Kolezyûm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
GhalyBot (gotûbêj | beşdarî)
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (Bot: es:Coliseo de Roma es:Coliseo olarak değiştiriliyor
Rêz 37: Rêz 37:
[[en:Colosseum]]
[[en:Colosseum]]
[[eo:Koloseo]]
[[eo:Koloseo]]
[[es:Coliseo de Roma]]
[[es:Coliseo]]
[[et:Colosseum]]
[[et:Colosseum]]
[[eu:Koliseoa]]
[[eu:Koliseoa]]

Guhartoya 03:16, 26 kanûna paşîn 2013

Coliseum bi şev

Coliseum (herweha Colisseum an Kolîseyûm) di koka xwe da navê wê Amfîtiyatra Flavian (bi latînî: Amphitheatrum Flavium, bi îtalî: Anfiteatro Flavio an jî Colosseo) amfîtiyatreka wekî hêkekê ye ko li navenda bajarê Romê li Îtalyayê ye. Ev avahî avahiyê herî mezin yê Împeratoriya Romê bû.

Nijinîna wê li dema desthilatdariya împerator Vespasianî di navbera salên 70ê heta 72ê zayînî da dest pê bû li sala 80ê, li dema desthilatdariya emperator Tîtusî dawî bû. Paştir li dema Dumîtianî hindek guherandin di avahiyê wê da hatin kirin.

Li destpêkê cihê rûniştina 50,000 temaşevanan li Kolîseyûmê hebû. Kolîseyûm zêdetir jibo nîşadana şerên gladiyatoran dihat bikaranîn. Jibo 500 salan berêkanê û musabiqe li Kolîseyûmê dihatin kirin, ya herî dawîn li sedsala 6ê ya zayînî bû ko gelek piştî herifyana fermî ya Împeratoriya Romayê li sala 476ê zayînî ye.

Herçend e niha nîvherifyayî ye, lê Kolîseyûm heta van dawiyan jî wekî yek ji nîşanên hêz û xurtanî ya Împeratoriya Romayê dihat hesibandin. Kolîseyûm niha yek ji balkêştirîn cihên Îtalyaya nûdem e ko gerok anko turîst seredana wê dikin. Kolîseyûm hêşta jî girêdayî Dêra katolîkî ye û hersal li roja Eyniya Baş anko Îna Baş papa tîtaleka dînî li wêderê birêvedibit.

Şablon:Link FA