Clifford Shull: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B Bot:Xelatgirên Nobela Fîzîkê
Rêz 31: Rêz 31:
[[ar:كليفورد شال]]
[[ar:كليفورد شال]]
[[bg:Клифърд Шул]]
[[bg:Клифърд Шул]]
[[bn:ক্লিফোর্ড গ্লেনউড শাল]]
[[ca:Clifford Shull]]
[[ca:Clifford Shull]]
[[cs:Clifford Shull]]
[[cs:Clifford Shull]]

Guhartoya 09:23, 20 kanûna paşîn 2013

Clifford Glenwood Shull (* 23'ê rezberê 1915 li Pittsburgh, Pennsylvania; † 31'ê adarê 2001 li Medford, Massachusetts) yek ji fizîknasên navdar ên DYAyî bû. Sala 1994'î guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.

Jînenîgarî

Di nava salên 1933 - 1937'î de li Pittsburgh di Carnegie Institute of Technology (enstîtuya teknîkê) de perwerdeya fîzîkê dîtiye. Ji wir derbasî Zanîngeha New Yorkê bûye û perwerdeya bilind li wir girtiye. Serî de karekê li fîrmaya The Texas Company (Texaco) dibîne. Piştî bidawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn, sala 1946'î, li Tennessee di laboratûareke neteweyî de dixebite. Sala 1955'î wekî profesor li Massachusetts Institute of Technology dest bi kar dike û heya nexweşketina dawiya temenê xwe (1986) li wir dixebite.

Shull sala 1941'î bi Martha-Nuel Summer re evînmarî dibe (dizewice) û sê lawên wan dibin, John, Robert û William. Ew li nexweşxaneya Lawrence Memorial Hospital a li Medford a, Massachusetts jiyana xwe jidestdide.

Xebat û girîngiya wî

Li Texaco analîza mîkrostrûktûra katalîzatoran dikir ku beşek ji kîmyageriya petrolê bû. Li laboratûara Oak Ridge National Laboratory bi tevî Ernest Walton (1903-1995) li ser bipêşxistina reşandina neutronan dixebite.

Shull sala 1994'î bi tevî Bertram Brockhouse Xelata Nobel a fîzîkê werdigire.

Xelat

Berhem

  • Clifford Shull: Early development of neutron scattering. Rev. Mod. Phys. 67 (1995) 753–757