Helbest: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 5: | Rêz 5: | ||
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş/xeyal, sehek, feraset cîhên girîng digirin. Vegotin/îfade zêdetir porkirî ye, bilêvkirin/telafûz zêdetir bi mûsîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihanîyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyîv û deng de bi awazî/melodîk e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêvdike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye. |
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş/xeyal, sehek, feraset cîhên girîng digirin. Vegotin/îfade zêdetir porkirî ye, bilêvkirin/telafûz zêdetir bi mûsîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihanîyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyîv û deng de bi awazî/melodîk e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêvdike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye. |
||
Kesên ku |
Kesên ku helbestan dinivisînin re jî [[helbestvan]] an jî şaîr tê gotin. |
||
Guhartoya 15:48, 13 kanûna paşîn 2013
Helbest/şiîr di edebîyatê de beşek girîng e; ku di edebîyata kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekserîyetê li serê erdê destpêka edebîyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebîyatê ya yekemîn helbest e.
Çira helbest tê gotin, ango helbest çîye? Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî/edebî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş/xeyal, sehek, feraset cîhên girîng digirin. Vegotin/îfade zêdetir porkirî ye, bilêvkirin/telafûz zêdetir bi mûsîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihanîyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyîv û deng de bi awazî/melodîk e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêvdike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.
Kesên ku helbestan dinivisînin re jî helbestvan an jî şaîr tê gotin.
Curên Helbestê
Helbesta Epîk
Helbestên ku mijara wan qehremanî û serborî, dikevin beşa helbesta Epîk. Mînaka helbesta Epîk ya herî pêşî Destana Gilgamêş e. der birina hesta xwe bi ziman an ku bi nivis je re dibejin helbest. her neteweiyek ji xwe xwediye helbestane. helbesten 3 xishte an ku 3 qade yen xasmaniu u taybei ye kurdanin.
Helbesta Lîrîk
Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên Lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yewnana kevin bi sazamûreke bi navê Lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk.
Helbesta Dîdaktîk
Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herwiha ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî , an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta Dîdaktîk hînker e.
Helbesta Felsefî
Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî tên bi navkirin.
Helbesta Dramatîk
Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê Helbestên dramatîk tên bi navkirin.
Lîsteya pirtûkên helbestan
Çavkanî
Jîr DILOVAN