Sunîtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B r2.7.3) (Bot: kk:Сунни Ислам kk:Әһл әс-Сунна olarak değiştiriliyor |
B r2.6.5) (robot zêdekirin:ka:სუნიზმი |
||
Rêz 51: | Rêz 51: | ||
[[ja:スンナ派]] |
[[ja:スンナ派]] |
||
[[jv:Sunni]] |
[[jv:Sunni]] |
||
[[ka:სუნიზმი]] |
|||
[[kk:Әһл әс-Сунна]] |
[[kk:Әһл әс-Сунна]] |
||
[[kn:ಸುನ್ನಿ ಇಸ್ಲಾಂ]] |
[[kn:ಸುನ್ನಿ ಇಸ್ಲಾಂ]] |
Guhartoya 04:58, 20 sibat 2013
Sunîtî, sunî an jî Ehlê Sune (bi erebî: أهل السنة والجماعة) tê wateya "tevgera wekî Hz. Mihemed" an jî "di kevneşopa Hz. Mihemed de". Piştî wefata peyxember Hz. Mihemed, ola îslamê dikeve nav siyasetê. Li ser textê xelîfetiyê pevçûn derdikevin. Herwekî di tevgera rojane, ibadet û tixûbên feylesofiya îslamê de nakokî destpêdikin. Çendîn şax û dibistanên ku gorî xwe ola îslamê şîrove dikin derdikevin. Hêdî hêdî ev dibistan xwe birêxistin dikin û di navbera hev de şerên têr bi xwîn lidardixin.
Gorî suniyan di ola îslamê de çar dibistan yan mezhebên rast hene: yê Henîfî (an jî Henefî), yê Şafiî, yê Malikî û yê Henbelî. Sunî, mezhebê şia yê ku Ceferê Sadiq bingeha wê daniye, napejirînin.
Di dîroka Kurdistanê de bi navê "Şêrê 100 salî" hatina artêşên ereb-îslaman tê binavkirin. Kurdan berê bi pirranî ola zerdeştî dihebûne. Hatina îslamê bi xwîn, komkujî û azaran bûye. Di nava kurdan û ereb-îslaman de 100 salî şer domiye. Kurd bi pirranî mezhebê Şafiî dihebînin. Herwekî yên Henîfî û şia jî hene. Hinek kurdan wê gavê bi nîvanîv îslam pejirandine û bi navê elewî formeke îslamê pêk hatiye.