Xwînber: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot zêdekirin:be:Артэрыя
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
B robot zêdekirin:new:आर्टरी
Rêz 52: Rêz 52:
[[my:သွေးလွှတ်ကြော]]
[[my:သွေးလွှတ်ကြော]]
[[nds:Arterie]]
[[nds:Arterie]]
[[new:आर्टरी]]
[[nl:Slagader]]
[[nl:Slagader]]
[[nn:Pulsåre]]
[[nn:Pulsåre]]

Guhartoya 17:24, 15 kanûna pêşîn 2012

Xwînber an jî demara xwînber (bi îngilîzî: artery) coreyek ji coreyên xwînboriyan in ko xwînê ji dilî ber bi aliyê endamên (organên) laşî dibin. Du xwînberên serekî xwînê ji dilî dibin: xwînbera sereke (aorta) û xwînbera pişik. Aorta mezintirîn xwînbera laşî ye û xwînê ji aliyê çepê yê dilî ber bi hemî endaman dibit. Xwînbera pişik jî xwînê ji aliyê rastê yê dilî ber bi siyan anko pişikan dibit.

Bi giştî xwîna ko di xwînberan da dibihurit xwîneka oksîjendayî ye. Awarteya vê gotinê tenê xwînbera pişik e. Anko xwîna ko di xwînberan da diherikit xwîneke sortir e ji wê xwîna ko di xwînwerînan da diherikit. Lê xwîna ko di xwînbera pişik da ji dilî ber bi siyan diêit bêokîjentirîn anko reştirîn anko şîntirîn xwîna laşî ye û jibo wergirtina oksîjenê û derkirina duanoksîda karbonê ber bi siyan tê hinartin. Jiber vê yekê binavkirina xwînberan bi sordemar û xwînwerînan bi şîndemar ne rast e.