Gomada: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot zêdekirin:en:Gaumata (False Bardiya)
Rêz 34: Rêz 34:
[[cs:Gaumáta]]
[[cs:Gaumáta]]
[[de:Gaumata]]
[[de:Gaumata]]
[[en:Gaumata (False Bardiya)]]
[[eo:Gaumata]]
[[eo:Gaumata]]
[[es:Gaumata]]
[[es:Gaumata]]

Guhartoya 00:10, 23 kanûna paşîn 2013

Bêstûn: Wêneyê herî mezin yê Dara ye, li bin lingê wî Gomada li erdê ye
Taswîrkirina serhildêrên ku bûbûn bendeyên Daryûs

Gomada[1] an jî Gaumāta[2] (bi tîpên li nivîskên Bêstûnê: ) serhildêrekî medî ye ku bixwe ji êla magiyan bû. Di sala 522'yên berî zayînê de piştî serhildana (destpêka serhildanê : 11'ê adarê) xwe demekê bû desthilatdarê împeratoriya Medopersî. Di 29'ê rezberê de, serhildana wî bi alîkariya generalên (Vîdafarna, Gobriyas, Vîdarna) Daryûs I hate şikandin. Piştî ku Daryûs Gomada dîl girt ew da kuştin û ji bo ku ti kes mîna wî serî nehildê, li Bêstûnê li ser zinarekî wêneyê Gomada yê ku li bin lingên Dara mîna êsîrekî ye hate xêzkirin. Gelek magiyên ku parêzvanên ola Zerdeşt bûn ji aliyê Dara ve hatin kuştin û şikandina serhildana Gomada mîna cejnê hat îlankirin. Navê vê cejnê Begadayîş[3] (ev nav ji heyva ku Gomada tê de têkçû ve tê) an jî li gorî Heredot Mogudayis (tê wateya kuştina magiyan) bû. Her sal di vê rojê de magî nikarîbûn derkevin derve ji ber ku heke derketibana wê hatibana kuştin.

Wergera nivîsa li Bêstûnê

Li jêr wergera nivîsên li Bêstûnê yên di derbarê Gomada de hene.[4]

  • (Benda 10'an) Şah Daryûs dibêje: Tişta di dorê de piştî ku ez bûme şah pêk hat. Kurekî Kûruş, yê bi navê Kambîz, yê ji xanedaniya me berî min li vir key bû. Birayekî Kambîz yê bi navê Bardiya hebû ku dê û bavên wî heman dêbavên Kambîz bûn. Piştre, Kambîz Bardiya kuşt. Hinga Kambîz, Bardiya kuşt ev ji aliyê mirovan ve nedihate zanîn. Piştî vê re Kambîz çû Mudrayayê. Dema Kambîz di nava Misirê de rêwîtiya xwe berdewam dikir, mirov bûne dijmin û derew belav bûn li welat , li Persiya û Medya û satrapiyên din jî.
  • (Benda 11'an) Şah Daryûs dibêje: Piştre zilamek hebû bi navê Gomada, ku magî bû, li Payşiyavada (Paišiyâuvâdâ)[5], li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha Viyaxana (11'ê adarê) de serî hil da. Wî ji mirovan re derew kirin û got: "Ez Bardiya me , kurê Kurûş û birayê Kambîz im." Piştî vê re hemû mirovan serî hil da û ji Kambîz serkevtin bi dest xistin, li her du satrapiyên Medya û Persiya , herwiha li satrapiyên din jî. Wî keyanî zemt kir; di roja nehem a meha Garmapada (1'ê tebaxa 522'ê b.z.) de wî keyanî zemt kir. Piştre Kambîz ji sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest da.
Daryûs û li bin piyê wî Gomada li erdê dirêjkirî ye
  • (Benda 12'an) Şah Daryûs dibêje: Keyaniya ku Gomada yê magî, ji destê Kambîz stendî hertim ya xanedaniya me bû. Piştî vê re, Gomada yê magî , desthilatdariya Kambîz ji Persiya û Medya, û satrapiyên din têk bir û li gorî dilê xwe tevgeriya. Ew bû şah.
  • (Benda 13'an) Şah Daryûs dibêje: Ti kes nîn bû, ne persiyek ne mediyek ne jî yekî ji xanedaniya me ku keyaniyê ji destê Gomada yê magî bistîne. Mirov ji wî pir ditirsîn, ji bo ku wî gelek mirovên ku Bardiyayê rastî nas dikirin kuştibû. Ji ber vê sedemê wî ew kuştibûn, lewma di got "belkî mirov nizanibin ku ez ne kurê Kûruş, Bardiya me". Heta ez ne hatim, ti kes nîn bû ku li dijî Gomada yê magî wêrek be û derkeve hemberê wî. Min ji Ahûramazda re dia kir; Ahûramazda alîkariya min kir. Di roja dehem a meha Begadayîş (29'ê rezberê) de min , bi hindik zilaman re, Gomada yê magî û serkirde yên bi wî re kuştin. Li keleha Sîkayauvatîş a Nîsiya ya li herêma Medya ew kuşt; min desthilatdariya wî têk bir. Bi rûmetiya Ahûramazda ez bûme şah; Ahûramazda keyanî da min.
  • (Benda 14'an) Şah Daryûs dibêje: Min keyaniya ku ji destê me hatibû stendin, dîsa bidest xist û ji nû ve li ser bingeha wê damezrand. Min perestegehên ku Gomada yê magî xera kiribûn û mêrgeh, û cihên ku mirov lê dijîn û malên ku Gomada yê magî desteser kiribûn, ji bo mirovan nû kirin. Min mirov li cihên wan niştecih kirin , mirovên Persiya û Medya û yên satrapiyên din. Min ew restore kirin mîna rewşa berî desteserkirinê. Min ev bi rûmeta Ahûramazda kir, ez xebitîm heta min xanedaniya me weke rojên berê damezrand; ez xebitîm , bi rûmeta Ahûramazda, lewma Gomada yê magî nekarîbû desthilatdariya mala me têk bibe.

Çavkanî

Girêdanên derve