Wêje: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B robot jêbirin: lez:Зарият (missing) |
B robot zêdekirin:tt:Әдәбият |
||
Rêz 184: | Rêz 184: | ||
[[tl:Panitikan]] |
[[tl:Panitikan]] |
||
[[tr:Edebiyat]] |
[[tr:Edebiyat]] |
||
[[tt:Әдәбият]] |
|||
[[uk:Література]] |
[[uk:Література]] |
||
[[ur:ادب]] |
[[ur:ادب]] |
Guhartoya 11:12, 15 sibat 2013
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. |
Wêje an edebiyat an jî lîteratûr bi wateya xwe ya berteng navê hevparê yê helbestvaniyê û pexşanê ye. Di wateya berfireh de wêje têt maneya her tiştê ku hatiye nivîsîn.
Wêje dikare li ser du beşan bêt parvekirin:
- Wêjeya spehî (wêjeya bedew, wêjeya ciwan, wêjeya xweşik), helbestvanî û pexşan
- Wêjeya zanistî (wêjeya agahî) anku berhemên zanistî.
Ev nivîsar li ser wêjeya spehî ye. Bo wêjeya zanistî, binêre nivîsara li ser Wêjeya zanistî.
Wêjeya spehî
Deqa xweşik, xweş, xwediyê taybetiyeke hunerî û bi armanca têrkirina xwendevan a bi vî rengî nivîsîn, an jî ku ne xwediyê armanceke wisa be jî ji alî teşe û naverokê ve xwediyê van taybetiyan, wekî wêje tê binavkirin. Wêje awayekî vegotinê ye. Wekî hunerê vegotina dilîniyan a xweşik û bi bandor jî tê binavkirin. Ji bo deqek (tekst) wekî berhemeke wêjeyî bête pejirandin, divê xwediyê nirxekî hunerî be.
Wêje bi giştî dibe du cure.
Ji berhemên nivîskî û devkî yên mîna helbest, çîrok, roman, destan, zargotin, zêmar, stran, şano û hwd. yên ku bi mebesta çêjeke gewzîn bide guhdar û xwendevên û cîhana wî/ê ya nîgaşî bixemilîne, hatibe nivîsandin re “wêje” tê gotin. Wêje, şêweya vegotinê ya herî manîdar bedew û çêjdar e.
Etîmolojiya peyva "wêje"
Peyva wêje formek devokî ya bi wateya [bi]bêje ye.
Edebiyat ji erebî û lîteratûr ji latînî ye.
Wêjeya spehî ya cîhanê
Wêjeya spehî ya kurdî
Binêre