Omer: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
JYBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (Bot: so:Cumar bin Khadaab R.C. so:Cumar bin Khadaab olarak değiştiriliyor
Rêz 147: Rêz 147:
[[sk:Umar ibn al-Chattáb]]
[[sk:Umar ibn al-Chattáb]]
[[sl:Omar (kalif)]]
[[sl:Omar (kalif)]]
[[so:Cumar bin Khadaab R.C.]]
[[so:Cumar bin Khadaab]]
[[sq:Omer ibn el Hattab]]
[[sq:Omer ibn el Hattab]]
[[sr:Омер]]
[[sr:Омер]]

Guhartoya 11:49, 28 kanûna pêşîn 2012

Omer, Emer, Omerê kurê Xetab (bi erebî: Umar ibn Khattab) di navbera salên 634-644'an de duyem xelîfeyê ayîna îslamê bû. Di 591'ê de li Mekeyê hatiye dinê û di 644'an de hatiye kuştin.

Kurtnasî

Navê bavê wî Xetabê kurê Nufeyl, navê diya wî Hanteme bû û ji êla Qureyşiyan bûn.

Duyem xelîfeye ola îslamê ye (634-644). Piştî Ebûbekir ew dibe xelîfe û nav oldarên îslaman da wek xelîfeye herî bidad tê nasîn.

Cara yekem di dema wî da walî û qadî ji hev cuda tê tayînkirin. Salnameya Hîcrî wek salnameyek fermî tê pejirandin.

Dîsa dema wî da welatên mîna Îraq, Îran, Xorasan, Sûrî, Filistîn û Misir mislimantiyê dipejirîne û dikeve bin ala îslamê.

Bûyîna Hz. Omer

Omer 13 sal di pey cenga Fîl, li Mekeyê hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey cenga Fîcar a mezin ji dayîka xwe bûye. (1)

Bavê wî Xetabê kurê Nufeyl e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember, ji qebîla Qureyş, ji mala Edî ye. Diya wî qîza birayê Ebû Cehl (an jî qîza apê wî) Henteme ye. (2)

Dîrok ji dema beriya muslimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re şivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn Suriyê re hevaltî dikir. (3)

Di dewra cahiliyeyê de yek ji eşrefên Mekeyê bû û sefareta dewleta Mekeyê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida mekiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekeyê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat qebûlkirin. (4)

Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember mislimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî şûrê xwe girt û çu ku Hz. Mihemed bikuje. Lewra bi angorî wî; Mihemed Pêxember dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji putên wan re tunebû. Di civînekî de mekeyiyan biryara kuştina Hz. Mihemed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer şûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuştina Hz. Mihemed. Lê çuyîna wi, bû sedemê mislimantiya wî.

Mislimantiya wî

Omer di şeş saliya rîsaletê de bûbû musliman, dema ku ew bû musliman hejmara muslimanan bi qasî heftê-heyştê kesî hebû. (5)

Bi angorî ku Teberî ji Îbnî Ebbas riwayet dike, yê yekem ku muslimantiya xwe bi eşkerayî ji her kesî re îlan kiriye, Omer e. (6)

Omer beşdarî hemî cenga (wekî Bedir, Uhûd, Xendek, Xeyber) bû. Di hinekan de jî serleşkerî kiriye.

Bi hilbijartina Ebû Bekr ku bû xelîfe, Omer roleka pirr mezin lîst.

Piştî wefatkirina Ebû Bekr, Omer di sala 634'an de bû xelîfe. Xelîfeyê duyem e.

Hinek nûzayiyên di dewra Hz. Omer de

  • Teşkîlata Dîwanî hate saz kirin û qeydê leşkeran û meaş û hatiniyên wan ên cengê hatin nivîsandin.
  • Heya Hz. Omer wezîfa qazîtiyê di dest waliyan de bû. Lê Hz. Omer teşkîlatek Edliya serbixwe saz kir û ji serê teşkîlatê re qazî te'yîn kir. Hz. Omer te'lîmat dida qaziyan da ku di biryarên xwe de ji qanûna Îslamê dernekevin. Edliye dîrekt giredayê bi xîlafetê ve bû. Bi vê teşkîlatê, wekheviya hemî hemwelatiyan zêdetir kete rewacê.
  • Di alîkariya bêçaran da ferqa navbera misliman û ne mislimanan rakir, hemwelatiyên bêçar ji kîjan dînî ba jî, ji dewleta Îslamê alîkariyê distendin.
  • Girîngiyek pirr mezin da ser perwerdê. Di hemî herêmên fetihkirî de mizgeft û pê ve girêdayî medrese ava kir. Ji bo medresan alim te'yîn kir û meaşek zêde da wan, da ku xelkê perwerde bikin, kesek cahîl nemîne. Wek tê gotin ku di dema Hz. Omer de çar hezar mizgeft hatine avakirin(7)
  • Teqwîm di dema Hz. Omer de hate pêkanîn. Hz. Omer hicreta Pêxember esas girt û di karên dewletê de teqwîm bikar anî.
  • Ta dewra Hz. Omer de, perên biyaniyan di tedawulê da bûn, li alî Iraq û Îranê dîrhemên Farisan, li alî Sûriyê û Misrê jî dînarên Bîzansa dihat bikaranîn. Her çiqas Xalidê kurê Welîd di sala 15 hicrî de, li herêma Taberiyeyê dînarê Îslamî çêkiribin jî ewqas di rewacê de nebû. Hz. Omer di sala 17 hicrî de perê Îslamê kir tedawulê[çavkanî hewce ye].
  • Hz. Omer tebdîla qiyafet dikir û di nava gel de digeriya. Her wiha halên gel baştir fêm dikir û pirsgirêkên wan çareser dikir.
  • Ji memûrên xwe re gellek bi disîplîn bû.

Di sala 644'an de ji aliyê xulamê xiristiyan ê farisî Ebū Lu'lu'a Feroz ve hat kuştin[çavkanî hewce ye].


Çavkanî

http://www.serhed.org/modules.php?name=News&file=article&sid=577

http://www.yehhu.com/biyografi.asp?islem=yolla&id=1602

1) Îbnul-Esîr, Usdul-xâbe, Qahire 1970, IV/146

2) Îbnul-Esîr, Usdul-xâbe, Qahire 1970, IV/146

3) H. Îbrahîm Hesen, Tarîxul-Îslâm, Misir 1979, I/ 210

4) Suyûtî, Tarihul-Hulefâ, Beyrut 1986, 123; Üsdül-gâbe, IV, 146

5) Îbn Sa'd / Tebeqetu'l Kubra / II/ 268-269

6) Suyûtî: Tarîxul-Xulefa / Beyrût 1986 /129

7) Ehmed en-Nedwî, Esrî-s-Seadet