Pişika mirovî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
Jotterbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (Bot: es:Pulmón es:Pulmones olarak değiştiriliyor
Rêz 52: Rêz 52:
[[en:Lung]]
[[en:Lung]]
[[eo:Pulmo]]
[[eo:Pulmo]]
[[es:Pulmón]]
[[es:Pulmones]]
[[et:Kopsud]]
[[et:Kopsud]]
[[eu:Birika]]
[[eu:Birika]]

Guhartoya 12:47, 19 kanûna paşîn 2013

Pişika mirovan

Pişik[1] (an cigera spî an kezeba sor) organa bêhn stendinê ye. Di sênga mirov de li herdu aliyan cî digre. Peywira wê ya yekem ji hewayê bi alikariya poz û xortomên bêhnê oksîjen kişandin û tevlî tevgera xwînê kirin û carbondîoksîta nav xwînê derxistin û di dev re avêtina derve ye.

Di bedena mirovan de du pişik hene: Pişika cep u pişika rast. Pisika rast ji sê u pişika cep ji ji du perçan pêktê. Ji wan perçan ra bi zimanê latinî lobus (lobus superior, lobus inferior, lobus medius) ten gotin. Her perçe bi serê xwe cardin te cudakirin. Bi latini ji wan perceyen hin piçûk ra dibejin lobuli.

Le ji bona bihngirtine ne tene dev, poz u pisik hewce ne; her usa ji masîlikên navbere parxanan, parxan u masîlika bi nav diafragm ji gelek giring in. Bi alikariya hewaye nav pisike, mirov dikarin qisebikin (bipeyivin, dengbikin). Ango pişik u qilqancik ji bo qisekirine ji pewist in. Le qisekirin bixwe bi alikariya leven (jiyen) deng, di qirika mirovan da u bi alikariya ziman pekte.

Anatomî

Pişik (bi latînî: pulmo) endemek di hindirrî sîng de ye. Qebareya herdu pişikan 2-3 l e û pişika çep ji a rast 10-20% biçûktir e. Ew bi perdeyê kêlekê (pleura) hatî pêçan bilî devê pişikê (hilum pulmonalis). Di devî pişikê de bronşa sereke, xwînber û xwînhênera pişikê derbasî pişikê dibin.

Pişika rast sê parçeyên wê hene, parçeya jorîn (lobus superior), parçeya navîn (lobus medius) û parçeya jêrîn (lobus inferior). Navbera wan parçeyan kend hene. Kenda xwar (fissura obliqua) li paş navbera parçeyê jorîn û jêrîn e, û li pêş navbera parçeyê jêrîn û navîn e. Kenda berwar navbera parçeyê jorîn û navîn e.

Pişika çep du parçeyên wê hene, parçeya jorîn û a jêrîn. Kenda xwar navbera wan ne. li serrûyî pişikê çep bin devê pişikê çala dil (Impressio cardiaca) heye.

Çavkanî

  1. ^ Hüseyin Bektaş (2004)

Girêdanên derve