Che Guevara: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
TjBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2) (robot zêdekirin:pa:ਚੀ ਗੁਵੇਰਾ
GhalyBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:arz:جيفارا
Rêz 33: Rêz 33:
[[an:Ernesto Guevara]]
[[an:Ernesto Guevara]]
[[ar:تشي جيفارا]]
[[ar:تشي جيفارا]]
[[arz:جيفارا]]
[[ast:Ernesto Guevara de la Serna]]
[[ast:Ernesto Guevara de la Serna]]
[[ay:Che Guevara]]
[[ay:Che Guevara]]

Guhartoya 14:39, 6 kanûna paşîn 2013

Che Guevara

Şoreşgerê Arjantînî Che Guevara, di 9'ê kewçêra sala 1967'an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî Bolîvyayî ve hate kuştin.

Che Guevara, di sala 1928'an de li bajarê Arjantinê Rosarioyê ji dayîk bû. Bi eslê xwe ji Spanî, Baskî û Îrlandî ye. Di sala 1953'an de li Buenos Aires'ê, bû bijîjk. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Emerîkaya Latîn ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkayê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê.

Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos'ê şeva 7’ê Cotmeha 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hieguras'ê de hepis kirin. Che, li hemberî ti kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi wate bûn. "... Mirina Li Ser Pêyan Ji Jiyana Li Ser Çogan Çêtir e". Û roja 9 Cotmeha 1967an, saet 13:10an de bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Emerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi erêkirina Serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî yên Barrientos bû, bi neh guleyan can da.

Piştî kuştina Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê têkoşeriyê. Dujminên wî difikirîn ku eger sax bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê belav nebûya.

Wisa jî -ji SNCCyê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: "Mirina Che, ne girînge, ya girîng ewe ku mirovekî wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me hemû xelkên xîzan tune bikin; ev yek jî bê îmkane."

Bi yek gotinê, ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya dagirtî, bi azwerî û xwestika têkoşînê û alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê herkesî de cîh girt.

Piştî 35 salan jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye di dilê hemû mirovatiyê de ye. Ya girîng jî, meşa mirovên ku bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di gotineke xwe de serok Apo wiha digot, "Heta ku mirovatî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike". Di felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye. Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî dijî û dixwaze ku tim mirov ji bo rastiyê têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be.

Girêdanên derve

Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA