Yûhenayê Noqkar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
+wêne
Rêz 1: Rêz 1:
{{neensîklopedîk}}
{{neensîklopedîk}}
[[Wêne:StJohnInUmmayad.jpg|thumb|Gora Yehya Nebî, li [[mizgefta Umeye ya Şamê]]]]

[[Wêne:San Juan Bautista - El Greco - Lienzo - hacia 1600 - 1605.jpg|thumb|Yûhenayê Noqkar li gorî [[El Greco]] (El Greko), 1600-1605]]
'''Yûhenayê Noqkar''' an jî '''Yehya''', li gorî ayînan zilamekî dîn û pêxember û gotinbêjê peyva Xwedê bû.
'''Yûhenayê Noqkar''' an jî '''Yehya''', li gorî ayînan zilamekî dîn û pêxember û gotinbêjê peyva Xwedê bû.



Guhartoya 08:10, 18 kanûna paşîn 2013

Gora Yehya Nebî, li mizgefta Umeye ya Şamê
Yûhenayê Noqkar li gorî El Greco (El Greko), 1600-1605

Yûhenayê Noqkar an jî Yehya, li gorî ayînan zilamekî dîn û pêxember û gotinbêjê peyva Xwedê bû.

Çîrok û serkanî

Çîrok û serkaniyên herî kevin nivîsarên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna ne. Dibêjin Endrawis pêşî şagirtê Yûhennayê imadkar bû û piştre li pey Îsa Mesîh çû, bû şagirtê wî. Dîroknasê cihû, Ûsivê Flaviyus jî li ser Yûhennayê imadkar nivîsî [1].

Jiyana Yûhenayê Noqkar li gorî Încîlê

Dibêjin navê bavê wî Zekerya û navê diya wî Êlîzabêt bû. Ew herdu ji dûndana birayê Mûsa û Harûn bûn û ji bo demeke dirêj bê zarok man, lê dîsa Xwedê di kalîtiya wan de kurek da wan [2].

Çaxê Yûhenna derket û dest bi hinkirinê kir, xelkê guman dikir ku ew bi xwe Mesîh e, lê wî ev yek qebûl nekir û li ser xwe weha got: "Ez ew deng im ku li çolê gazî dike: 'Riya Xudan rast bikin!' wek ku Îşaya pêxember gotibû." (Îşaya 40:3)

Tê gotin ku wî xelk ji bo hatina Mesîh amade dikir û berê gel dida Îsa Mesîh, da ku baweriya xwe bi wî bînin. Gelek pêxemberên din hebû,lê ew yê tenê bû ku mirovên tobedar di avê de imad dikirin (noq dikirin); ev bû nîşana tobekirinê û nîşana afûbûna gunehên wan (Lûqa 3:3-20).

Cara pêşî ku Yûhena Îsa dît, wî got: "Va ye, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike" (Yûhena 1:29). Bi vê yekê wî kifş kir ku Îsa wê wek qurbanekê ji bo gunehên mirovan bimire.

Yûhenayê Noqkar ji aliyê Îsa û ji aliyê xelkê ve wek pêxember hatiye qebûlkirin (Metta 11:7-19; Metta 14:5).

Hêrodês Antîpas, mîrê Celîlê, Yûhena li qesrê Maxêrus avêt zîndanê, çimkî Yûhena li hember gunehê wî rabû û jê re gotibû: "Nabe ku tu jinbira xwe bînî." Piştî demekê ew di zîndanê de hat kuştin, serê wî jêkirin (Metta 14).

Çaxê Yûhenayê Noqkar hatibû girtin, Îsa dest bi hînkirinê kir û hin bi hin şagirtên Yûhenna fêm kirin ku Îsa bi xwe ew Mesîh e, yê ku Yûhena li ser gotiye.

Yûhenayê Noqkar li gorî ayînên din

Çavkanî

  1. ^ Tarîxa Cihûyan 18.117 (94 PZ)
  2. ^ Lûqa 1