Orhan Dogan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
MystBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: en:Orhan Doğan
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 4 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 13: Rêz 13:
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1955]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1955]]
[[Kategorî:Mirin 2007]]
[[Kategorî:Mirin 2007]]

[[de:Orhan Doğan]]
[[en:Orhan Doğan]]
[[nl:Orhan Doğan]]
[[tr:Orhan Doğan]]

Guhartoya 02:51, 8 adar 2013

Orhan Dogan (bi tirkî: Orhan Doğan) (*25'ê tîrmehê 1955 li gundê Xelîla ya Kerboran a Mêrdînê - †28'ê pûşperê 2007 li Wanê) siyasetmedar, dadnas û parlamenterekî Kurd bû.

Di malbateke karmend de ji dayîk bûye. Ji ber karê bavê xwe jiyan û xwandina xwe li gelek cihan bi dawî kiriye. Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî sala 1974'an de dest bi zankoya Fakûlteya Dadnasiyê ya Enqereyê dike. Dibe parêzer û di rewşên dijwar de parêzvaniya çalakgerên Kurd dike. Bi damezrandina partiya legal a Kurdan (li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê) HEPê ve dest bi karê polîtikayê dike. Wekî parlamenterê Kurd tê hilbijartin û dikeve meclîsa Komara Tirkiyê. Sala 1994'î de bi darê zorê Dogan û parlamentêrên Kurd ên DEPê, bi dijûn û geflêkirinan ji aliyê polîsên dewletê ve ji meclîsê tên derxistin û zîndanîkirin.

Dogan jî wekî Leyla Zana, Selim Sadak, Hatip Dicle nêzîkî 11 salî di girtîgehê de dimîne. Piştî serbestberdanê dîsa dest bi xebatên xwe yên polîtîk dike.

Tenduristiya Orhan Dogan di axavtineke xwe ya li Bazîdê de xirabdibe û ew bi mirina masûlkeyên dil (qeyrana dil, krîza dil) li nexweşxaneya Zanîngeha Wanê jiyana xwe ji dest dide. Dogan zewicî û xwedî pênc zarokan bû.