Amed: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Bot:Çewlîg |
B r2.7.3) (Bot: hu:Diyarbakır hu:Diyarbakır (település) olarak değiştiriliyor |
||
Rêz 459: | Rêz 459: | ||
[[gag:Diyarbakır]] |
[[gag:Diyarbakır]] |
||
[[he:דיארבקיר]] |
[[he:דיארבקיר]] |
||
[[hu:Diyarbakır]] |
[[hu:Diyarbakır (település)]] |
||
[[hy:Դիարբեքիր]] |
[[hy:Դիարբեքիր]] |
||
[[id:Diyarbakır]] |
[[id:Diyarbakır]] |
Guhartoya 02:33, 29 kanûna paşîn 2013
Amed Diyarbakır | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Serbajar | Amed |
Hejmara bajarokan | 17 bajarok |
Gelhe (2008) | 851.902 kes |
Rûerd | 2.060 km2 |
Berbelavî | 413,5 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2008) | 799.447 kes |
Koordînat | 37°54′39″Bk 40°14′12″Rh / 37.91083°Bk 40.23667°Rh |
Bilindayî | 670 m |
Koda postayê | 21xxx |
Koda telefonê | (+90) 412 |
Amed (bi tirkî: Diyarbakır) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyeyê û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di xada netewî û navnetewî bi sûrên xwe û bi zebeşên xwe bi nav û deng e.
Bajar 1300 sal berî Îsa di dema asûriyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda Reş, Diyar-ê Bekir, Diyarbekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.
Erdnîgarî
Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlîgê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê çiya 37.0 %, deşt 30.6 % û plato jî 30.4 % e. Erda herêmê 95 %´ê wê ji bo zîreetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.
Avûhewa
Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.
Amed | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Diyagrama avûhewa | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Amedê (1975-2010)
Çavkanî: www.dmi.gov.tr
|
Dîrok
- Gotara bingehîn: Dîroka Amedê
Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.
Kronolojî
Berî îsa
- ~7250-6750 dema neolîtîk
- ~5000-4000 dema kalkolîtik
- ~3000 dema dema tunc
- ~2000 dema hurrî û mîtaniyan
- ~1200- 600 dema asûriya û urartiyan
- 550- 331 dema persan
Piştî Îsa (zayîn)
- 226-395 dema romayiyan
- 395-639 Dema bîzansiyan
- 639 dema ereban
- 661 dema emewiyan
- 750 Dema ebasiyan
- 984 dema merwaniyan
- 1085 dema selcûqiyan
- 1102-1232 dema Ertuqiyên Heskîf û Amedê
- 1232 dema eyubiyan
- 1507 dema sefewiyan
- 1515 dema osmaniyan
- 1923 dema Komara Tirkiyeyê
Şaredarî
Wek serokê Şaredariya Amedê di hilbijartinên 28'ê adarê 2004an de Osman Baydemir hat hilbijartin.
Çand û huner
Ol û civak
Nifûsa bajêr piranî misilman in. Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elewî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî Kurd in, ji bilî Kurdan, Suryanî, Ereb û Ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.
Xwarinên herêmê
- Meftune: goştê parçekirî di quşxane yan beroşê de tê sorkirin. Bacanreşk (balîcan), sîr û fringî (yan jî ava fringiyan) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.
- Mehîr: mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin. Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
- Kalek, qedayîf, peqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.
- Biraşka tîkegoştê
- Biraşka şîşê
- Boranîk
- Boreg
- Bêran
- Bûmbar
- Cîgerkebaba Amedê
- Elînazîk
- Gebola kundirê mîranî û savarê
- Girara bi xêlî
- Hebenîska Amedê
- Hêyavka bamyeyê
- Hêyavka goşt û kixseyê
- Kartol û mast
- Keledoşiya masiyê
- Kutilka bacanreşkê
- Lebzîne
- Loqmeya bexdenûsê
- Lêvenî
- Nêrgîzyanî
- Nûriye
- Pirtik (şîranî)
- Ponponkiya parxanê ya Amedê
- Pîlakiya Amedê
- Qedayîfa rêsî
- Qereş
- Xaşîla çortanê
Kincên herêmê
Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êlek li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene. Kum, şewqe yan jî kefiya sipî li serî hene.
Jinên Diyarbekirî fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranî jinên zewicandî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên mehelî li xwe dikin, piraniya gel kincên modern li xwe dike.
Ciyên tûrîstîk û gerê
Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye.
Cihên dîrokî yên girîng
-
Baxçeyên Hewselê yên Amedê. Li paş Pira Dehderî tê dîtin.
Deriyên Amedê
- Deriyê Xerpûtê an Deriyê Çiyayî an jî Deriyê Bakur
- Deriyê Rihayê an Deriyê Rûm an jî Deriyê Rojava
- Deriyê Mêrdînê an Deriyê Başûr
- Deriyê Nû an Deriyê Rojhilat
- Deriyê Serayê
-
Deriyê Rihayê.
-
Deriyê Mêrdînê.
Bircên Amedê
Mizgeftên Amedê
-
Mizgefta Mezin a Amedê.
-
Mizgefta Melek Ehmed.
-
Mizgefta Elî Paşa, 2010.
-
Mizgefta Zanîngeha Amedê.
Medreseyên Amedê
Hemamên dîrokî yên Amedê
-
Hemama Deva, 2009.
-
Hemama Melik Ehmed, 2010.
-
Hemama Pasha, 2008.
-
Hemama Vahap, 2009.
Dêrên Amedê
- Dêra Meryem Ana
- Dêra Surp Gregos a Ermeniyan
Xanên dîrokî yên Amedê
Muzexane
Bi Zazakî
Amed (bi tirkî: Diyarbakır) yew sûko û mintiqayê Bakurê (şîmal) Kurdistani di ronayîyo. Şarê Amedî, Amed ra vano "paytextê dilê ma, paytextê Kurdistanî". Çemê Dîcle zerî Amed ra şin û hewayê xo germ o. Amed di vêşêrî şarê Kurd (Kurmanc u Zaza) esto. Kurdan ra ber tayê Ermenî, Sûryanî zî estê. Dinê şarê Amedî vêşêri Îslamo (Sunnî u Elewî), labelê tayê Xrîstiyanî zî estê.
- Bismil (Kirmanckî)
- Şamkuş (Kirmanckî)
- Çinar (Kirmanckî)
- Egil (Kirmanckî)
- Erxenî (Kirmanckî)
- Hênê (Kirmanckî)
- Karazê (Kirmanckî)
- Pasûr (Kirmanckî)
- Licê (Kirmanckî)
- Farqîn (Kirmanckî)
- Hezro (Kirmanckî)
Girêdanên derve
- Malpera Amedê (bi tirkî)
- Şaredariya Amedê (bi tirkî)
- Amedê (bi tirkî)
- Xabere Amed'e (bi tirkî)
- Xabere Diyarbakirspor - Amedspor (bi tirkî)