Gaxand: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 1 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 3 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 15: Rêz 15:
[[Kategorî:Gaxend| ]]
[[Kategorî:Gaxend| ]]
[[Kategorî:Dêrsim]]
[[Kategorî:Dêrsim]]

[[hi:क्रिसमस]]
[[ur:عید ولادت مسیح]]
[[vi:Lễ Giáng Sinh]]

Guhartoya 12:16, 10 adar 2013

Dara Gaxandê

Gaxand[1], Gaxend[2], Gaxan an Gaxonî[3] an jî Noel her sal ji aliyê Xiristiyanan ve di 25'ê berfanbarê tê pîroz kirin. Pîrozbahî êvara 24'ê berfanbarê dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26'ê berfanbarê didomê. Dêra Ermeniyan û Ortodoksan li gorî Salnameya Julianî roja 7'ê rêbendanê dest bi pîrozkirina gaxendê dikin. Sedema pîrozkirina cuda, keşeyê Katolîk Papa Gregorê XIII di sedsala 16'an de Salnameya Julianî de guhertin çêkir û Salnameya Gregorî pêk anî. Dêrên Ortodoks ên ku di 7'ê rêbendanê de dest bi pîrozbahiyan dikin wê di 2100'î de ji 8'ê rêbendanê dest bi pîrozbahiyan bikin.

Noel di xiristiyaniyê de mîna rojbûna Îsa tê pîrozkirin.

Dara Gaxendê navê dara çamêye ku di pîrozbahiyên gaxendê de bi gelek cure rahnik û xemlan tê xemilandin.

Kalgaxend kalê mîtolojîke ku tê bawerkirin di Noelê de bi erebeya xwe ya ku ji aliyê xezalan ve tê kişandin û ji mirovan re xelatan tîne.

Çavkanî

  1. ^ Zana Farqînî (2010), Ferheng. Enstituya Kurdî ya Stenbolê
  2. ^ Îzolî (1992); Umîd Demîrhan (2007)
  3. ^ Malmîsanij (1992)