Gurgum: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B r2.7.3) (robot zêdekirin:az:Qəhrəmanmaraş
JYBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (Bot: diq:Gurgum (bacar) diq:Gurgum olarak değiştiriliyor
Rêz 170: Rêz 170:
[[da:Kahramanmaraş]]
[[da:Kahramanmaraş]]
[[de:Kahramanmaraş]]
[[de:Kahramanmaraş]]
[[diq:Gurgum (bacar)]]
[[diq:Gurgum]]
[[el:Καχραμανμαράς]]
[[el:Καχραμανμαράς]]
[[en:Kahramanmaraş]]
[[en:Kahramanmaraş]]

Guhartoya 08:53, 17 kanûna pêşîn 2012

Gurgum
Kahramanmaraş
Gurgum li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gurgum
Gurgum
Gurgum (Tirkiye)
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mereş
Demografî
Gelhe 1.004.414 kes (2007)
Berbelavî 70.1 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 14.327 km²
Koordînat 37°35′15″Bk 36°56′43″Rh / 37.58750°Bk 36.94528°Rh / 37.58750; 36.94528
Dem (UTC) UTC+2
Agahiyên din
Malper http://www.kahramanmaras.bel.tr/
Nexşe
Wêne:Meresh districts ku.PNG

Gurgum an Mereş (bi romî, Kahramanmaraş) bajarek di bakurê Kurdistanê de ye.

Nav

Di çavkaniyên asuriyan de navê herêmê wek Gurgum derbas dibe, navê bajar jî "markasî" bû. Di dema Romayiyan de nav wek "Gemanike" ji hatiye bikar anîn. Dema Îslamiyetê de nav wek Marash hat guhertin. Nav ji alî tirkan ve di sala 1973 an de jî wek " Kahramanmarash" hatiye guhertin.

Dîrok

Kronolojiya Bajêr

Berî Îsa(zayîn)

  • 1460 - 1200 Dema Hîtîtiyan
  • 660 - 612 Dema Asûriyan
  • 612 - 550 Dema Medan
  • 550 - 332 Dema Persan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 17 - 395 Dema Romayiyan
  • 395 Dema Bîzansiyan
  • 632 Dema Ereban
  • 650 - 1103 Herêm ji alî desthiladarî pir caran di navbera Ereb û Bîzansiyade dest diguhere.
  • 1103 Dema Selçûkiyan
  • 1399 Dema Osmaniyan
  • 1978 Komkujtina Mereşê

Erdnîgarî

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr

Bajar di nav parelelên 27° 11´ û 38° 36´ bakûr û merîdyenên 36° 15´ û 37° 42´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Sêwasê û Meletye yê ve , li rojava bi Edenê (Tirkiye) ve, li bashûr bi Entapê ve û li rojhilat jî bi Semsûrê ve tê girêden. Tevayiya bajarê Maraşê dikeve hundirê hudûdên Kurdistanê.

Taybetiyên erda bajêr

Pivana erda bajar 14327 km² ye. Ji vî erdî % 59,7 ji çiyan, %16,3 ji deshtan û % 24,0 5 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê tene, ceh, nok, fasûlye, pembo, îsota sor, kixsên shekir û fêkî tên çandin.

Avûhewa

Îklîmek, nîv reshayî û Behrasipî li herêmê heye. Havînan germ û zuha li zivistanan jî sar derbas dibe.

Çiyayên herêmê

Çiyayê bilindtir yê herêmê Nûrhaq e (3081m). Berit (3014m), Engizek (2815m) û Axir(2301m) çiyayên din yê herêmê ne.

Desht, zozan û gelî

Li çiyarêzên Torosan bilindbûna platoyan digihîjin heta 2000 m yî.

Deshta Elbîstanê; Dirêjbûna wî 50 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht di navbera çiyayên Nurhaq, Engîzek û Binboxa de ye.

Deshta Merashê; Dirêjbûna wî 40 km û firehbûna wî jî 20 km ye. Desht li bashûrê bajar e.

Geliya Ceyhan û Aksû yê ; gelî yên herî mazinên li herêmê.

Çem û Gol

Çemê Ceyhan; Ji dora çiyayên deshta Elbîstanê dertê. Di nav hudûtên Edenê de diherêke Behrasipî.

Çemê Aksu; SHaxek çemê Ceyhanê ye.

Gol li herêmê tune ne, tenê li ser çemê Aksu yê ji bendava Qartalkaya yê gola Qartalkaya hatiye çêkirin.

Babetên heywanan

Li çiyayên Nûrhaqê qertel û baz hene. Ruvî, gur, kew û kewroshk jî li herêmê hene.

Gelhe (1997), navçeyên bajêr

Merkez 440.196,

Tevahiya gelhê herêmê (tevli gundan) 1.008.107 e.

Tevahiya gelhê harêmê 1.004.414 (2007)

Aborî

Serwetên bin erdê

Li herêmê ji bin erdê hesin, lînyît, boksît û manganez dertê.

Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê

Herêm ji alî tebîatê ve dewlemend e. Pir ciyên seyranan hene, wek Çinar, Kapiçam, şikeftên Dongele û Firniz. Germavên wek Cela, Zeytûn û Dongele ji ciyên vehêsanê ne ji bo gel.

Çand û huner

Kurdiya Gurgum'ê [1]

Zimanê kurdan gelek dewlemend e, û herweha gelek zarav û devok hene. Devoka Gurgumê endamê zaravê kurmancî ye.

  • Kî nixwaş a neya (nêr)
  • Kê nixwaş a neya (mê)
  • Az nî birçî ma (nêr)
  • Az nê birçî ma (mê)
  • Xwârin (dema îro)
    • ji bo keç/jinan (mê): Azê daxwama, Tê daxwa, Awê daxwa
    • ji bo xort/mêran (nêr): Azî daxwama, Tî daxwa, Awî daxwa

Ol û Civak

Nifûsa herêmê muslumin û ji mezhebên elevî û sunnî pêk tê. Kurd û tirk nifûsa herêmê teshkîl dikin.

Xwarênên herêmê

Xwarinên herêmî yên pirtir tên xwarin, kutilkên dagirtî, qawûrma di sêlêde û Çemen e.

SHorba legen; Hevîr bi gosht û pîvazên sorkirî tê lihevxistin. pishtre di siniyek de tên rêz kirin. Saca sorkirî tê serê û tê çêkirin.

Marash bi "Dondirma" xwe yê taybetî li dinyayê bi nav û deng e.

Kincên herêmê

Zilam palto yên kin ku ji re dibêjin " sako" li xwe dikin. Di bin de shalwar tê li xwe kirin. Di serî de kefî tê girêdan. Di nigan de jî qondere yan jî cîzme heye.

Jinên pîr du kefiyan bi tacek re li serê xwe girê didin. Keçên ciwan porê xwe girê nadin û kefî yê jî wek sherîdek li serê xwe girê didin. Fîstanek ku ji re dibêjin fermene ( cepken) li xwe dikin.Derpiyek ku ji re dibêjin konçek (don) li xwe dikin. Di nigan de jî, qonderên rengîn û pêlavên lastîk hene.

Navdarên bajar

Çavkanî

  1. ^ http://www.bianet.org/bianet/sanat/142104-babamin-sesi-ve-maras-kurtcesinin-trajedisi (li gora "Mazlûm Dogan, ji reportaja "Babamın Sesi ve Maraş Kürtçesinin Trajedisi")