Budapeşt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
HRoestBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.6.5) (robot zêdekirin:pa:ਬੁਦਾਪੈਸਤ
Rêz 337: Rêz 337:
[[or:ବୁଦାପେଷ୍ଟ]]
[[or:ବୁଦାପେଷ୍ଟ]]
[[os:Будапешт]]
[[os:Будапешт]]
[[pa:ਬੁਦਾਪੈਸਤ]]
[[pdc:Budapescht]]
[[pdc:Budapescht]]
[[pih:Budapest]]
[[pih:Budapest]]

Guhartoya 17:25, 9 sibat 2013

Budapeşt
Budapest (Macarî)
Galeriya Budapeştê
Mertal Al
(Mertal) (Ala)
Damezrandin 17'ê sermawezê 1873
Budapeşt li ser nexşeya Macaristan nîşan dide
Budapeşt
Budapeşt
Budapeşt (Macaristan)
Kargêrî
Welat  Macaristan
Dûgel Mecaristan
Herêm Macaristana Navendî
Navçe 23 navçe (kerület)
Şaredar István Tarlós
Demografî
Gelhe 1.733.685 (2011)
Berbelavî 3.301,3 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 525,16 km²
Koordînat 47°28′19″Bk 19°03′01″Rh / 47.47194°Bk 19.05028°Rh / 47.47194; 19.05028
Dem (UTC) UTC+1
Agahiyên din
Koda postayê 1011–1239
Koda telefonê 1
Malper http://english.budapest.hu
Nexşe
Budapeşt li ser nexşeya herêmên Macaristanê

Budapeşt paytexta Macaristanê ye. Navê wê ji yekbûna du bajaran (Buda û Peşt) pêk hatiye. Bajarê herî mezin ê Macaristanê ye. Herwiha navenda siyasî , çandî û bazirganî ya macaran e.[1] Li gorî serjimara 2011'an li Budapeştê 1.733.685 niştecih hene.[2] Bajar li ser erda 525 çargoşe kîlometre hatiye avakirin. Budapeşt di 17'ê sermaweza 1873'an de, bi yekbûna sê bajarên li derdora çemê Dunayê, yên bi navên Buda, Peşt û Óbuda pêk tê.[3][4]

Dîroka Budapeştê bi niştecihbûna keltan destpê dike.[5]Cihê ku kelt pêşî lê bicehdibin piştre dibe paytexta herêma Panonyaya Jêr a Împeratoriya Roma. Gelê macar di sedsala 9'an de digihne herêmê.[6] Ev cihê pêşî di navbera salên 1241-1242'an de ji aliyê mongolan ve tê talankirin.[7] Di sedsala 15'an de ji nû ve tê avakirin. Piştî şerê Mohaçê ku bajar dikeve destê Osmaniyan û 150 salî li vê herêmê serweriyê dikin.[8] pêşketina Budapeştê heta sedsalên 18 û 19'an didome. Piştî sala 1873'an ku yekbûna wê pêk tê, Budapeşt dibe bajarekî girîng ê gerdûnî.[9] Di sala 1918'an de dibe paytexta duyem a Awistriya-Macaristanê.

Gelek cih û berhemên dîrokî li Budapeştê hene. Keleha Buda, Kolana Andrássy, Qada Lehengan hinek ji wan e. Metroya Budapeştê di cîhanê de rêhasina binerdê ya kevn a duyem e.[10][11] Herwiha sînagoga duyem mezin a cîhanê û parlementoya sêyem mezin a cîhanê jî li Budapeştê ne. Lewma her sal 2,3 milyon turîst diçine bajar.[12]

Dîrok

Cihê pêşî yê li herêma Budapeştê ji aliyê niştecihên kelt ve berî sedsala yekem a berî zayînê hate avakirin.[13] Ew cih piştre ji aliyê Romayiyan ve hate dagirkirin. Ew cih ku bi navê Aquincum tê zanîn, di sala 106'ê b.z. de dibe bajarê sereke yê herêma Panonyaya Jêr. Romayî li bajar, , hemam, amfîşano û avahiyên din ava dikin.

Di sala 829'an de bi peymana aştiyê Panonya tevlî dewleta bulgar dibe, ji ber ku artêşa Omurtag reda serdarê Louis Pious ê Împeratoriya Pîroz a Romê dibe. Budapeşt ji di kelehên dewleta bulgar Buda û Peşt, ku li her du aliyên çemê Duna ne, derdikeve holê. Macar bi serweriya Árpád herêmê dikine bin destê xwe de. Piştî vê bi salekê Keyaniya Macar tê avakirin.[14] Di sedsala 13'an de dagirkirina Tataran pêk tê. Lewma qralê macarî biryar dide ku bajar bi bedenên qewîn biparêze û herwiha qesra xwe li ser kaşê li Budayê ava dike.[15][16] Bi vê pêşketinê bajar dibe paytexta Keyaniya Macaran.

Rola bajarê Budayê di dema Matthias Corvinusê Macaristanê de pir berbiçav dibe. Pirtûkxaneya wî ku li Ewropa ya herî mezin bû, (bi navê Bibliotheca Corviniana), di sedsala 15'an de li pêşiya Pirtûkxaneya Vatîkanê bû. Yekemîn zanîngeha macar li Pécsê (Pêç) di sala 1367'an de tê avakirin. Ya duyem jî li Óbuda di sala 1395'an de tê avakirin.[17] Pirtûka bi zimanê macarî ya pêşîn li bajarê Budayê tê çapkirin.[18]

Keleha Buda di serdema navîn de

Împeratoriya Osmanî herêm di sala 1541'an de dagir kir. Osmaniyan hinek hemam li bajar avakirin lê di dema wan de piraniya xiristiyanan ji bajar çûn. Di 1547'an de nêzîkê hezar xiristiyanî li bajêr hebûn lê heta sala 1647'an tenê 70 xiristiyan mabûn. Lewma li bajar bêhtir misilman dihatin bicihkirin.[19] Beşa rojava ya nehatî dagirkirin weke Macaristana Keyanî bûbû beşek ji Împeratoriya Habsburgê. Di sala 1686'an de artêşeke ji gelek gelan (alman, kroat, macar, çek, îngilîz, spanî, îtalyan, fransî, swêdî) pêk tê li hemberî tirkan bi ser ketin û herêma Temaşwar (Timişoara) bi dest xistin. Piştî Peymana Karlowitz herêm di 1718'an de tevlî Keyaniya Macar bû. Di dema şer de bajar hate xerakirin. Piştre herêma Macaristanê tevlî Împeratoriya Habsburgê bû.

Piştî têkoşîna serxwebûnê ya macaran, bajar ji destê Împeratoriya Habsburgê rizgar bû. Di sala 1867'an de Awistriya û Macaristan yekbûna xwe pêk anîn lewma Budapeşt bû paytexta cêwî ya monarşiyê. Di 1873'an de Buda û Peşt bi awayê fermî bûne yek bajar. Bi yekîtiya her du keyaniyan bandora zimanê almanî li Budapeştê xurt bû. Herwiha di salên 1880'î de 23% gelheya bajar cihû bû, lewma jê re Mekeya cihûyan dihate gotin.[20] Di şerê cîhanê yê yekem de Awistriya-Macaristan têk çû lewma rewşa xurt a li ser bajar bi dawî bû.

Di şerê cîhanê yê duyem de Budapeşt ji aliyê artêşên brîtanî û amerîkî ve hate xerakirin. Di Şerê Budapeştê de ku Yekîtiya Sovyetan êrîş bire ser hêzên alman û macaran, li bajar xerabûna mezin pêk hat. Hemû pir ji aliyê almanan ve hatin xerakirin û 38.000 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 1944-1945'an de 250.000 cihûyên Budapeştê ji aliyê artêşa nazî ve hatine kuştin.[21]

Di 1949'an de li Macaristanê rejîma komunîst hate avakirin. Bi vê re Keleha Buda weke sembola rejîmê hate bijartin û nava wê hate xerakirin. Di navbera salên 1960 û 1980'î de Macaristan weke cihê xwediyê rewşa kêfxweş a Bloka Rojhilat dihate zanîn û gelek tiştên xerakirî hatin nûkirin. Pira Erzsébet 1965'an de hate avakirin. Di destpêka 1970'yî de xeta M2 ya metroya Budapeştê hate çêkirin. Di sala 1987'an de Keleha Buda û derdora çemê Duna keta lîsteya UNESCO'yê. Di salên 90'î de peykerên ji diktatoriya komunîzmê mayîn ji qadên bajar birine Memento Parkê.

Erdnîgarî

Bajarê Budapeştê li Macaristanê xwediyê 525 km² erd e. Çemê Duna ji bakur ve dikeve nava bajar. Piştre ev çem li derdora du giravên bi navên Girava Óbuda û Girava Margeret di zîvire. Giravê sêyem Csepe yê herî mezin e li Budapeştê. Cihê herî teng yê çem di nava bajarê Budapeştê de 230 m ye. Bajarê Peşt ji erdeke rast û bajarê Buda jî ji erdeke bi kaş pêk hatiye. Daristanên li Budayê bi awayê hawirdorî têne parastin.

Çand û Mirov

Li bajarê Budapeştê ji gelek neteweyan mirov dijîn. Li gorî agahiyên sala 2001'ê ji gelheyê bajar 1.631.043 kes (91,2%) macar, 18.097 kes (1%) alman, 14.019 kes (0,8%) roman (ango mitirb), 4.929 kes (0,3%) slovak û 16.762 mirovên ji neteweyên din hebûn. Herwiha 93.071 kes nedihatin zanîn ka ji kîjan neteweyî bûn, ji ber ku bersiv nedabûn.[22]

Dîsa li gorî agahiyên sala 2001'ê li bajar 808.460 (45,5%) Katolîkên Roman, 224.169 (12,6%) Kalvînîst, 46.449 (2,6%) Lutherî, 28.901 (1,6%) Katolîkên Yewnanî, 9.468 (0,5%) cihû, 20.523 xiristiyanên din û 374.209 (21%) ateîst dijîn.[23]

Galeriya Budapeştê

Di sala 2010'an de panoramaya wêneyan ya herî mezin li Budapeştê tê çêkirin.[24]

Bajarên hevçeng

Welat Bajar Navçe / Herêm / Dewlet Dîrok
 Tirkiye Stenbol Stenbol 1985
 Awistriya Viyana Viyana 1990
 Bosniya û Herzegovîna Sarayevo Kantona Sarayevo 1995
 Tirkiye Izmîr Izmîr 1985
 Bulgaristan Sofya Sofya
 Çîn Beijing Beijing 2005[25]
 Kroatya Zagreb Zagreb 1994[26]
 Fransa Paris Parîs 1956
 Almanya Berlin Berlîn 1992[27]
 Almanya Frankfurt am Main Hessen 1990
 Îndonezya Jakarta Herêma Taybet a Paytextiyê ya Jakarta 2009[28]
 Îsrael Tel Aviv Navçeya Tel Aviv 1989[29]
 Îtalya Florence Tuscany 2008[30]
 Poland Warşova Masovya 2005[31]
 Portûgal Lîzbon Herêma Lîzbonê 1992
 Romanya Bûkareşt Bûkareşt 1991
 Slovakya Košice Herêma Košice 1997[32]
 Korêya Başûr Daejeon Daejeon 1994
 Tayland Bangkok Bangkok 2007
 Ûkrayna Lviv Ukrayna 1993[33]
 DYA Fort Worth Teksas 1990[34]
 Tirkiye Dîlok Dîlok 2010
 DYA New York City New York 1992[35]

Panoramaya bajar

Çavkanî

  1. ^ http://www.britannica.com/eb/article-9106098/Budapest
  2. ^ http://portal.ksh.hu/pls/ksh/docs/hun/xftp/idoszaki/mosz/mosz09.pdf
  3. ^ http://www.webcitation.org/5kwQS7I2L
  4. ^ http://encarta.msn.com/encyclopedia_761572648/Budapest.html
  5. ^ http://books.google.com/?id=SKwmGQCT0MAC&printsec
  6. ^ http://guides.travelchannel.com/budapest/city-guides/historical-background
  7. ^ http://en.wikisource.org/wiki/1911_Encyclop%C3%A6dia_Britannica/Budapest
  8. ^ Molnar, A Concise History of Hungary, Chronology pp. 15
  9. ^ http://www.lboro.ac.uk/gawc/rb/rb5.html
  10. ^ http://whc.unesco.org/archive/advisory_body_evaluation/400bis.pdf
  11. ^ http://whc.unesco.org/en/news/156
  12. ^ http://itthon.hu/szakmai-oldalak/turizmus-magyaro-2009
  13. ^ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/31272/Aquincum
  14. ^ http://www.travelchannel.com/Places_Trips/Destinations/Europe/Hungary/Budapest
  15. ^ http://www.travelchannel.com/Places_Trips/Destinations/Europe/Hungary/Budapest
  16. ^ http://en.wikisource.org/wiki/1911_Encyclop%C3%A6dia_Britannica/Budapest
  17. ^ http://books.google.com/?id=SKwmGQCT0MAC&pg=PR9&dq=Hungarian+university+1395+Buda
  18. ^ Mona, Ilona (1974). "Hungarian Music Publication 1774–1867". Studia Musicologica Academiae Scientiarum Hungaricae (Akadémiai Kiadó) 16 (1/4): 261–275.
  19. ^ Southeastern Europe under Ottoman rule, 1354-1804, Peter F. Sugar, rûpela 88'ê
  20. ^ http://www.britannica.com/bps/search?query=Budapest+history
  21. ^ http://www.ushmm.org/wlc/article.php?lang=en&ModuleId=10005264
  22. ^ http://www.nepszamlalas.hu/eng/volumes/06/01/tabeng/4/load01_11_0.html
  23. ^ http://www.nepszamlalas.hu/eng/volumes/06/01/tabeng/4/load01_11_0.html
  24. ^ http://www.70-billion-pixels-budapest.com/index_en.html
  25. ^ http://www.ebeijing.gov.cn/Sister_Cities/Sister_City/
  26. ^ http://www1.zagreb.hr/mms/en/index.html
  27. ^ http://www.berlin.de/rbmskzl/staedteverbindungen/index.en.html
    http://web.archive.org/web/20080822100321/http://www.berlin.de/rbmskzl/staedteverbindungen/index.en.html
  28. ^ http://www.thejakartapost.com/news/2009/07/13/hungarian-envoy-builds-new-links-with-ri.html
  29. ^ http://www.tel-aviv.gov.il/Hebrew/Cityhall/TwinCities/Index.asp
  30. ^ http://nol.hu/budapest/cikk/492160/
  31. ^ http://um.warszawa.pl/v_syrenka/new/index.php?dzial=aktualnosci&ak_id=3284&kat=11
  32. ^ http://www.kosice.sk/clanok.asp?file=gov_s_c-00.html
    http://www.kosice.sk/
  33. ^ http://www.city-adm.lviv.ua/index/cities-partners
  34. ^ http://www.fwsistercities.org/
  35. ^ http://www.nyc.gov/html/unccp/scp/html/sc/main.shtml

Girêdanên derve