Nermalav: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B r2.7.3) (Bot: uz:Dasturiy vosita uz:Dasturiy taʼminot olarak değiştiriliyor
Jotterbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (Bot: gu:સૉફ્ટવેર gu:તન્ત્રાંશ olarak değiştiriliyor
Rêz 57: Rêz 57:
[[gd:Bathar-bog]]
[[gd:Bathar-bog]]
[[gl:Software]]
[[gl:Software]]
[[gu:સૉફ્ટવેર]]
[[gu:તન્ત્રાંશ]]
[[he:תוכנה]]
[[he:תוכנה]]
[[hi:तन्त्रांश]]
[[hi:तन्त्रांश]]

Guhartoya 17:19, 15 kanûna paşîn 2013

OpenOffice.org Writer

Nerimalav an nivîsbarî (bi Farsi narmafzar(نرم افزار), bi îngilîzî software, bi tirkî yazılım) bi kurtahî hindek rênumayî û firman in ko bi zimanê makîneyê jibo kompyoterekê hatine nivîsîn û hişikalav (hardware) bi wan karê ko jibo hatîye diyarkirin bicih dikit. Nerimalav parek ji bîrdank (memory) a kompyoterê e. Mirov dikarit bê guhartina hişkalavî nerimalavî biguhêrit û bi vî awayî karekê nû ji kompyoterê bixwazit bê hindê ko kompyoter bi awayekê nemazeyî jibo hindê hat bit çêkirin. Bi berbelavî nerimalav formekê Algorîtmî e ko bi awayê zincîreka firmanên makîneyî dihêt hebûnê.

Bervajî pêkhatên fîzîkî ên kompyoterê, nerimalav bernameyek e ko kompyoterê kare dikit erkekê nemaze bicih bikit. Hindek nerimalav Nerimalav ên Karberî in, wekî bernameyek jibo vewijartina peyvan (anko Word Processing). Hindek nerimalav ên dî Nerimalav ên Dozenî (sîstem) in, wekî dozen ên bicihkirinê (Operating System) ko dibin navgînek di navbera hişkalavî û nerimalavên dî da. Peyva nerimalav bi vê ramanê jibo cara pêşîn li sala 1957ê li aliyê Can W. Tûkî (John W. Tukey) ve hat bikaranîn.

Nivîsbarî ji bo amûrên elektronîk ên ku ji bo cur bi cur peywiran hatine afirandin bikaribin bi hev re têkevin têkiliyê û li hev bikin û bi hev re bixebitin hatiye amadekirin. Ferman e ji bo ku ew amûr bêhtir bikaribin peywira xwe bi cih bînin.

Nivîsbarî ji bo hemû bernameyên ku nîşan dide dê amûrên elektronîk çawa xebata xwe pêk bîne, tê gotin.

Bernameyên kompûterê jî mînakek e. Nivîsbarî bi zimanekî bernamekirinê tê nivîsandin.

Du kategoriyên mezin ên nivîsbariyê hene: Nivîsbariya Pergalê (en:system software) û Nivîsbariya Sepanê (en:application software).

Mînakên ji bo Nivîsbariya Pergalê Linux û Microsoft Windows in, mînakên ji bo Nivîsbariya Sepanê Microsoft Word an jî bi kurdî Abiword in.

Wikipedia li ser Nivîsbariyeke bi navê "MediaWiki" dimeşe.

Ji nivîsbariya ku bêmize ye re Nivîsbariya Bêmize (en:Freeware) tê gotin. Ji Nivîsbariya ku azad e re Nivîsbariya Azad (en:Free software) tê gotin. Linux û MediaWiki mînakên ji bo Nivîsbariya Azad in, Winamp û Microsoft Explorer mînakên ji bo nivîsvariya bêmize ne.

Gelek bernameyên Nivîsbariya Azad li kurdî jî hatine wergerandin. Ji bo vê yekê li Nivîsbariya Azad û Nivîsbariya Kurdî binihêre.