Nesredîn Tûsî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
MerlIwBot (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 44: Rêz 44:
[[ja:ナスィールッディーン・トゥースィー]]
[[ja:ナスィールッディーン・トゥースィー]]
[[kk:Насыруддин әт-Туси]]
[[kk:Насыруддин әт-Туси]]
[[ml:നാസറുദ്ദീൻ എളമരം]]
[[ms:Nasir Al-Din Al-Tusi]]
[[ms:Nasir Al-Din Al-Tusi]]
[[nl:Nasir al-Din al-Toesi]]
[[nl:Nasir al-Din al-Toesi]]
Rêz 50: Rêz 51:
[[ru:Ат-Туси, Насир ад-Дин]]
[[ru:Ат-Туси, Насир ад-Дин]]
[[sl:Nasir at-Tusi]]
[[sl:Nasir at-Tusi]]
[[ta:நசிருல் அலம்]]
[[tr:Nasîrüddin Tûsî]]
[[tr:Nasîrüddin Tûsî]]
[[uk:Насир ад-Дін ат-Тусі]]
[[uk:Насир ад-Дін ат-Тусі]]

Guhartoya 12:13, 20 sibat 2013

Pûlekê bo 700. sala mirînê Tûsî

Nesîredînê Tûsî (bi farisî: نصیرالدین طوسی‎, bi tunî Ebû Cefar Mihemed bin Mihemed bin el-Hesen Nesîr ed-Dîn et-Tûsî, zayîn 1201 li Tûs, Xorasana Îranê, mirin 1274 li Bexdayê) teolog, matematîkvan, stêrnas û fîlozofekî şîyê misilmanê farsî yê di sedsala 13'an de jiya bû.

Ew tê fikirîn ko ew matematîkvanê herî pêşin bû ko li trîgonometrîyê wek beşeka ji matematîkê cuda nêzbûbû. Ew bi xebatê xweyê li ser aksîyoma xêzên paralêl jî dihat nas kirin.

Di sala 1259an de ew di rasatxaneyê li bajarê Meraxeyê li Azerbaycanê yê ji hêla hikûmdarê mongolî Hûlagû hatibû saz kirin de dest bi xebitîna xweyê ser stêrnasiyê dike. Ew li wir li ser ekînoksê dinê dixebite û nêzî rastiyê hesab dike.

Ew pirtûkakê bi navê Zîcî Îlxanî (Stêrkên Îlxan) bi zimanê farsî dinivîse. Ew di wê pirtûkê de şûnê stêrkan gorî xebatên xwe diyar dike. Stêrnasê navdar Nikolaus Kopernikus jî va pirtûkê wî wek çavkanî bikar tîne.

Ew bi berhema xweya bi navê Axlaqî Nasrî jî li ser beşa felsefeyê exlaqê, ango rewişt, yan jî etîkê dixebite. Ew bi pirtûka xweya bi navê Îlm el-Qelamê jî li ser teologiya şîîtiyê dişuxule.

Di dema dagira mongolanê ji hêla Hûlagû de ew li kelayê Elemûtê li ba heşhaşiyan xwe vedişêre. Pê ko Hûlagû serweriyê heşhaşiyan li wir xelas dike û Tûsî jî dere Bexdayê û dewama xebatên xwe dike. Tûsî di sala 1274an de li nêzî Bexdayê jiyanê xwe ji dest dide.

Pirtûkeke Tûsî di sedsala 13'an de

Di astronomiyê de hin nav ji pê Tûsî bi navî wî hatine nav kirin. Kraterekê li ser rûyî hîvê, li başûrê dimê, pê wî re wek Nasîredîn hatiye nav kirin. Gerwêrkekê biçûkê di sala 1979an de ji hêla astronotên rûsî hatibû keşf kirin jî bi navê wî hatiye nav kirin. Li Tehranê zanîngehekê bi navê wî heye. K.N. Toosi University of Technology.

Hin berhemên wî

  • Tecrîd el-'eqayd (berhemeke li ser Kelamê).
  • Et-Tezkire fî îlm el-hey'e (Et-Tezkiret en-Nesîriye fî l-hey'e?) (berhemeke li ser stêrnasî ya ko pê re gelek şerh, ango şirove li ser hatibû nivisîn bû).
  • Exlaqî Nasrî (berhemeke fîlozofî ya li ser exlaqê).
  • Er-Risalet el-estrolabiye (lêkolîneke li ser stêrnasiyê astrolabê).
  • Zîcî Îlxanî (lêkolîneke li ser stêrnasiyê ko di 1272'an de temam kiribû).
  • Şerh el-Îşarat (şiroveke pirtûka Ibn Sîna ya "Îşarat").

Çavkanî

  • Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2 (sererastkirinên bikarhêner MikaelF).