İzzet Altınmeşe: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 2 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Rêz 26: Rêz 26:
[[Kategorî:Stranbêj]]
[[Kategorî:Stranbêj]]
[[Kategorî:Tirk]]
[[Kategorî:Tirk]]
[[Kategorî:Amed]]
[[Kategorî:Kesên ji Amedê]]
[[Kategorî:Pişavtina (asîmîlasyona) kurdan]]
[[Kategorî:Pişavtina (asîmîlasyona) kurdan]]

Guhartoya 17:44, 26 adar 2013

İzzet Altınmeşe, (*1945 li Çîngûş, Diyarbekir) yek ji hunermendên ku awaz û stranên kurdî bi zimanê tirkî distirê ye.

Ew herçendî li Amedê jidayîk bûbe jî di 5 meheniya xwe de bi tevî malbata xwe koçberî Edeneyê bûne û li wir mezin bûye. Bavê wî porsaz (berber, porbir) bû û Altınmeşe jî fêrî berberiyê bûbû û dixebitî. Dengê wî xwedî oktaveke bilind û xweşik bû. Ev yeka han bala komeleya muzîkê ya gelêrî dikişand. Di sala 1963'yan de li wir dest bi xebata amatorî ya muzîkê dike.

Rola muzîkê di asîmîlasyona kurdan de

Tê zanîn piştî damezrandina Komara Tirkiyê li Mezra (Elezîz), Edene, Erzirom û Meletîyê komel û akademiyên muzîkê tên sazkirin û karê wan yê fermî dizîn û vegotina awazên kurdî bû. Gorî sosyologê tirk İsmail Beşikçi van saziyan herwekî diziya çîrok, metelok, leyîstikên zarokan hwd jî dikir. Çanda kurdî bi zimanê tirkî dihate pêşwazîkirin û ev yeka han asîmîlasyon bileztir dikir. Lewra ew hest û cîhana kurdan bûn. Heger hest û cîhana kurdan bi zimanê tirkî dihate îcrakirin, diviyabû kurd fêrî zimanê tirkî bibana.

Komeleya ku Altınmeşe lê dest bi xebatê dikir, komeleyeka (Komeleya keran) wiha bû û peywira wê ya serekî asîmîlasyona kurdan bû. Tê zanîn Altınmeşe bi sedan stran û awazên kurdî werdigerîne tirkî û bi versiyona tirkî bi kurdan dide hezkirin.

Xelata Hunermendiya Dûgelê

Ew di sala 1998'an de bi xelata herî mezin ya dewleta tirk bo hunermendan, xelata Hunermendiya Dûgelê werdigire û xizmetên wî yên bêhempa bo asîmîlasyona kurdan bibersîv dike.

Hin stranên wî yên ji kurdî hatine girtin

  • Esmerim - Esmera min (ji herêma Wanê hatiye wergirtin)
  • Nazey - Nazê (stran ji Başûrê Kurdistanê hatiye wergirtin û bi eslê xwe soranî ye)
  • De Get Bayburt - De here Bayburt (straneke ermenî ye û wergerandine tirkî)
  • Kınayı Getir Aney - Hene bînin (straneke kurdî ye)
  • Saza Niye Gelmedin - Çima nehatî sazbendiyê (awazeke soranî ye, peyvên wê kirine tirkî)
  • Sevdiğime Pişman Ettin - We ez poşmamê hezkirinê kirim
  • Fırat - Ferat (awazeke kurdî ye peyvên wê kirine tirkî)
  • Maden Dağı - Çiyayê Maden (awazeke kurdî ye peyvên wê kirine tirkî)