Patrick Blackett: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Rêz 28: Rêz 28:
[[Kategorî:Fizîknas]]
[[Kategorî:Fizîknas]]
[[Kategorî:Brîtanî]]
[[Kategorî:Brîtanî]]
[[Kategorî:Xelata Nobelê]]
[[Kategorî:Xelatgirên Nobela Fizîkê]]


[[ar:باتريك بلاكيت]]
[[ar:باتريك بلاكيت]]

Guhartoya 19:18, 23 sibat 2013

Patrick Blackett

Patrick Maynard Stuart Blackett, Baron Blackett, OM, CH (* 18'ê sermawezê 1897 li London, Brîtanya; † 13'ê tîrmehê 1974 li London) fîzîknasekî Brîtanyayî bû. Sala 1948Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî

Li dibistana Royal Naval College a Dartmouth û Osborne dixwîne û tevlî artêşê dibe. Li Cambridge, Göttingen perwerdeya fîzîkê dibîne. Sala 1933'î dibe profesor.

Bi destpêkirina şerê cîhanê yê duyemîn, dîsa vedigere artêşê û wekî gerînendeyê zanyarî yê hêzên hewayî dixebite. Li ser U-Boot û Antî U-Bootan lêkolînan dike. Ji bo artêşa Brîtanî li çekên nû digere.

Sala 1953'î Blackett dibe dekanê fakûlteya fîzîkê ya Imperial College of Science and Technology a Londonê. Îro ev dibistan bi navê wî tê binavkirin. Di nava salên 1965 heya 1970 Blackett, serokê Royal Society bû.

Sala 1969 ew payeya Baron werdigire. Sala 1924'î dizewice.

Xebat û girîngiya wî

Bingeha lêkolînên wî pirranî bipêşxistina çekên nûjen bo artêşê bû. Sala 1933elektronan ji hev cuda dike. Elektronên pozîtîv û yên negatîv li hev kom dike. Li ser fîzîka parçeyan û dijî parçeyan lêkolînan dike. Herwiha ew jî li ser fîzîka dendikî radiwestiyabûye.

Piştî şerê duyemîn bala xwe berdide tîrêjên kozmîk. Sala 1948'î li ser spekûlasyonên îzotropîya tîrêjên kozmîk û manyetîka wan radiweste.

Blackett di ciwaniya xwe de bi polîtîkayê re jî bilîbûye. Di nava komên çepgir û paşê jî di nava refên Partiya Karkeran de cihgirtiye. Berevaniya sosyalîzmê kiriye.

Xelat û paye