005 de jiyana xwe ji dest da û laşê wî li gundê xwe yê ku tê de hat dunê hat defnkirin.

Muzîka wî

Meriv kare bêje ku di dengê Kâzim Koyuncu de girêdayiyeke bi xwezayê Behra Reş re heye: ev deng, weke hewa, ba û barana herêmê him qert e, him jî mîna sîsên li ser daristanên herêmê nerm e.

Muzîka wî guhdarvanan ewqas dixe bin bandora xwe ku, gava meriv çavên xwe digire xwe weke li Behra Reş hîs dike.

Piştî wefaatkirina wi, muzîka wî li hemû welêt dengveda û muzîka lazî û hemşînî gihande asteke populer. Bi rêya fîlma 'Auf der anderen Seite' (Yaşamın Kıyısında/Li Ber Qeraxa Jiyanê) ya derhênerê tirko-elman Fatih Akin dengê wî li Ewropa jî hate naskirin.

Di fîlmê de, gava strana Koyuncu ya bi navê 'Ben senî sevdugumî' (Tu ya ku min ji te hezkirî) tê leystin, petrolfiroşek bal dikişîne ser mirinên ji qanserê yên ku - li gorî herêmên din ên Tirkiyê - li dorên Behra Reş zêdetir pêk tên û mirina Kâzim Koyuncu bi felaketa Çernobîlê girêdide.

Dîskografî

Digel Zuxaşî Berepe

  • 1995 Va Mişkunan
  • 1998 İgzas
  • 1998 Bruxel Live

Digel Grup Dinmeyenq

  • 1996 Sisler Bulvarı

Albumên wî yên solo

  • 2001 Viya
  • 2004 Hayde
  • 2006 Dünyada Bir Yerdeyim (piştî mirina wî hate weşandin)