Şaxan Beg: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
B removed Category:Dîlok using HotCat
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 2 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 8: Rêz 8:


[[Kategorî:Kesên ji Dîlokê]]
[[Kategorî:Kesên ji Dîlokê]]

[[en:Şahin Bey]]
[[tr:Şahin Bey]]

Guhartoya 13:24, 8 adar 2013

Şaxan Beg an Şahan Beg an jî Şahîn Beg (* 1877 - † 1920) şervanekî navdar ê herêma Dîlokê bû. Li mala xwe di nava nivînan de mirî tê dîtin. Di xewê de serê wî jêdikin. Heya îro kuştina wî nehatiye eşkerekirin. Gorî dewleta Tirk ew di şer de hatiye kuştin.

Gorî hin îdiayan bi xwe ji malbateke Asûrî bûye û malbata wî ji aliyê dewleta Rom ve (Osmanî), di komkujiya yekemîn a Ermeniyan de hatiye kuştin. Tê zanîn ku di heman komkujiyê de gelek Asûrî jî hatine qirkirin. Lê hin jî dibêjin bi eslê xwe Kurd bûye.

Gorî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk jî ew xas Tirkek bûye û malbata wî tavayî bi nexweşiyên xwezayî mirine û ew di sêwîxaneyan de ji aliyê dewletê ve hatiye xwedîkirin. Dewlet wî dişîne ser serhildanên Ereban. Bi têkçûyîna Osmaniyan ve ew li dijî hêzên dagirker ên Fransî tevlî berxwedanan dibe. Li herêmê gelek nav û deng vedide.

Tê texmînkirin ku dema Fransayî û dagirkerên din ji Anatoliya û herêmên din ên hêj di bin dagirkeriya Tirkan de ye vedikişin, Mustafa Kemal Atatürk fermana kuştina kesên wiha navdar dide. Birêvebiriya Komara Tirkiyê li dijî mihalefetê helwestekê gelek xwînî nîşan dide.