Gur: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.3) (robot zêdekirin:pa:ਬਘਿਆੜ
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot zêdekirin:ceb:Canis lupus
Rêz 69: Rêz 69:
[[ca:Llop]]
[[ca:Llop]]
[[ce:Borz]]
[[ce:Borz]]
[[ceb:Canis lupus]]
[[chy:Hó'nehe]]
[[chy:Hó'nehe]]
[[co:Lupu]]
[[co:Lupu]]

Guhartoya 03:24, 17 sibat 2013

Gur, gurg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Ajal Animalia
Filûm: Kordat Chordata
Çîn: Guhanî Mammalia
Kom: Goştexur Carnivora
Famîle: Famîleya kûçikan Canidae
Cins: Canis
Cure: C. lupus
Gurên boz li cîhanê (2003)

Gur an gurg an jî gurê boz Canis lupus, yek ji ajalên kûvî ye. Ji famîleya kûçikan e. Bi pirranî li bakurê Emerîka, Ewropa û Asyayê dijîn. Li cihên darî, hezekî û asê dijîn. Gur hinekê ji kûçîk mezintir e. Bi roj xwe vedişêre û bi şevî derdikeve nêçîrê. Bi zivistanan û dema pirr birçî dibin wekî kom derdikevin nêçîrê. Gelek cureyên guran hene, çend ji wan ev in:

Bi qasî 15-20 salan dijîn. Bi qasî 35-90 kg giraniya wan hene û ji 50 cm heya 120 cm dirêj in.

Li şikeftên kûr û asê yan jî di qulên de li bin erdê radikevin. Di nava guran de têkiliyên taybet hene. û nêr heya dawiya temenê xwe bi hev re dijîn û hevûdu diparêzin. Lê di nava komê de hevgirtin nîne. Pirranî di meha gulanê de dizên. Di yek zayînekê de 3-6 çêlik dibe. Bi canîmayîna guran 64 roj didome. Piştî zayînê mangur bi qasî 3-4 hefteyan çêlikên xwe dimêjîne û paşê bi verêşa xwe xwedîdike. Di verêşa mangurê de, xwarinên nîvcûtî hene.

Gur goştxur in lê hin caran zebeş û tirîreşkan jî dixwin. Gur dema têr dixwin, goştê mayî di bin axê de vedişêrin.

Gurên xurt û wêrek pêşengiyê dikin. Êrîşî mirovan jî dikin. Di nêçîrê de gura ku birîndar dibe dibe xwarina yên din. Gur pirranî bi destê sibeyê re êrîş dibe ser pez.

Gur bi zûrîna xwe tên nasîn. 6 cureyên zûrîna gur hene. Her yek ji wan tê wateyekê. Gur bi mîza xwe tixûbên nêçîra xwe kivşe dikin. Dema gureke biyan kete tixûbekê hemî bi hev re gef lê dikin. Gelek mirov ji guran hez nakin, lewre ziyanê dide. Li hin deveran nêçîrvaniya guran jî dikin. Ji postê gur lepik, dahol hwd., çêdikin.

Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA Şablon:Link FA