Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B Bot: 151 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe |
B Bot: 5 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe |
||
Rêz 194: | Rêz 194: | ||
{{Link FA|vi}} |
{{Link FA|vi}} |
||
[[diq:Yewiya Sowyeti]] |
|||
[[ky:Кеңештик Социалисттик Республикалар Бирлиги]] |
|||
[[lij:Union de Repubbriche Soçialiste Sovietiche]] |
|||
[[ne:सोभियत संघ]] |
|||
[[pa:ਸੋਵੀਅਤ ਸੰਘ]] |
|||
[[uz:Shoʻro Sotsialistlik Jumhuriyatlari Ittifoqi]] |
[[uz:Shoʻro Sotsialistlik Jumhuriyatlari Ittifoqi]] |
Guhartoya 07:06, 22 adar 2013
Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Союз Советских Социалистических Республик ru | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Dîrok û bûyer | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
|
Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (kurtenav: YKSS, bi rûsî: Союз Советских Социалистических Республик (CCCP) [Soyuz Sovyetskix Sotsyalistiçeskix Ryespublik (SSSR)]) dewleteka Sosyalîsta federasyonê ji gelek netewan pêk dihatî û li ewropaya Rojhelat, Qafqasya, Asyaya Navîn û Asyaya Bakur dimabû. Ew piştî şoreşa Bolşevîkan a cotkara 1917 re, di 30'ê berfanbarê 1922an de hatibû saz kirin û di 26'ê berfanbarê 1991an de belavbûbû. Ew belavbû şunda wek pêmavan Federasyona Komarên Sosyalîstên Rûsyayê hat saz kirin û ew ji pê re jî ew hat çerxa Federasyona Rûsyayê kirin.
Ew mafên netewiyê YKSS derbaza Federasyona Rûsyayê bû û ew nevnetewî wek dewama YKSS tê ditîn. Rûsyaya îroj li ber Şoreşa Kewçêrê jî hîmiya YKSS bû û YKSS belavbû şunda jî Rûsya gorî rûerd xwe sedî 78ên( % 78 ) YKSS di sînorên xwe de dihewirîne.
Erdnîgarî
Ew rûerda xweya mezin, ya ko îroj jî Rûsya hembera belavbûna YKSS xwediyê ye, Şerê cîhanî yê duyemîn de fireh bûbû û welatên Baltîk (Estonya, Letonya, Lîtvanya), hin herêmên Prûsyayê Fînlandiyayê, Polonyayê, Çekoslovakyayê û Japonyayê di sînorên wê de diman. Ew bi sînorên xwe dewlata herî mezina dîrokî bû.
Ji pê dawiya Şerê cîhanî yê duyemînê di 1945an re sînorên YKSS wiha bûn: li rojava bi Romanya, Macarîstan, Çekoslovakya, Polonya, Deryaya Rojhelat, Fînlandiya û Norweç;li bakur Deryaya Barents, Deryaya Karayê, Deryaya Laptev û Deryaya Sîbiryaya Rojhelat; li rojgelat Deryaya Oxotsk, Deryaya Bering û Okyanûsa Pasîfîk; li başûr Koreya Bakur, Çîn, Mongolya, Efxanistan, Iran, Tirkiyê û Deryaya Reş.
Sînorên YKSS li ser 22,4 mîlon km² dima û nêzî şeşan yeka (1/6) erdên dinê dima. Ew rojhelat-rojavayî ji Deryaya Reş û Deryaya Rojhelat de heta Okyanûsa Pasîfîk heta 10.000 km dirêj dibû. Bakur-başûrî nêzî 5.000 km fireh dibû.
Dîrok
Şoreşa Bolşevîkan
Bi şoreşa Şibatê yê di 1917an re Rûsyaya Çarî hat hilweşandin. Demeka kêmê ji pê re Bolşewîkên di pêşengiya Lenîn de pê Şoreşa Kewçêrê re Komara Sovyet ên Rûsyayê îlan kirin. Pê serfiraziya Bolşewîkan re li Rûsyayê cenga hundurî derket û wê heta 1922 dewam kir û di wê salê de li ser axê Rûsyaya Çarî Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst(YKSS) hat saz kirin. Dema şoreşê de YKSS welateka feodalê aboriya xwe bi bingehî li ser cotkariyê bû. Pê YKSS hat saz kirin re li hemû welatê tevgereka, pêşasazî û endûstrî kirina li YKSS hat ajotin. Bi vê tevgerê re Rûsya di dinê de gorî aborî û artêşa xwe 20 salan de bû welateke pêşeng. Di wê demê de îdeolojiya dewletê jî bi seferberiyê xwendin û nivisandînê re li xelkê hat belav kirin.
1924–1939:Dema Stalîn
Paş mirina Lenînê di 21'ê rêbendanê 1924an re Josef Stalin hate serokkomariyê YKSS. Stalîn ji 1922 de heta wê çaxê sekretarê gelemperiyê Partiya Komûnîstî bû. Stalîn pê derbaza ser kargeriyê bû re li ser welatê avahiya bingehiyê aborî pêk anî û li welatê tevgera endûstrî kirinê bilez kir. Li welatê Kolxoz û Sowxoz(herdu jî têne maneyê çewlîg. Sowxoz ji hêla dewletê, Kolxoz ji hêla koperatîfan dihat carî kirin) pêk anîn. Di wê demê de kesên xwediyên zeviyan, yên dewlemend jî dihatin bêrûmet kirin. Li wolgayê, Ûkraynayê kêmiyê xwarinê der ket û bi mîlonan kes ji birçîtiyê de man.
Ji 1935an şunda Stalîn dest bi deportasyona(koç kirin dan) dijên sîstema komûnîstî kir. Di paqîjkirina Stalînê(Rûsî Çîstkî) navbera salên 1936 û 1940an de terorek li hembera dijberên rejîmê hat didomîn. Di dema wê koç kirinê bizorî de gelek kesên wek hindikeyên etnîk, hatin koça navenda xebatê yên bi navê Gulag kirin. Bo wan qurbanên di wê demê de ji jiyana xwe bûnî, qala 20 mîlon kes dikine.
1939-1945: Salên Şerê
Di 1'ê rezberê 1939a di bi êrîşa Almanyaya Naziyê ser Polonyayê re Şerê cîhanî yê duyemîn destpê kir. Li ber vê êrîşê Hitler û Stalîn di 23'ê gelawêjê 1939an de bo êrîş nekirina hev bi qasidiya Molotov û Ribbentrop Pakta Molotov-Ribbentrop îmze kiribûn û bi vê peymanê wan dê êrîşa hev nekirinaya û Polonya navhev de parvekiriniya. Ji pê Almanyayê re di 17'ê rezberê 1939an de Rûsyayê jî dest bi êrîşa Polonyayê kir û wekî wan di peymana bêêrîşiyê de dîyar kirî YKSS rojhelata Polonyayê di demeka kurt de îşxal kir. Di 28'ê rezberê 1939an de YKSS yê û Almanyayê peymanekê dinê bo hevaltiyê û sînoran îmze kir. Rûsyayê ji pê re li welatên Fînlandiya(1939) û welatên Baltikên:Estonya, Letonya û Lîtvanya û Besarabya yê pê re bûyî Moldoviyayê(gîşk 1940an de) dewama îşxal kirinê xwe kir.
Di 22'ê pûşperê 1941an de Hitler peymana bêêrîşiyê xirab kir û bi artêşêkê mezin êrîşa YKSS kir. Di 24'ê gelawêjê 1941an de YKSS bi Brîtanyayê ve heta ber axên Îranê dewama îşxalê xwe kir. Di Konferansa Yalta û Tehranê de YKSS, Brîtanya û DYA bo hevalbendîyê li hev hatin.
YKSS di Şerê cîhanî yê duyemîn her çiqas, bi nêzî 25 mîlon qeybên esker û siwîl ve, dewleta herî pir hevwelatên xwe qeyb kiribû, ew jê wek lewaz bûbû der ketibû jî, ew wek serfiraz di cengê de derket. Bi dawiya hevalbendiya navbera hevalbendan de hat şikestin û pê şêrê re Şerê Sar dest pê kir.
Salên 1945–1985:Şerê Sar
YKSS di Şerê cîhanî yê duyemîn de wek serfiraz û xakên xwe fireh kirî derketibû. YKSS rojhelata Polonyayê û welatên Baltik têxistibû nav sînorên xwe. Dewletên bloka rojhelat Albanya, Bulgaristan, Komara Demokratîka Almanyayê, Polonya, Romanya, Macaristan, Çekoslovakya ketine bin bandora YKSS û wek dewletên peyk bi sîstema demokrasiya Xelkî hatin kargerger kirin.
Di 1953an de, ji pê mirina Stalîn re, Nîkîta Krûşçev derbaza serokomariyê bû. Wî di 1956an de di axaftineka xweya sixûrî de fikrên xweyên hembera Stalînîzm eşkera kir û bo Lîberalîze kirina dewletê daxwaza xwe dazanîn. Lê protestoyên bo reforman li Macaristanê ji hêla Artêşa Sor gelek sert hat rawestandin.
Di wan deman de Şerê Sar her ku diçû hişk dibû û di 1962an de di Krîza Kûbayê de dinê xwe ji Şerekê atomî encax di dawî de xwe parast. Blokên rojhelat û rojava her tim dewama çekdariyê dikir û di vê de bi hev re diketine pêşbaziyê.
Di payîza 1957an de YKSS saroxa siftê Sputnik 1ê bi kûçikê têdeyî bi navê Laika ve şande ezmên. Di 1961an de jî cara siftê astronotê Yurî Gagarîn li gerdûnê firiya.
Di 1964an de Leonîd Breşnew derbaza şûna Krûşçêv bû. Ew daxwazên reformanê li welatên din wî sert pişde xistin. Azadîxwaza li Pragê yê di bihara li Çekoslovakyayê hatî holê bi panzêran hat pişve xistin.
Di 1979an de ketina YKSSyê Efxanistanêyê re şerê navbera YKSS û Efxanîstanê dest pê kir. Di wê cengê de Efxanîstanê gelek zirar dît û nêzî 1,2 mîlon hevwelatên xwe hatin kuştin. YKSS jî di 1988-1989an de wek bêserfirazî ji wir der ket.
1985-1991:Belavbûna YKSS
Di 1985 Mixaîl Gorbaçow hate serokiya kargeriyê YKSS û dest bi reformên wek Perestroyka (şunda mezrandin) û Glasnost (eşkereyî) dihat zanîn kir.
Di salên 1990an û 1991an de dewletên Yekitiyê de dest bi dazanîna azadiyên xwe kir. Siftê welatên Baltîk serxwebûna xwe danzanîn. Bi derbeyê Borîs Yeltsîna di gelawêjê re YKSS xirab bû dewletan yek bi yek azadiya xwe danzanîn. Bi dawî di 8'ê berfanbarê 1991an de belavbûna YKSS dawî bû. Ji YKSS 15 dewletên serbixwe der ketin û Rûsyayê wek pêmavanê YKSS mafên wê wek mîrat hilgirtin.
Komarên YKSS yê
YKSS bi sîstema xwe dewleteka Federasyon bû. Ji 1956 de heta 1991an 15 netewên sosyalîst endama YKSS bûn. Her yek welatê sosyalîst xwediyê paytexta bixwe bû û Moskova him paytexta Komara Federatîfa Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst(KFRSS) bû, him jî paytexta YKSS yê bû û xwediyê statûyeka taybetî bû.
Di hindira wan komaran de hin herêmên Komarên Otonomê Sovyetên Sosyalîst (mînako: Naxçivan), Herêmên Otonom (mînako: Herêma Otonomê Cûyan), Nevçeyên Otonom jî hebûn.
Çavkanî